
Celal Ekîn ê ku bi Hunermendê Kurd Elî Temel re di heman hepsê de maye, behsa hunera berxwedêr a Elî Temel vegot.
Hunermendê Kurd Elî Temel û hevalê wî Celal Ekîn bi rêya sazê di Girtîgeha Amedê de hev naskirin û bûn hevalê hev ê hunerê. Ekîn diyar kir ku ew hevalên hev ên hûnerê bûn, wan hevdu temam dikir û wiha got: “Di bin şertên herî zehmet yên îşencê de, Temel stranên berxwedanê di dilê xwe digirt û dihunand.” Hunermendê Kurd Elî Temel di demên herî dijwar de bi helbest û stranên xwe li hemberî hovîtiyê li ber xwe dida. Temel pêşî di Koma Çiya ya muzîkê ku girêdayî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de cih digirt. Elî Temal hîn zavayê hefteyekê bû ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin. Temel di sala 1981’an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bû rêhevalê berxwedana Mazlum Dogan, Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek û Kemal Pîr.
‘Ez kelecan dikirim’
Rêya Celal Ekîn û hunermendên Kurd Elî Temel di girtîgehê de gihîşt hev. Rêhevalê wî yê girtîgehê û hunerê Celal Ekîn li ser hev naskirina Elî Temel û rêhevaltiya wî axivî. Ekîn diyar kir ku dema wî birin girtîgehê saz nas kir û wiha got: “Min û Temel bi rêya hunerê hev nas kir.” Ekîn da zanîn pir tişt ji Temel fêr bûye û wiha axivî: “Dema ez hatim girtin me bi hev re li ber xwe da. Em di bin heman lihêfê de razan. Ez ji Temel fêrî dîroka girtîgehan, berxwedana hevalan bûm. Temal bi stranên xwe ez bi kelecan dikirim.” Ekîn destnîşan kir ku Temel di şertên herî zehmet de, 24 seatan di îşkenceyê de jî stranên berxwedanê dihunand. Ekîn got ku dewletê her roj sirûdên nîjadperestî bi wan didan gotin û wiha pê de çû: “Lê Temel stranên berxwedanê di dilê xwe digirt û dihunand. Dema heval dihatin hevdîtina me stran ji wan re digot û hêj em di hundir de ew stran diketin devê her kesî.” Ekîn anî ziman ku wan li girtîgehê koroya muzîkê ava kiribûn û şevên stranbêjiyê li dar dixistin.
‘Nikarîbû ligel sîstemê bijî’
Ekîn 1990’an de ji girtîgehê derdikeve û dû wî jî di demeke kurt de Temel ji zindanê derdikeve. Ekîn anî ziman ku hevaltiya wî û Temel li derve jî berdewam kir û wiha domand: “Em hevalên hev ên hûnerê bûn. Me hevdu temam dikir.” Ekîn da zanîn ku Temel dixwest li Stembolê karê muzîkê bike, lê hem astengiyên sîstemê hem jî yên aborî nedihişt xebatê bimeşîne. Ekîn got ku şoreşgerî afirandine, fedekariye û wiha berdewam kir: “Temel got ‘ez nikarim li vir kar bikim’. Temel nikarîbû ligel sîstemê bijî û di sala 1992’an de tevlî refên PKK’ê bû.”
‘Divê rojekî tu bizivirî..’
Ekîn destnîşan kir ku Temel kesek xwedî kesayeteke qehremanan bû. Ekîn diyar kir ku di sala 1994’an de Temel bi 2 hevalên xwe re li Çiyayê Mazî li ser îxbarê ji aliyê leşkeran ve di şkeftekî de tên dorpêç kirin û li wir jiyana xwe j “Cenazeyên wan ji şkeftê derxistin û bi benzînê şewitandin. Cihê cenazeyê wan piştî 20 salan hat ditin. Cenazeyê Temel bi testa DNA’yê hat nasîn.”Dema me pirsa cara dawî dîtina Temel ji Ekîn kir, Ekîn nikarî bîne ziman. Ekîn got ku wî cara dawî ji Temel re wiha got: “Divê rojekî tu bizivirî, pêdiviya me bi hêza te heye.”
DÎHA/AMED