Komeleya Edalet ji bo Roboskî Aştî ji bo Rûyê Erdê (Roboskî-Der) ji aliyê malbatên 34 kesên di Komkujiya Roboskî de qetilkirî, hatibû vekirin; Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ev komele girt.

Serokê Roboskî-Derê Velî Encu da xuyakirin ku komele bi îdîaya ‘karê terorê meşandiye’ hatiye girtin û got, “Roboskî-Der ji bo rûyê rast ê komkujiyê nîşanî raya giştî bide, heta roja îro kar kir. Tevî ku hê kiryar nehatine darizandin, her roj zext li malbatên Roboskî hatin kirin û gelek hatin binçavkirin. Girtina komeleyê jî dewama hewldana ji bo parastina kiryaran e.”

Bêdeng nabin

Encu destnîşan kir, girtina deriyê komeleyê wê nikaribe wan ji têkoşîna edaletê vegerîne û wiha dewam kir: “Weke malbatên Roboskî, em ê her tim daxwaza edaletê bikin. Heta ku edalet bê Roboskî em ê têbikoşin. Dema ku berpirsyarên sûcê li dijî mirovahiyê hatin cezakirin, wê hingî dilê dayikên Roboskî hinekî rehet bibe. Bi van rê û rêbazan wê nikaribin me bêdeng bikin.” 


 ŞIRNEX