Li gorî ajansa nûçeyan RojNewsê pêr saet 17:00´ên êvarê, dewleta Tirk 12 tank û çendîn wesayîtên ku cebilxane barkirîne birin ber sînorê di navbera Cerablûs û Karkamîşê de.

RojNews wêneyên tevgera artêşa Tirk a li ser sînorê di navbera Cerablûs û Karkamîşê de jî weşand.

Li aliyê din, hêzên artêşa Tirk di van demên dawî de li ser sînorê Efrînê liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kiriye. Gelek caran bi topan û hewanan êrişî Efrînê kirine.


 NAVENDA NÛÇEYAN