Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ji Michael Volker ê ji rojnameya Awûstûryayê Der Standard re axivî û der barê berxwedana Kobanê ya di rojên dawî de di rojeva tevahiya cîhanê de ye, nirxandin kir. Rojnameya Awûstûryayê cihekî berfireh da vê hevpeyvînê. Bayik diyar kir ku desteka Tirkiye dide çeteyên DAIŞ’ê şerê li Kobanê dijwar kiriye û got, “Yekîneyên taybet ên Tirk bi terorîstên DAIŞ’ê re dixebitin. Li Başûrê Kurdistanê herêmeke otonom ava bû û niha dor a Rojava ye. Piştî wê jî Tirkiye tê, divê ji Kurdan re statuyek bê naskirin. Tirkiye jî bi bikaranîna hemû derfetên xwe re dixwaze pêşî li vê bigire. Tirkiye dixwaze rêxistinbûyînên (li Rojava) tên pêşxistin, ji holê rake û ji bo vê jî DAIŞ’ê bikar tîne. Bi riya DAIŞ‘ê dixwaze bandora xwe ya li ser Rojhilata Navîn xurtir bike.” Bayik wiha axivî: “Dema plana Tirkiyeyê ya ji bo ketina Kobanê bi ser neket û zexta navneteweyî bi destê DYA û Ewropa zêde bû, Tirkiyeyê taktîk guherand. Parçeyekî vê taktîkê jî, destûrdayîna ji derbasbûna nûnerên Pêşmerge û Artêşa Sûriyeya Azad ji bo Kobanê bû. Erdogan di destpêkê de dixwest, koalîsyona navneteweyî mîna dijberiya DAIŞ‘ê li hemberî YPG û PKK’ê jî têbikoş e. Amerîkiyan ev qebûl nekirin; destek dan YPG’ê. Di guhertina taktîka Tirkiyeyê de DYA xwedî pareke mezin e.”

Dîplomasiya Tirk têk çû

Bayik alîkariya çekan a DYA ya ji bo hêzên YPG’ê bibîr xist û destnîşan kir ku ev rewş tê wateya têkçûna dîplomatîk a Tirkiyeyê. Bayik ragihand ku di navbera armancên DYA-Ewropa û Tirkiyeyê de dijberiyên cidî hene. Bayik axaftina xwe wiha dewam kir: “(Alîkariya çekan a ji bo YPG’ê) ji bo Tirkiyeyê têkçûneke mezin e. Di navbera armancên DYA-Ewropa û Tirkiyeyê de dijberiyên cidî hene. DYA û Ewropa dixwazin li dijî DAIŞ’ê şer were meşandin, lê Tirkiye li hemberî vê destekê dide DAIŞ’ê û li dijî Kurdan dide şerkirin. Bi vê helwesta xwe re Tirkiye ji bo Amerîkî û Ewropayan bû barek. Tirkiye niha dixwaze bi awayekî din biceribîne. Dît ku bi êrîşên li hemberî Kobanê re Kurd bûn yek û xurtir bû. Niha jî li bendê ye ku li ser hebûna pêşmerge ya li Kobanê re pirsgirêkê derxîne.”

´Em desteka pêşmergeyan silav dikin´

Li ser pirsekê Cemîl Bayik da xuyakirin ku pirsgirêka wan a pênebaweriya Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê nîne û got, “Hêzen me li gelek eniyan li gel hev şer dikin. Em li eniya hevpar hatin cem hev û vê yekê bersiveke erênî di nava gelê me de dît. Ji ber vê yekê, em desteka Pêşmergeyan a li berxwedana me ya li Kobanê, silav dikin.” Cemîl Bayik diyar kir ku DAIŞ rêxistineke li derveyî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku mejiyekî jinê difiroşe ‘mirovahiyê difiroşe’. Bayik wiha axivî: “Em li Kobanê ji bo mirovahiyê têdikoş in. DAIŞ jî li dijî mirovahiyê ye, li dijî jinê ye. Firotina jinê tê wateya ‘firotina mirovahiyê’. Kolekirina jinê kolekirina mirovahiyê ye. DAIŞ, bi dagirkirina hin herêman re bi tenê naxwaze wan deveran kontrol bike, di heman demê de ji aliyê etnîkî ve xalî dike. Kurdên Êzidî yên li Şengalê qetil kirin, sirgûn kirin. Xiristiyan û hindikahiyên din ên li Mûsil û derdora wê dijiyan qetil kirin. Heman tiştî li Kobanê diceribînin, dixwazin Kurdan bi temamî ji wir derxînin.”

Rastiya PKK´ê bibînin

Bayik diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê bi hewldanên yekalî, li gel hemû neyîniyan jî dimeşîne û ragihand ku armanca wan parastina agirbestê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê ye. Bayik bal kişand ser sozên AKP’ê yên li ser pêvajoyê. AKP’ê bi tenê sozên vala hatin dayîn. AKP’ê her kes xapand; daxwazeke xwe ya ji bo çareseriyê nîne. Nîqaş tên kirin ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin. Pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye. Em bawerin ev şer wêneyê (rastî) PKK’ê sererast kiriye. Pirsgirêka Kurd bi tenê pirsgirêka Tirkiyeyê nîne, pirsgirêkek navneteweyî ye û divê çareseriya wê jî navneteweyî be. PKK wê bibe parçeyek ji vê çareseriyê. Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke diyarker e. Hunera organîzebûyî ya Kurdan, bi giranî bi bandora PKK’ê derketiye holê. Kurd beşdar nebe, bêyî Kurdan pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin. Ji bo jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn divê pirsgirêka Kurd çareser bibe.”

VIYANA