Hebû, tinebû, di nav kûrahiyên çiyanên Japonî yên bi berf de merivek û jina wî hebûn. Ew gelek feqîr û nedar bûn. Lê belê mirovên sade û xweş bûn û ji hev pirr hez dikirin. Salekê berf zûtir barî û dem bi taybetî gelek asteng bû ji bo wan. Dema ku sersal hat, ji bilî kulîçeyên sersalê, tiştekî wan tinebû ku bixwin.
“Te bihîst?” meriv ji jina xwe re got. “ Ez pirr birçî me, zikê min qoreqorê dike.”
“Baş e, canê min. Ev derzîtêla ciwan a min heye. Min demeke kevin çêkiriye, ji bo demekê wisa min hiştiye.”
Meriv ecêb ma. Wî li derzîtêla ku bi morîyen rengîn hatiye xemilandin nihêrî, ”Heger ez van bibim bajêr û bifiroşim” got, “bêguman em ê têrî pereyê kulîçeyên sersalê qezenc bikin.” Meriv xwe ji bo çûyina bajêr amade kir. Cil û bergên xwe yên herî germ bo roja herî sar a salê li xwe kirin.
Offff ….. çi sar e derve
“Hay ji xwe hebe canê min.”
“Bila be. Di demeke kurt de ez ê vegerim.”
Wî destmala ku jinikê dayê, li serê xwe girêda. Dûvre ji mal derket û bilerizîn kete nav bayê sar. Jina wî li dergehê rawestî û heta ku ji çavan dûrket û ket nav daristanê li wî nihêrî, wî ji xwe re stranek digot.
Jor vî girikî, jêr vê rê ye
Lo lo, hey hey, hoy hoy
Li hember çiyan, li nav newalan
Lo lo, hey hey, hoy hoy
Wî ew selika ku tijî terzîtêlên bi destê jina wî hatine çêkirin, li pişta xwe girêda bû.
Van derzîtêlan bifiroşe, ji bo sersalê
Lo lo hey hey hoy hoy
Em dê kulîçe û pasta û masî bixwin
Lo lo hey hey hoy hoy
Dîtina Jizoyan
Meriv bi rêya xwe diçû û li dû hev helbest digotin. Ta ku hate serê Lûtkê Jizo. Li wê derê rawestî. Wekî pirr caran kirî, ji bo ku rêza xwe nîşanî 6 peykerên Jizo bide. Jizo parastgarê zarokan bû. Ji beyanî heta êvarê berf dibarî û li ser serê Jizo xwe digirt.
“Rojbaş birêzino,” mirov ji peykeran re got, “Oyyy oyyy. Dibe ku ji bo we gelek sar bibe. Bihêlin...” Mirov destmala xwe derxist û berfa li ser hemû peykeran pakij kir.
“Aha binêrin. Niha ez baştir im. Baş e, birêzino, ez diçim bajêr ji bo derzîtêlên jina min çêkirî bifiroşim. Dema ku ez vegeriyam, ez dê bo we kekên birincî bihêlim. Ji bo min bextekî xweş bixwazin. Baş e, em dê hevdu bibînin.”
Dema ku ew gihişte bajêr, êvar bû. Mirov pirr dihatin û diçûn. Erebok û table bi zorê li kolanan bûn. Meriv li navenda kolanan serekî rawesta û bi dengekî berz da qîran: “Derzîtêl derzîtêl! Derzîtêlên rind ji bo jinan!”
Lê dema sersalê bû. Mirovên ku derbas dibûn gelek karên wan hebû û nedikarîn nihêrînekê derzîtêlan bikin. Paşê ji demjimêrekê zêde li hêviya meriv nema.
“de-de-derzîtêl … …ahhh….Mirovek ….”
Bazara derzîtêl û kumên bambû
Wê demê bazirganekî ne serketî jî hat. Wî li merivê ku ligel selika xwe ax û nalîn dikir, nihêrî û pirs kir, “Te tiştek firot?”
“Axxx. Te çi kir?”
“Hiç, bextê min nebû. Bêje, çima em ligel hev bazarekê nakin? Ez dê hemû derzîtêlên te bikirim û tu jî hemû kumên min ên bambû bikire.”
Belê. Ev fikreke baş e.!
Bi rastî ev gelek baş bû.
Karê ku wan kirî bihevguhertina tiştên ku kesî nedikarî bikire bû. Lê belê ji bo herdukan jî bêhtir bû. Meriv vegeriya malê bi kumên bambû yên li ser pişta xwe. Berf zêdetir dibarî dema ku ew gihîşte serê lûtkeya Jizo.
“Li min negirin,” meriv ji peykeran re got. “Min nikarî kekên birincê bo we bikirim. Min bibexşînin ji bo ku ez nikarim tiştekî bidim we. Lê…. Ka deqekê. Dûmahiyê, ez dikarim bikim ku berf wisa li we negire.” Û meriv berfa li ser peykeran paqij kir û kumên bambû dan ser serê wan
“Yek ji bo te, û yek ji bo te. Binihêre, niha serê we ewqas dê sar nebe. Yek ji bo te û yek ji bo te, û… oh oh. Pêwîst e yekî din hebe. Li min negire, Jizoyê Piçûk. Aha, vî bi kar bîne.” Meriv destmala xwe derxist û li seriyê peykerê herî piçûk girêda.
Niha rewşa wî baştir bû, û bi fîtikan reya xwe dewam kir wekî merivekî dest ji cihanê berdayî. Û li lutkeyê Jizo şeş çavên kevirî li wî nihêrîn dema ku ji çiyayên bi ba, bi rêya xwe dakete xwarê.
Bi demekê meriv gihişte mal, berf rawestiyabû, û şeveke aram bû. Tiştên ku wê rojê bûyî hemû ji jina xwe re gotin. Dema ku jinê bihîst ku kumên bambû dane şeş Jizoyan, keniya û got, “Ew tiştekî baş bû te kir.”
“Tu rast dibêjî?” meriv fedî kir. “Spas. Baş e, em çima venagerin hundir?” Belkî hîç kekên me yên birincê nîn in, lê em dikarin bibin xwediyê xewnên xweş ên sersalê.” Li ser çiyan wê şevê wisa bû, hemû cihan nêzikî xweda bû. Ji bilî şeş siyên ku hêdî hêdî layê daran ve diçûn. Belê, peykerên Jizo ji cihê xwe çûbûn. Ji çiya newal û çeman derbas bûn û dûmahiyê hatin mala herdu belengazan.
Xweda hatin, ketin û çûn
“Hişş.. bêdeng, bêdeng…….” Jizoyan tûrikên di dest xwe de li ber derî vala kirin. Ji bo malavahiya kumên bambû her yekî bi diyariyekê hat. Kek, masî, xwarin, vexwarin, cil û bergên germ… û Jizoyê herî piçûk bi kîsekî birincê yê mezin hat û li ber malê danî. Hoooppp…teq req, teq req, teq req… Jizoyê piçûk ji derba xwe ket. Diyariyên xwe dan erdê û li hemberî peykerên din ket, û yên din yek bi yek wekî kevirên domîno ketin.
Ew çi bû? Meriv pirs kir, bi vî dengî ji xewê rabû. “Te ji derve tiştek bihîst?”
“Here binihêre ew çi ye, canê min.”
Jinikê da dûv mêrê xwe dema ku meriv derî bi nîvî vekir heyirî li derve mêze kir. Xeyal bike ku ew çawa ser mabûn dema ku peykerên Jizo li rêz dihejiyan. Piçûktirîn Jizo, ku li dûmahiyê bû, rawesta ta ku li meriv û jina li paş xwe matmayî binihêre. Gelek rêza wan girt û bi lez çû ku bigihîje peykerên din.
“Çi… Ev çi ye?”
Meriv û jinika wî çav li koma diyariyan ket ku li ber deriyê wan in.
“Bi -binêre canê min!”
“Oxxx…” bi bêhneka fireh got, “Ma eva gelek seyr nîne?”
Meriv û jina belengaz di sersalê de gelek gelek şad bûn. Û bi rastî paşê jî her dem bi şadî jiyan.
* Jizo di ola Şînto ya Japonî de nave xwedayekî ye. Ew zarokan diparêze.
* Wergera ji Japonî û Inglîzî: Vakkas Çolak