Kurdistanî ji 9´ê Çile ve Komkujiya Parîsê li gelek bajarên Ewrûpayê rûreş dikin û dozê li dewleta Fransî dikin ku komkujiyê ronî bike, berpirsan mehkeme û ceza bike. Kurdistanî îro jî li Parîsê heman dozê dikin.
Kurdistaniyan ji Berlîn, Roma heta bi Osloyê li gelek paytext û bajaran li ber sefaretxane û konsolosxaneyên Fransî çalakî li darxistin, ji ber ku dozê ronî nakin û kujeran mehkeme nakin jî destgulên reş danîn ber wan.
Kurdistaniyan û dostên wan doh û pêr li Elmanya, Fransa, Îtalya, Swêd, Norwêc, Katalanya, Swîsre û Belçîkayê sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê 9´ê Çileyê 2013´an hatin qetilkirin, bi bîr anîn.
Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Parîsê bi komkujiyeke dewleta Tirk a bi destê MÎT´ê hatibûn qetilkirin. Ji hingê ve Kurdistanî û dostên wan hem doza edaletê dikin û hem jî 3 şoreşgerên xwe yên jin bi bîr tînin. Tevî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi rêya operasyoneke li dijî rêveberên MÎT´ê tevahiya sûcdaran eşkere kir jî, heta niha dewleta Fransayê gaveke bi rastî ya mehkemekirina kujeran û pîlansazên komkujiyê neavêtiye. Ji ber vê jî Kurdistanî û dostên wan bi çalakiyan li ber konsolosxaneyên wê, zextê li dewleta Fransayê jî dikin.
Berlîn: Li Paytexta Elmanyayê Berlînê ji bo şehîdên Komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî çalakiyeke bibîranînê hat lidarxistin. Meclîsa Jinan a Destan çalakî organîze kir. Parlamenterê Partiya Çep (Die Linke) Hakan Taş di çalakiyê de ji ber ronînekirina komkujiyê û mehkemenekirina kujeran, dadgeriya Fransayê weke hevkarê sûc bi nav kir. Piştre Kurdistaniyan û dostên wan desteguleke reş danî ber sefaretxaneya Fransayê.
Dortmund: Li bajarê Elmanyayê Dortmundê bi pêşengiya baskê jinan ê FEDA’yê çalakiya bibîranînê bi rê ve çû. Piştî rêzgirtinê li ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd sînevîzyonek hate nîşandan. Li ser navê TJK-E’yê Zelal Amed ji bo her sê jinên şoreşger got, ”Bi pêşengiya berxwedanê bûn afirînerên şoreşa jinê ya li Rojava.”
Roma: Li paytexta Îtalyayê Romayê, Komkujiya Parîsê li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê hate şermezarkirin. Kurd tevî dostên xwe yên Îtalyayî ji bo balê bikişînin ser rola dewleta Fransayê ya di komkujiyê de destegula reş danîn ber sefaretxaneyê.
Çalakgeran bal bire ser xemsariya hikûmeta Fransayê û got, ew ê şopdarê dozê bin.
Piştre heyetekê dosyayek li ser komkujiye radestî rayedarên sefaretxaneyê kir.
Strasbourg: Li bajarê Fransayê Strasbourgê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi Însiyatîfa Jinê ya Zîn civîneke bîranînê hebû. Pişre li meydana Kleber a bajêr jî find hatin vêxistin û belavok hatin belavkirin.
Barcelona: Li paytexta Katalanyayê Barcelonayê, Komek ji jinên Kurd û Katalan 9’ê Çile civiyan. Jinan li pêşiya avahiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê, kujer şermezar kirin. Wan bi pankarta ji wêneyên her sê şoreşgeran û bi nivîsa ”Em ê ji bîr nekin” peyama ew ê dev ji dozê bernedin, da.
Hîldesheim: Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê, bi rasthatina 7’an a salvegera Komkujiya Parîsê, sê jinên şoreşger Sakîne Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez li NCDK´ê bi bîr anîn. Komîna Jinan a Şehîd Meryem, çalakî organîze kir. Li ser navê Komînê, Medîne Çobanoglû got, ”Her sê jinên şoreşger ne ji bo xwe, ji bo welat, çiyayên welat û ji bo her derê û di serî de ji bo mafên jinê canê xwe feda kirin.”
Nunera YJK-E´ê, Hakîme Yousef jî got, ”Gelê Kurd ev 7 sal in ji bo ronîkirina qetlîamê û xwedîderketina li jinên şoreşger, li ser piyan e û şopdarê vê dozê ye.“
Nûnera TJK-E´ê Jinda Nûrhak jî got, “Fransayê xwest ser vê qetlîamê bigire lê Kurdistaniyan bi berxwedana xwe kir ku hêzên li pişt qetlîamê derkevin holê. Têkoşîna me ya azadiyê wê li her derê dewam bike.”
Hamburg: Li Navenda Çandê ya Sozial Centro ya bajarê Elmanyayê Hamburgê çalakiyekek bibîranînê hebû bi heman armancê. Nûnera Meclîsa Jinan a Rojbînê, Leyla Kaya got, kujer nehatine mehkemekirin û nerazîbûn nîşanî hikûmeta Fransayê da.
Dusseldorf: Kurdistanî û dostên wan li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê pêr li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê hatin ba hev, Komkujiya Parîsê şermezar kirin û bal birin ser cezanekirina berpirsên qetlîamê. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî bêdengiya Fransayê beramberî dozê da.
Bruksel: Bi pêşengtiya TJK-E´yê li paytexta Belçîkayê Brukselê li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê çalakiyek hate kirin û SKP’ê jî destek da çalakiyê. Çalakgeran daxwaza mehkemekirina kujeran ji Fransayê kir.
Bern: Li paytexta Swîsreyê Bernê, li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsre (YJK-S) li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Ewrûpa fînase dike Tirkiye qetil dike’ hatin gotin. Çalakgeran ji Fransayê xwest komkujiyê ronî bike û kujeran ceza bike. Çalakgeran li ser doza xwe dosyayek da rayedarên sefaretxaneyê.
Orebro: Kurdistaniyan li bajarê Swêdê Orebroyê jî Komkujiya Parîsê protesto kir. Çalakgeran wêneyên Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) hildan.
Oslo: Li paytexta Norwêcê Osloyê jî li pêşiya Sefaretxaneya Fransî bi çalakiyeke komkujî hat rûreşkirin. Kurdistanî û Norweciyên çalakger destegula reş danî ber sefaretxaneyê, wan dosyaya ku daxwaza edaletê dike jî radestî rayedaran kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Pêşangeh ji bo Sara, Rojbîn û Ronahî
Li zanîngehên bajarên Elmanyayê Bielefeld û Marburgê bi rasthatina salvegera 7´an a Komkujiya Parîsê li holên mezin ên kampûsên zanîngehê pêşangeh hat vekirin ji bo danasîna sê şoreşgerên jin ên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî û ji bo agahdarkirina li ser komkujiyê. Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ev pêşangeh organîze kirin. Li zanîngeha Marburgê JXK û YXK sibe (yekşemê) wê filma li ser jiyana Sakine Cansiz ”Jiyana min her şer bû” nîşan bidin.