
Rejîma Îranê ciwanên Kurd bi awayeke sîstematîk qetil dike. Doh sibehê rejîma Îranê ciwanekî Kurd yê ji Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo debara jiyana xwe bike, serî li kolberiyê dide, li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê qetil kir.
Di bin navê karê qaçax de rejîma Îranê bi awayeke sîstematîk ciwanên Rojhilatê Kurdistanê qetil dike. Li gorî çavkaniyên RojNews’ê ji Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê ragihandin doh di navbera saet 04:00 û 05:00’an de ciwanê bi navê Sîrwan Mihemed ku ji gundê Xanexelîl yê ser bi Serdeştê ye, ku dixwest barê xwe derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bike, ji aliyê hêzên artêşa Îranê ve hatiye qetil kirin.
Cenaze bi xwe re birine
Kolberê Kurd Sîrwan Mihemed li herêma Serşîvê ya dikeve aliyê Başûrê Kurdistanê li gundê Betoşiyê dikeve kemîna pastarên Îranê. Dema Sîrwan ferq dike, hêzên rejîmê ew dîtine dixwaze paşde bizivire lê, ji piştê ve gule li serê wî didin û dikujin.
Li gorî agahiyên ji çavakniyan hatine bidestxistin, hêzên rejîmê cenazeyê wî ciwanê Kurd bi xwe re birine.
Serdeşt bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye ku dikeve ser parêzgeha Urmiyê û di heman demê de dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê jî.
ROJNEWS/SERDEŞT