ARGEŞ KEHNÎHEJÎRÎ / BRAUNSCHWEIG
13’ê Tebaxa 2016’an li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê nûçegihanê RojNews’ê Wedat Huseyîn Elî yê 28 salî, hatibû revandin. Paşê berpirsê asayîşa Dihokê diyar kiribû ku Wedat li ser rêya di navbera Dihok û Semelê de bi awayekî giran birîndar hatiye dîtin. Û li nexweşxaneyê canî xwe ji dest daye.
Di ser qetilkirina Wedat re du sal bihurîn. Rojnamevan Dilşad Xoşnaw ku li RojNews´ê bi Wedat re dixebitî, li ser lênepirsîna li bûyera qetilkirina Wedat û rewşa rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê axivî.
Sendîka tenê weke nav hene
Xoşnaw diyar kir ku heta niha ji bo zelalkirina qetilkirina Wedat ji aliyê erkdaran ve ti tişt nehatiye kirin û wiha peyivî: ”Li ser kuştina Wedat heta niha ne kesek hatiye girtin ne jî li ser kesekî ti lêpirsîn hatiye destpêkirin. Herçendî hin hewldanên hin saziyan hebûn jî ti encamek nehatiye bidestxistin. Mixabin li Herêma Kurdistanê raporên saziyên mafê mirovan ne xema hukumetê ne. Lewma ti giringiyê bi wan nade. Ya rast ji destê saziyên mafên rojnamevanan jî tiştek nayê. Tenê raporekê biweşînîn. Li parlamena Herêma Kurdistanê saziyek hatiye avakirin da ku bersivan bide raporan. Ew jî tenê bersivekê dide raporan û hew. Yanî ji bo çawaniya bûyeran û netîcestandina ji raporan ti hewlekê nade. Ev yek li sendîkaya ku em bixwe jî endamên wê ne, wiha ye. Ango hizbî ye. Her wiha ev hizbîbûn di nav sendîkaya nivîskaran û ya parêzeran de jî heye. Ev sendîka di navbera Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) de dabeş bûne. Weke mînak ez bibêjim serokê sendîkaya rojnamevaniyê ji PDK’ê ye, lê cihgirê wî ji YNK’ê yan jî alîgirê wan in. Dîsa Silêmanî berpirsê sendîqayê ji YNK’ê ye cihgirê wî ji PDK’ê ye. Yanî her tişt hizbî bûye. Lewma, ew jî tenê raporekê dinivîsin yan jî beyanekê didin çapemeniyê. Lewma li ser bûyera Wedat mixabin ti gilî jî nekirin."
Guman li ser desthilatê ne
Xoşnaw got, wexta Wedat hate şehîdkirin, gelek kesayet û parêzeran daxwaz ji hikûmetê kir ku çawaniya vê kuştinê zelal bike û wiha axivî:"Lê ti hewldaneke ji bo ev daxwaz bi bih bibe, ji aliyê hukumetê nehate kirin. Lewma diyar e desthilata herêma Kurdistanê dixwaze vê bûyerê bide jibîrkirin. Helbet guman li ser desthilatê ne. Bi taybetê ji ber ku li Dihokê PDK desthilat e, PDK divê berpirs be.”
Qanûn nayên cihbicihkirin
Li ser mafên rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê Xoşnaw îşaret bi zext û zorên li ser çapemeniyê kir û got:”Ji roja min dest bi rojnamevaniyê kiriye heta niha li Başûrê Kurdistanê gelek û pirr caran rojnamevan li rastî zext û zoran tên. Ji bo mafê rojnamevenan û karê rojnamevaniyê li parlamentoya Başûrê Kurdistanê çendî caran qanûn hatine derxistin. Lê mixabin ev qanûn tenê derdiçin ango nakevin meriyetê. Û tenê li ser kaxizan dimînin. Pirsgirêke bingehîn jixwe ev e, qanûn nayên cihbicihkirin. Û ti kesek sedemên van ji xwe re nake derd. Sedemên vê yekê pirr in. Lê ya bingehîn hikûmeta Herêma Kurdistanê ne. Ji ber ku ew ne hikûmeteke xurt e ku karibe bi biryar û qanûnên parlamenê rabe."
Dikujin û dibêjin terorîst e
Xoşnaw derbirî ku carinan dev ji lêpirsîn û doz vekirinê berdin, berpirsên herêmê rojnamevanên qetilkirî bi navê "terorîst" sûcdar dikin û got: "Weke mînak li ser kuştina Serdeşt Osman, piştî bi wextekê li ser kesekî lêpirsîn hete destpêkirin. Lê di encamê de asayîşa Herêma Kurdistanê anî ziman ku qurbanî ango Serdeşt Osman bixwe terorîst bûye. Yanî ne tenê kujer eşkere nekirin, tohmeta terorîstiyê jî li meqtûl kirin."
Ne yek e ne didu ne
Xoşnaw hin kuştinên din ên rojnamevanan bi bîr xistin û got:” Heger em xwe bi rabirduyê ve berdin emê ji salên 90’î û şûn de bibînin ku gelek kuştin pêk hatine. Lê belê divê em ji bîr nekin ku ev yek ne tenê ji bo rojnamevanan lê belê ji bo nivîskar û siyasetmedarên li dij hêza serdestî, pêk hatine.
Mirov dikare li vir hin kesên ku ji sala 92’yan û şûn ve hatine qetilkirin bi bîr bîne. Şehîd Soran Mame Heme, weke mînak yek ji wan cangoriyan e ku li Kerkûkê hatibû kuştin. Heyf û mixabinî ye ku heta niha jî kujerên Heme nehatine eşkerekirin. Nivîskar û rojnamevan Ebdil Sitar Tahir Şerîf jî li Kerkûkê hate kuştin. Piştî wî li Hewlêr Serdeşt Osman di 2010’an de hate kuştin. Wekî din li Germiyan, Kawa Germiyanî ji aliyê hin kesan ve hate qetilkirin. Herî dawî jî Şehîd Wedat rojnamevanê RojNews’ê li Dihokê hate revandin û piştî bi rojekê li gundekî termê wî hate dîtin. Weke ku tê zanîn li ser termê wî şûna êşkenceyên giran diyar bû. Ez dixwazim nûçegihan Şukrî Zeynedîn bi bîr bixim ku xebatkarê televîzyona KNN ya nêzî Tevgera Gorran bû. Lê mixabin KNN xwedî li wî derneket. Û berdevkên hikûmeta Herêma Kurdistanê çawaniya kuştina wî eşkere kir ku bi êrişa berazan a li ser wî bûye. Ew yek wisa ma. Lê helbet ev tenê gotineke ku mirov nikare pê baweriya xwe bîne."