Di ser qetilkirina rojnameger Kawa Germiyanî re 5 sal derbas bûn. Hê jî kujerên esas û veşartî nehatine cezakirin. Li gorî navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamegeran, ji serê sala 2018’an heya niha, 250 binpêkirin li hemberî rojnamegeran hatine kirin.
BERHEM LATİF / SILÊMANÎ/ROJNEWS
Rojnameger Kawa Germiyanî 5 sal berê wekî doh li bajarokê Kelar a ser bi Herêma Germiyan, ji aliyê hinek çekdarên nenas ve hat qetilkirin. Li Başûrê Kurdistanê piştî qetilkirina Kawa Germiyanî jî zext û zorên li ser rojnamegeran kêm nebû. Rêveberê navenda Metro got ku li Herêma Kurdistanê metirsiya ser jiyana rojnamegeran dewam dike.
Kawe Ehmed Mihemed bi nasnav Kawe Germiyanî, di sala 1979’an de li bajarê Reştî yê Îranê ji dayik bûye. Di sala 1984’an de li bajarokê Kelar dest bi xwendinê kiriye. Piştî ku bavê Kawe hat enfalkirin, ji bo debara jiyana xwe bike, dev ji dibistanê berda û dest bi karkeriyê kir.
Bavê wî hatibû enfalkirin
Kawe Germiyanî ji bilî zimanê xweyê dayikê, zimanê Farisî û Erebî jî dizanî. Germiyanî cara yekem bi wênekêşiyê, di sala 2002’an de dest bi karê rojnamgeriyê kir. Piştî wê bi demê re, dest bi nûçe çêkirinê kir. Di sala 2007’an de bû nûçegîhanê rojnameya Awêne û Radyoya Azadî. Piştî wê jî karê rojnamevaniyê ji bo rojnameya Rêya Kurdistan kir û piştre jî bû rojnamevanê rojnameya Germiyan.
Derheqa gendeliyan de nûçe çêdikir
Kawe Germiyanî di Nîsana 2012’an de bû sernivîskarê kovara Geran. Piştî wê di 10’ê Îlona 2012’an de kovara Rayel derxist û bi xwe sernivîskar û berpirsê vê kovarê bû. Rojnameger Kawe Germiyanî dest bi çêkirina nûçeyên li ser gendeliyên berpirsyarên li Herêma Germiyan kir. Heya dema hatî qetil kirin jî kovara Rayel dihat belavkirin. Hejmara dawî ya kovara Rayel 14 bû.
Pirtûka wî “Germiyan di nava belgeyên reş de” çap bû
Germiyanî zêdetir di karê xwe yê rojnamegeriyê de kar li ser nûçeyên gendeliyê dikir û vê yekê lêkolîn dikir. Di encama rapor û lêkolînên xwe de, di sala 2011’an de pirtûkek bi navê “Germiyan di nava belgeyên reş de” belavkir.
Gelek caran êrişî wî kirin
Her wiha ji bilî vê Kawe endamê sendîkaya rojnamegerên Kurdistanê jî bû û di heman demê de endamtiya sendîkaya rojnamegerên navnetewî jî hatibû dayîn.
Di dema karê rojnamgeriyê de gelek caran êrişî wî kirin, lêdan xwar û kamêraya wî hat şikandin.
Kawe Germiyanî di 12’ê Kanuna sala 2012’an de bi Şîrîn Emîn Ezedîn re zewicî. Şîrîn Emîn niha parlamentera Herêma Kurdistanê ye. Piştî 17 rojan bi ser qetil kirina Kawe Germiyanî, kurek yê Kawe ji dayîk bû û li ser wesiyeta Kawe Germiyanî navê wî kirin Amed.
Xelk xwedî lê derket
Qetil kirina Kawe Germiyanî li gelek bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bû sebeba nerazîbûna xelkê. Li hemberî qetilkirinê, gelek xwepêşandan li Kelar, Silêmanî, Hewlêr û gelek cihên din çêbûn. Her wiha gelek rêxistinên navxweyî û navetewî, hizb û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li dijî qetilkirina Kawe nerazîbunên xwe nîşan dan.
Dosya hat girtin
Malbata Kawe Germiyanî, doz li hemberî endamê mekteb siyasî ya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Mehmud Sengawî, endamê rêveberiya YNK’ê Ednanî Hemedî Mîna û gelek kesên din vekir. Lê piştî wê bi biryara dadwer, kesek hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Kesekî din jî ku hatibû binçav kirin, ji ber nebûna delîla ji aliyê dadwer ve hat berdan. Piştî wê jî bi biryara dadwer dosya hat girtin.
Lê malbata Kawe Germiyanî ji vê yekê nerazî bû, malbat digot bi tenê girtina kesekî ew dosye nayê girtin. Malbat dixwest destên di pişt qetil kirina Kawe Germiyanî de bên eşkere kirin.
Berî Kawa û piştî Kawa jî rojnameger hatin qetilkirin
Beriya Kawe Germiyanî jî li Herêma Kurdistanê gelek rojnameger hatin qetilkirin. Di 21’ê Temuza sala 2008’an de rojnameger Soran Mame Heme û nivîskar Ebdulastar Mecîd li bajarê Kerkûkê hatin qetilkirin. Ev çend sal jî derbas bû jî hê kujer nehatiye dîtin û eşkerekirin.
Ji ber rexneyên xwe hat kuştin
Di 11’ê Gulana 2010’an rojnameger Serdeşt Osman li ser rêya Mûsilê hat qetilkirin, sedemê wê jî rexnekirina siyaseta partiya desthilatdar bû. Serdeşt Osman xwendevanê beşa ragihandin ya zankoya Selehedîn a Hewlêrê bû. Destpêkê bi mirinê hate tehdît kirin û agahiya serokê zanîngehê û Rêveberê polîsan jî jê hebû ku Serdeşt hatiye tehdîtkirin.
Ti kes nehat girtin
Di 13’ê Tebaxa sala 2016’an de peyamnerê RojNews Wedat Hisên Elî li bajarê Dihokê bi awayekî hovane hat qetilkirin. Tê gotin ku gelek wêne û heta dîmenê dema qetilkirina Wedat jî hebûye lê, ew bi şêweyek ji holê hatine rakirin. Heya niha jî ti kes bi vê tawanê ne hatiye girtin û ne hatiye binçavkirin.
Mêtirsî hê jî heye
Li gorî rêjeya navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamegeran, ji serê sala 2018’an heya niha, 250 binpêkirin li hemberî rojnamegeran hatine kirin. Rêveberê navenda Metro Diyarî Mihemed got: “Ev rêje ji bo me dibêje, ne dûr e ku li Herêma Kurdistanê rojnamegerên din jî werin qetil kirin.”
Dixwazin dengê azad bibirin
Rojnameger Kawa Germiyanî ji aliyê hevpîşe, welatî û xizmên xwe ve li ser gora xwe ya li navçeya Kelar a Germiyanê hate bîranaîn.
Piştî ku destegulek danîn li ser gora Kawa Germiyanî, axaftin hatin kirin û eşkere kirin ku wê pênûsa Kawa Germiyanî li erdê nehêlin.
Li ser gora Kawa Germiyanî hevjîna Kawa Germiyanî Şîrîn Emîn axivî û got; “Kawa Germiyanî bi xwîna xwe û fedekakirina canê xwe peyam da desthilat, gendelkarên vê herêmê. Di dosya Kawa Germiyanî de ji bo me zelal bû ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê çiqas desthilatdarxwaz in. Ji bo bêdengkirina dengên azad hemû rêyan bi kar tînin, bi taybet ji bo rojnamegeran û dezgehên ragihandinê.”
Em ê dest ji vê dosyayê bernadin
Şîrîn Emîn ku niha parlamentera Herêma Kurdistanê eşkere kir ku wê li ser rêbaza Kawa Germiyanî berdewam bikin û dest ji dosya wî bernadin û got; “Bi cezakirina kesekê em ê dest ji vê dosyayê bernadin. Divê destên li pişt bûyerê werin eşkere kirin û biçin li ser dadgehê.”