Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin yê ku di sala 1991’î de ji aliyê dewletê ve hat binçavkirin û hat qetilkirin, li ser gora xwe ya ku li Goristana Dêriyê Mêrdînê a Amedê hat bibîranîn. Di salvegara qetilkirina 22’yemîn a Vedat Aydin de birayê wî Veysî Aydin, gelek welatî, parlamentera BDP’ê a Amedê Nursel Aydogan, rêveberên BDP’a navçe û bajêr, şaredarên herêmê, Platforma Şaxa Amedê a KESK’ê Hewldana 68’an a Amedê û endamê Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Seydî Firat cihê xwe girtin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin axivî û diyar kir ku tunebûna Vedat ji bo me hêj teze ye û wiha got: “Dibêjî qey Vedat hêj nû çûye. Piştî ku Vedat û hevalên wî yên têkoşînê hatin qetilkirin di nava civakê de kesê ku baş cihê wan bigire çênebû. Em bi awayeke klasîk li qetilkirina Vedat mêze nakin. Çima kujerên wan dernakevin holê. Ji ber ku em kujeran nas dikin. Kesê ku Vedat qetil kir dewleta tirk bixwe ye. Burokrasiya dewletê û polîsê dewletê ne.”

Helwesta AKP'ê  

Aydin bal kişand ser pêvajoya nû ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û da zanîn ku ew ji nêzikatiya dewlet û hikûmetê bi fikar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi destpêkirina pêvajoya nû re aliyên Kurd hemû peywirên xwe tînin cih, lê belê heta niha ji aliyê dewletê ve tu gaveke şênber nehatiye avêtin.” Aydin diyar kir ku gelê Kurd bi saya şehîdên xwe hatiye vê qonaxê û wiha pêde çû: “Tu kes nikare gelê Kurd bixapîne. Divê dewlet bi awayeke wekhev pirsgirêka Kurd çareser bike û ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.” Aydin bil êv kir ku hemû kiryarên qetilkirina Kurdan aşkera ne û wiha got: “Gelê Kurd bi girêdayîna şehîdên xwe dê bigîhîje çareseriyê û hevalên ku di vê riyê de şehîd ketine re dê tim û tim girêdayî bimîne.” 


Têkoşîn bilind bû  
Piştî axaftina Aydin, Hevserokê BDP’a Amedê Mehmet Emîn Yilmaz axivî û diyar kir ku dema Vedat Aydin hatiye qetilkirin ew 13 salî bûye û wiha axivî: “Ez yek ji zarokê Kurd ê di dema Vedat Aydin hat qetilkirin de bûm. Wekî min bi hezaran zarokên Kurd li hemberî qetilkirina Aydin helwesta xwe dan nîşan û di nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtin. Zarokên Kurd hêrsên xwe her tim mezin kirin û têkoşînê anîn vê qonaxê. Ez bawerim ku niha Vedat û hevalên wî di gora xwe de rehet radikevin, ji ber ku têkoşîna wan berdewam dike û bilind bûye.”
Piştî axaftina Yilmaz, endamê Meclisa Daîmî ya KCD’ê Seydî Firat axivî. Firat destnîşan kir ku feraseta di dema ku Aydin hat qetilkirin de gelek Kurd hatine qetilkirin û ev tişt got: “Kesê ku ji van qetilkirina şerm bike ne gelê Kurd e, dibê dewleta tirk be.”

Komîsyona heqîqetê  

Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan jî di 22’yemîn salvegera qetilkirina Aydin de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û wiha axivî: “Vedat Aydin ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin lê belê heta niha kujerên ku wî qetilkirine derneketiye holê. Bi feraseta 12 salan a hikûmeta AKP’ê jî ev qetilkirin ne mimkûne ku were ronîkirin.”
Aydogan balê kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk û diyar kir ku li cihê ku Komîsyona Lêkolîna Heqîqatê bê vakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di çareserkirina rastîn a pirsgirêka Kurd de divê Komîsyona Lêkolîna Heqîqatê bihata avakirin, lê heta niha tu hewldanên hikûmetê di vê der barê de tune ne.”

DÎHA/AMED