Divê têkiliyên civakî ji nû ve û bi rengekî nû werin sazkirin. Li ser têkiliyên berê, bi zîhniyeta kevn avakirina pergala xweseriya demokratîk ne pêkan e. Divê takekes ji xwe dest pê bike, têkiliyên xwe di ber çavan re derbas bike, reng û dirûvê têkiliyên xwe li gorî pergaleke nû biguhêre. Têkiliyên berê têkiliyên desthilatiyê ne, têkiliyên serdestî û bindestiyê ne, têkiliyên kedxwarî û koletiyê ne, têkiliyên ezperestî û keysperestiyê ne. Li ser van têkiliyan, bi vê çemk û têgihîştinê civakeke azad û demokratîk, pergala xweseriya demokratîk ava nabe.
Ji ber vê yekê jî serê pêşîn divê em dest biavêjin têkiliyên civakî, têkiliyên civakî li gorî pêdiviyên civakeke azad û demokratîk ji nû ve ava bikin. Lê mixabin em hê ji vê qonaxê dûr in. Rast e dê her mirov bi rengê xwe beşdarî vê têkoşîna avasaziyê bibe, lê divê ji guherînê re vekirîbe. Ji ber ku di têkoşînê têkoşer de dê hem xwe hem jî derdora xwe biguherînin.
Her wiha divê em xwe ji tengbîniyê jî rizgar bikin. Doza gelê kurd êdî ne dozeke neteweyî bi tenê ye, ji wê wêdetir e. Doza gelê kurd doza azadiya mirovan û mirovahiyê ye. Hinek dibêjin, “Em xwe rizgar bikin, bes e, piştî ku em bi ser ketin, bila dinya serobino bibe, çi ji me re.” Kurdên azadîxwaz nikarin wisa bifikirin. Êdî di vê serdemê de cîhanê rengê welatekî wergirtiye. Bûyereke ku li Afrîkayê pêk tê, di heman kêliyê de hemû cîhan pê dihese. Her wiha pirs û pirsgirêkên mirovahiyê jî bûne yek. Em bêjin kurdan welatê xwe rizgar kir, heke li wî welatî serdest û bindest hebin, azadî demokrasî tunebe, kedxwarî û zordestî hebe, ew welat her çiqas ji hêla kurdan ve were birêvebirin jî ne azad e. Wekî din jî gelek kêşeyan mirovan êdî bûne kêşeyên gerdûnî, bi tenê li welatekî çareserkirina wan kêşeyan ne pêkan e. Bo nimûne kêşeyên ekolojîk bandorê li seranserî cîhanê dikin, her wiha kêşeya azadiya zayendî kêşeyeke gerdûnî ye.
Dibe ku hinek bibêjin, “Em ê pergala xwe ya demokratîk bi tenê li welatê xwe ava bikin û welatên din me eleqedar nake.” Li gorî baweriya min ev hizir û raman jî şaş e. Hêzên kedxwar tu caran destûrê nadin pergaleke alternatîf. Binêrin sîstema sosyalîst ji sê paran pareke cîhanê xist bin bandora xwe lê dîsa jî ji ber ku nekarî kapîtalîzmê li seranserî cîhanê têk bibe, dawiya dawîn li hemberî kapîtalîzmê têk çû.
Ji ber vê yekê jî xebata Partiya Blokê xebateke girîng e. Divê ev xebat geş bibe û li Tirkiyeyê di nav civakê de şax vede, lê divê em xwe bi vê yekê tenê jî bisînor nekin. Pêdiviya gelan bi projeyên navneteweyî heye. Her wekî çawa hêzên sermayedar û kedxwar sînorên neteweyî nas nakin, pêwîst e hêzên azadîxwaz jî sînoran nas nekin û dest bavêjin projeyên gerdûnî.
Di vî warî de kurd dikarin pêşengiyê bikin, rizgariya gelê kurd jî girêdayî serkeftina projeyên bi vî rengî ye. Bala xwe bidinê hêzên dagirker li dijî gelê kurd hemû hêzên kedxwar ên navneteweyî bi aliyê xwe de dikişînin, divê em jî hemû mirovên azadîxwaz bi aliyê xwe de bikişînin. Wekî din em nikarin xwe û destkeftinên xwe biparêzin. Her wekî pêşiyên me gotiye, “Kûr bajo, dûr bajo û ga neêşîne.” Divê em jî bi bêhneke fireh, bi hûrbînî, dûrbînî û kûrbînî li derdora xwe binêrin û ji bo guhartina cîhanê dest biavêjin kar. Serê pêşîn divê em xwe biguhêrin.