
Di nivîsandinê de mijara herî dijwar li ser mirovên dilsoz û fedekar nivisandine, carna mirov ditirse ku bi gotinên xwe wê pîroziyê biêşîne. Ayten Yavûz ji jinên dilsoz, fedekar û welatperwer yek bû. Ne tenê dijmin nexweşiya pençeşêrê jî pêşkalê wê ferîşteya fedekariyê bûbû û ji nav me bir.
Birîna herî bi êş; di heman nexweşxaneya ku lê hatibû rûyê vê cihana derewîn, henaseya yekem lê hildabû de, bê henase ma, çilmisî û bi tevê karwanê stêrkên ezmanê welatê xwîndigîrî bû.
Carna mirov dixwaze biqîre, bibêje, “Wî bavo, wî bavo!.. Wî dayê birîn kûr e, nayê rayê!” Şîna wê jî li heman salona ku deweta wê lê bi kemançe, def û zurnê bûbû destan, kulîlkên kenê li rûyê wê vedabû de li ber bêbextiya jiyanê ket, bû rondik û ji kezeban şeqitî.
Malbata Aytenê malbateke welatparêz, malbateke fedekar û xwedan şehîdan e. Malbat di destpêka salên heftêyî de wek karker hatibûn Almanyayê, xwedanê her derfetî bûn. Roja 05.10.1975´an ken û bişirînên kulîlkeke nûvedayî şahî xistibî nava malbatê. Navekî li gor demê lêkirin, gotin bila navê wê “Ayten” be. Aytenê li pêşdibistana alman lîstikên zaroktiya xwe lîst, çenteyê dibistanên alman avêt milê xwe, di nava zarokên almanan de mezin bû, lê ji tesîra welatparêziya malbatê ti pate neda jiyana vir, her li pey jiyan û çanda bav û kalan ket. Bi coşeke dilciwan di eniya çandê de cihê xwe girt. Hê jî dengê erbaneya wê di nava rondikê şîne de olan dide.
Dem hat, dem kemilî, xorte nav Bûrhanê xizmeke wan bû, welatparêz û dilsozekî doza xwe bû, derket pêş wê. Bûn heval, hevaltî bû evîneke reng welatperwerî û li dilê wan geriya. Di bin gumîna dahol, guvîna zurne û zarîna kemançê de şahiya evînê û jiyaneke nû di nava lîlandinan de bê ku hay ji bêbextiya jiyanê hebe, bû bextewarî.
Sal bi evîna welêt re kemilîn, dema ji ezmanan bi kurdî û bîra kurdî lêbangî li gel û li cihanê kirinê hat; stêrka MED TV bi keda kedkarên fedayî li ezman çirûsî. Bûrhan bi zanîna xwe ya teknîkî wek kameraman di nava refên çapemeniya ezmanî de cihê xwe girt. Saniye bi saniya ken û ramandin, henek û rexneyên qerfî yên rêze skêca “KARÊN BÊKARAN“ bi aliyên herî balkêş ve di ser ekranên MED TV ya bi raz û dîrokî re ragihand bala giştî.
Di nava gel de dibêjin; “felek bêbext e!” Dema mijar dibe kurd û kurdayetî, dilsozî û fedakarî ew diyardeya nuxumandî hê xayîntir, bêbextir û bêwîjdantir dibe. Sal 2004, Bûrhan Demîr bi tevê hevalan ji festîvala navnetewî ya li Gelsenkirchen pêkhatibû vedigeriyan. Li nêzê Lîmbûrka dîrokî qezayeke bi bêbextiya felekê li giyanên kulîlkên jiyanê qelîbî. Bûrhan giran birîndar bû, felc bû, bû girtiyê erebokê, di warê giyanî de jî nîvê sehekên xwe wenda kir. Wek êşeke giran axîneke kûr li ser giyana malbatê, heval û dostan rûnişt.
Aytena dilsoz û fedekar bê ku dilê xwe teng bike, bê ku xwe ji karê welatparêziyê bi şûn ve bigire, hem bû perestara hevjînê xwe hem jî bû dayîka dilgerm û li kurê xwe xwedî derket, li gel wê tevahiya barê debar û karê malê jî li ser milê wê bû. Ne hindik, 13 salên bi êş. Lê dilê feleka bêbext hê rihet nebûbû, vê carê jî bû pençeşêra xwînîn ket pêsîra wê rindiya fedekariyê.
Û roja 24.01.2017, di destpêka saleke nû, hêvîyeke nû de wê axtepota xwînîn, bela serê mirovahiyê pençeşêra wek dagirkerên hov stêrka hezkiriya hevalan ji hemû dildostan, ji hêviyan qetand. Dil girîya, axîn naliya, Bûrhanê di erebokê de lalbûyî di nava nêrînên bê hêvî de naliya... Stranên şînê li ezmanê rondik jê didariwî olan da. Were hey lo lo!...
Lê mirovên pak, dayîkên pak, hevalên pak, nêrîn û fikrîna pak namirin, ji ser vê xakê ranabin, dibin hêvî di ezmanê bîra mirovan de her û her dijîn. Li ezmanê welêt di nav stêrkên giyanpakên doza azadiyê de her û her diçirûsin. Jiyan didome bi dilsoziya kulîlkên wisa xweşik reng digire, dibe çîrok, dibe roman, di bîr û wêjeya gel de dijîn.
Êşa giran ne tenê çilmisîna kulîlkeke wisa dilsoz e, di heman nexweşxaneya lê çav li jiyanê vekirî de giyan ji dest dayîn, di heman salona şahiya bextewariyê de rondikê şînê rijandin, ne li axa xwe, li axa biyanî veşartin e. Li goristana Ingolstada wêran bi rondik û kulîlkan çirayeke din hêdî hedî çilmisî, di nav axa biyanî de naliya.
Ez bi rêya vê nivîsê dibêjim, xwedê aram û sebrê bide malbatê, dostên malbatê û gelê me, Wê Aytenên stêrkên ezmanê welêt bibin sembola jiyanê, her û her di nava gelê xwe de bijîn.