
Li Rojavayê Kurditsanê û li Bakurê Sûriyê yek hji xebatên sereke yên ji bo zarokan jî dergûşxane, baxçeyên zarokan û navendên zarokan in ku pê hem ji bo zarokan derfeta dûrketina ji rojaneya şer tê afirandin û hem jî barê malbatan, nexasim jî dayikan tê sivikkirin. Niha jî li van navenda ya li taxa Helebê Şêxmeqsûd bi navê xwe yê Kulîlkên Siberojê zêde dibe.
Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd a Helebê amadekariya vekirina navenda zarokan a bi navê “Kulîlkên Siberojê” dike.
Bi armanca perwerdekirina zarokan, Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji destpêka meha Hezîranê ve dest bi xebatên vekirina navenda zarokan kir.
Di vê çarçoveyê de, malek li taxê tê amadekirin û sererastkirin. Navend ji odeya perwerdeyê û odeya bihnvedanê û lîstikê pêk tê. Her wiha pêdiviyên perwerdeyê wek dep û amûrên dibistanê jî têne peydekirin.
Dîwarên navendê bi wêne û rengên cûda, hatin xemilandin.
Zarokan ji bandora şer diparêze
Ji bo perwerdekirina zarokan mamosteyên zimanên Kurdî û Erebî hatin amadekirin.
Kongreyê dest bi tomarkirina navên zarokên 4 ta 7 salî kir. Heta niha 11 zarok ji bo biçin navendê, navên xwe tomar kirine.
Derbarê mijarê de Endama Rêveberiya Kongreya Star Hêvîn Silêman da zanîn ku armanca vekirina navendê ew e ku zarok ji bin bandora şer derkevin û moralê wan bilind bibe.
Hêvîn hêvî kir ku dayîk zarokên xwe li navendê tomar bikin, da ku perwerdeyê bibînin. Her wiha anî ziman ku navend wê di demeke nêz de were vekirin.
SOZDAR WEQAS / ANHA / HELEB