Artêşa Tirk a dagirker tevî ku KCK’ê ji bo selametiya hilbijartinê 24 saet xebatên xwe yên leşkerî dane rawestandin jî êrişên xwe yên li dijî Kurdan nedan sekinandin. Li gorî agahiyên ku hatine girtin gundê Sîran ê ser bi Sîdekanê ku dikeve herêma Biradostan doh serê sibê daye ber topan. Li gorî agahiyên destpêkê ti zirereke giyanî çênebûye lê, agir bi derdora gund ketiye. Hate gotin ku gundî piştî topbaranê ji bo vemirandina êgir seferber bûne.
BIRADOST / ROJNEWS