
Abîde ji 8 maketên fuzeyan, peykera jina ku destên xwe vekiriye hatibû çêkirin. Her wiha teswîra dilorîne li jinê hatibû barkirin û navên 34 kesan hatibû nivîsandin. Polîsên Tirk sibeha 8'ê Çile hatibûn parkê û bi makîneyên kar peyker parçe kirin. Wekî din maketa fuzeyan û peykerê dayikê ji cih rakirin û mermerên navên 34 sivîlan li ser jî parçe kirin. Makîneyên kar ên ku anîn parkê jî zirar dan dar û kulîlkên li hundirê parkê. Peyker û abide di 30'ê Kanûna 2013’an de ji aliyê peykertiraj Suat Yakut ve ji bo bîranîna Roboskê hatibûn çêkirin.
Nikarin rastiyê biguherînin
Peykertiraşê Peykerê Roboskê, Suat Yakut, nerazîbûn nîşanî rakirina peyker da û got: "Ev jî komkujî ye. Di vê abîdeyê de dayika ku zarokên wê hatin şewitandin û kuştin destê xwe dirêjî ezman kiriye. Min xwest vê komkujiyê di aliyê dîtbarî de mayinde bikim. Vê yekê çima ew aciz kirin? Hin kesên ji vê bîrdariyê aciz bûn, hene. Xuya ye ku yên ji vê bîrdariyê aciz bûne, ew dan rakirin. Bi vê yekê armancek û peyamek heye. Dema di vekirina peyker de dayikek ku zarokê wê hatibû qetilkirin ji min re got "Zarokên me bi vê yekê nemir bûn. Xuya ye ku hin kes ji vê yekê aciz bûn. Êdî peyv û gotin bê wate ye. Komkujiya Roboskê rastiyek e. Bi rakirina vê bîrdariyê rastî nayê guhertin. Rakirin û parçekirina vê bîrdariyê rastiyê venaşêre. Êdî ev rastî di mejiyê her kesî de bûye mîx.
Ji bo bal kişandinê bû
Yakut, destnîşan kir ku wî xwest bi vê abîdeyê qerîn, hawar û duayên dayikê bêtir bilind bike û bide xuyakirin û got: "Di vê bûyerê de bêhtir zarok hatin kuştin. Bi pirranî zarok bûn. Hesreta hezkirina dayikên xwe bûn, hatin kuştin. Bi fuzeyên li derdora peyker hatine danîn, min xwest balê bikşînim ser bêedaletî û neheqiyê. Li wir balafiran bombe kir. Ne pêkan bû xwe biparastana. Min xwest balê bikşînim ser bandora hêzê ya li ser hevsengiyê."
Jiyan maf e
Yakut got, ew hunermend e û bu hunera xwe, xwe tîne ziman û wiha dewam kir: "Ez nikarim li hemberî van qewimînan li ser vê axê pêk tên, bêdeng bimînim. Ji bo min tişta herî girîng jiyana mirovan e. Mafê her kesî yê jiyanê heye. Ez nikarim li hemberî kuştina mirovan bêdeng bimînim. Lê niha dixwazin, mirov li hemberî mirinê bêdeng bibin û mirinê dikin tiştekî ji rêzê."
Çareserî qebûlkirin e
Yakut, herî dawî destnîşan kir ku bi şikandin û xerakirina bîrdariyê dixwazin komkujiyê ji nûve zindî bikin û got: "Ew çi bikin bila bikin rastî winda nabe. Komkujiya li Roboskê nayê tinekirin. Ser wê nayê girtin. Ewil gotin, 'FETO ev komkujî pêk anîye' Em niha dipirsin, xerakirina abîde û peykeran jî FETO kiriye? Çi hat guhertin. Kî ji vê yekê bêzar dibe. Ev qebûlkirin û xwedîderketina komkujiyê ye gelo? Dixwazin bi vê yekê bêjin 'Rast e, ez hêz im. Ez otorîte me. Ez çi bixwazim dikarim bikim' bi tundî û zextan pirsgirêk çareser nabe. Çareserî qebûlkirin û rû bi rûbûna komkujiya Roboskê ye."
LEZGİN AKDENİZ / SEMRA TURAN / DİHABER / AMED