
Kobanî têkildarî koçkirina gele Kurd hişyar kir û bag li gelê Kurd kir ku jî herêmên xwe dernekevin.
Zûhat Kobanî têkildarî mijarên girîng ên bi rojavayê Kurdistanê ve têkildar di rojevê de ne pirsên me bersivandin.
Êrîş û tevkujiyên li Helebê li dij Kurdan bê navber berdewam dikin. Bi taybetî hedef girtina Kurdan a li Helebê bi kîjan mabestê pêk tê?
Niha li Sûriyeyê pêvajoyekê ku şer kûrtir dibe tê jiyîn. Hêzen rejîmê û hêzen opozîsyonê bi destekdayina hêzen navneteweyî şer dijwartir dikin. Di demen dawî de heremên Kurdan bi teybetî li Halebê li taxa Şêxmeqsud, ku lê hinek taxan Ereb ên nêzî rejîmê jî hene ji ber çalakiyên komên çekdar dibe hedefa hêzên dewletê. Li we derê şêr û pevçûnêk mezîn derket. Ji ber derketina pevçûnên dijwar hêzên rejîmê bi topan êrîşeke mezin pêk anî. Hêzên rejîmê xwestin herêmen ku Kurd le hakîmin li wan vegerîn û êrîş bibin ser wan. Lê belê Kurdan qabûl nekir ku dewlet bikeve herêmên wan. Şer di navbera Kurdan û dewlete jî derket. Di encamê de 24 kesa jiyana xwe ji dest da, bi dehan birîndar çebûn, gelek mal xera bûn û şer heta niha jî didome. Bi wî rengî di dû milan de şerekî mezin tê kirin. Ew sê çar rojin dewlet le dixê. Ji bêr ku taxa Şêxmeqsud cîhekî stratejîk e, herkes dixwaze bixê deste xwe. Herêmekê hakîm a hemû Helebê ye. Wisa dikin ku Kurd ji wir koçber bibin. Niha nêzî 200 hezar kes berê xwe dayê Efrînê. Ne tenê Kurd, Tirkmen, Ereb û Çerkez jî koçber bûne. Beşek ji van çune gundan. Li ve derê Meclîsa Gel bi wan re eleqedar. Beşek ji van çûne Kobanê.
Heta niha YPG’ê herêm parast û nehişt şer bigihijê we herême. Di aliyê parastinê de li hemberî topan YPG nikare tiştekî bike lê belê êrîşên YPG herêmê ji êrîşên bejayî dipareze û niha jî herêm di bin kontrola wê de ye. Tevgera Ciwaka Demkratîk (TEV-DEM) jî di wî warî de daxuyanî da ku ewê heta dawiyê parastinê bikin. Ev herêmen Kurdan ku aramî tedê hebûn bûn hedef û hat xwestin herêm bibe qada şerê tê meşandin.
Di çapemeniya Tirk de îdîayên mîna ‘YPG û Artêşa Hur a Sûriyeyê bi hev re tevdigerin’ tên weşandin...
Desteya Bilind a Kurd (DBK) bi Artêşa Hur re li Serêkaniyê ji bo şer rawestandinê peymanek herêmî pêk anî. Ji bilî we îtîfaqek an tiştek wisa tûneye. Em nikarin bibejin ku bi hevdu re şer dikin. Li Helebê de şerê ku hate kirin jî ne cûda bû. Hêzên rejîmê êrîşî herêman Kurdan kirin ji ber yekê jî Kurd neçar man herêmen xwe biparezin. Li herêmê komên çekdar ên girêdayî Artêşa Hur jî êrîşî yekîneyên rejîmê kiribûn. Dibe ku ji ber vê yekê tê xwestin tabloyeke ku hêzên YPG’ê û hêzên Artêşa Hur a Sûriyeyê bi hev re li dijî hêzên rejîmê şer dikin were nîşandan. Lê belê divê were zanîn di navbera YPG û Artêşa Hur de hevkarî an îtîfaqeke wisa tune ye. YPG dixwaze ne bi dewlete re û ne jî bi Artêşa Hur re şer bike, tênê dixwazê herêmên xwe û gelê xwe biparêze. Bi taybetî çapemeniya Tirk li dij Kurdan şerekî psîkolojîk dimeşîne û dixwaze bejîn Kurdan berê derveyî şoreşa Sûriyeyê bûn. Lê ev ne rast e. Hêna ev hêz tunebûn jî Kurd li dij rejîmê têdikoşîyan. Ji sala 2004’an ve li dijî rejîmê Kurd têkoşîneke tund didin. Tevî ku hêza herî girîng a guherîn û şoreşa Sûriyeyê Kurdin jî vê rastiyê berovajî dikin û dixwazin bejin ‘Kurd ne di nava şoreşê de bûn û niha beşdarî şoreşê bûne’. Diwxazin wisa lanse bikin lê ev tişt ne raste. Ev yek zemîna provakosyoneke din ne. Yanî dixwazin li ser Kurdan tevkujiyeke din were kirin. Lê Kurd heta niha ser xeta xwe ya ji bo gelên herêmê bûye alternatîfa beranberî rejîm a statukoparêz û hêzên muxalefetê yên ji derve tên birêvebe birin mîna xeta 3’emîn li ber xwe didin. Ne bi dewlete re û ne bi Artêşa Hur re ne, mîna xeteke têkoşîna demokratîk bûne alternatîf.
Bi giştî têkîliyên Desteya Bilind a Kurd û muxalefeta Sûriyeyê re di kîjan astê de ne?
Niha bi giştî hevditîn bi hevdu re hene. Koalîsyonê hikûmetekê demî îlan kir. Lê di vê pêvajoya avakirina hikûmeta demî de diyalog bi Kurdan re ne hate danîn. Piştî ku Kurd beşdar nekirin, Desteya Blind a Kurd jî li dij vê yekê helweste xwe da diyarkirin. Desteya Bilind a Kurd dixwaze bi derdorê re dikare hevkariyê bike lê li ser esasê berjewendiyên Kurdan. Li ser esasê li rojavayê Kurdistanê parastina van mafê gelê Kurd. Eger ev nebe hevkariyeke were rojevê jî wê bê wate be. Ji ber wê yekê jî hevdîtin û guftûgo hene. Lê hîn Koalîsyona Sûriyeyê ku serokatiya wê Muaz El Xetîp dike nezîkbûne xwe ya ji bo Kurdan zelal nekiriye. Di mijara naskirin û rêzgirtina mafên Kurdan de dikare were gotin hêna jî zihniyetê xwe ya berê didominin.
Ji bilî Helebê li herêmen din ên rojavayê Kurdistanê tevî aramiya heyî jî pêla koçberiya ji bo Başûr û Bakûrê Kurdistanê nayê rawestandin. Sedemên vê çi ne?
Koça ji rojavayê Kurdistanê ya ber bi başûrê Kurdistanê ne bi şewazekî xwzayî ye, pîr sîstematîk û zêde yê. Yanî diyare hin hêz hewl didin herêmê valabikin an ji Kurdan paqij bikin. Mînak ev rêwekirin û ev sînoren ku hate wekirin di rastiyê de ji bo bazirganiyê û gihandina alîkariyê bû. Ji bo ku pêwistiyên rojavayê Kurdistan werine temînkirin ku gel ser erde xwe bimîne koçber nebe bû. Lê tiştekî berovajî tê jiyîn. Kurd ji herêmê koçî parçeyên din dikin û ji herêmên Ereban malbatên Ereb ên ji ber şer direvin tên li rojavayê Kurdistanê bicîh dibin.Ev tiştekî nakoke. Desteya Bilind a Kurd ji bo rê li valakirina rojavayê Kurdistanê bigire biryara qedexekirina koçkirinê da. Li Sûriyeyê şerekî tund tê meşandin û ji ber vê jî mimkûne ji bo gel hinek zehmetî hebin. Pêvistiyekê bi bîryareke li dij bi sîstematîkî valakirina Rojava heye. Ji ber rewşên îstîsnayî û lezgîn kesên neçarin herêmê biterikînin dikarin ji asayişe destûrê bigire. Eger ku ji asayişe destûrê nede divê herêm neyê terikandin. Gele mê yê ku ji herême derkeve dû tişt li pêşiya wê heye. Dema ku ji başûrê Kurdistanê gelek koçber bûn çûn Îranê û ji Tehranê derketin li ve dere bi gelek probleman re rû bû rû hatin. Yanî ji rastiya xwe jî dûr ketin. Ya dûyemîn, Kurd ji ser erdê Kurdistanê derkevin û Kurdistan wala bibe. Em ji bo gel statûyekê dixwazin, eger ku erdek be gel be te çi statû jere bixwaze? Ji bo we jî planên pir xeter tên meşandin.
Li Ewropayê kampanyaya alîkariyê ya 1’ê Sibatê hate destpêkirin heta 4’ê Gulanê hate dirêj kirin. Eleqeya ji bo kampanyayê çawa ye?
Bi giştî gele mê yê her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên ku li Ewropayê dijîn eleqeye wan û desteka ji bo Rojava başê. Lê rewşa taybet a Rojava pêwistiya bi organîzasyonên berfirehtir ferz dike. Heta niha asteke baş a gel dixwaze alîkariyê bike. Ev kampayaya alîkariyê ku beriya niha destpêkiribû rewşa Helebê ne tê de bû. Niha rewşa Helebê ket nave û 200 hezar kes koçberî Efrînê bûne. Pêvîstê ji bo alîkariyê ve bangek were kirin. Em bang dikin ku hemu Kurdistanî ji we rewşa Helebê heydar bin û lê xwedî derkevin. Em bang li saziyên navneteweyî yên alîkariyê dikin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. Ji ber ku ger di dema xwe de alîkarî negihije koçberan wê facîayêke mezîn derkeve. Divê her mirovê Kurd û dostên wan bizanibin her alîkariya tê kirin hinekî barê giran ê Rojava sivik dike. Divê alîkarî bi şêwazekî sîstematîk berdewan bikin. Em pêvajoyeke tund a şoreşê dijîn, roj bi roj guhartin çedibin, bar girantir dibe. Li gorî wê rewşê divê Kurdistanî li gor van şert û mercan û di vê astê de alîkariyê bidin û ji bo pêajoyên dijwartir amade bin. Pêvajoya niha tê jiyîn dîrokî ye; demên dîrokî jî fedakariyeke mezin dixwazin. Eger ku em wextî nêzîk bibin emê nikaribin pêwistiyên şoreşê û gel pêşwazî bikin.
Di qada navnetewî û dîplomasiyê de bi taybetî li Ewropa ji bo têkoşîna Kurdan eleqeyeke çawa heye?
Li Ewropa di destpêka serhildanê de di mijara Sûriyeyê de Kurdan de di rojevê de tûne bûn. Têne mesela gûharandina rejîma Sûriyeyê hebû. Mesele gel, qadera gelan were gûharandin tûne bû. Lê belê piştî rojavayê Kurdistanê rewşa de facto pêşketin çêbûn Kurd jî hatin rojevê. Di çerçoveya têkîliyên dîplomasiyê de hema hema bi hemû dewletên Ewropî hevdîtinên me çê bûn. Eleqeyeke dîplomatîk heye lê ne di asta ku bibê siyasetêk fermî ya ji bo çareser kirina rewşa Kurdan de ye. Niha dibejîn pirsgirêka Kurd jî lazima çareser bibe. Hema şewazê çareserkirinê wê bi çi rengî be ne diyar e. Ew jî bi xebatên me yên ji bo meşanina têkîliyan re giredayî ye. Gerek êm xabateke xurt bimeşînin. Hemû Kurdên li Ewropa heger em hewl bidin êmê karibin rewşa Rojava têxin rojeva dewletên Ewropa û saziyên navnetewî. Lazime bîryara navneteweyî ji bo çareseriyê derkeve. Çareseriya me jî li ser esasê ‘Sûriyeyeke Demokratîk û Kurdistaneke Xweser’ e.
Niha Ewropa wisa fehm kiriye nifûsa Kurdan ne hindike, kurd xwedî îradeyeke mezin in û ne mumkune piştguh were kirin. Yanî dive çareseriyêk were peydekirin. Şerê Serêkaniyê jî ev rastî raxiste ber çavan. Li Serêkaniyê li dij êrîşan Kurdan xwe parast. Li Halebê jî Kurd li hemberî rejîmê xwe diparezin û bi biryarin xwe biparêzin. Kurd bûne hêzek. Ewropî niha di siyaseta xwe de li ser pirsa; ‘gelo Kurd we çiqasî bihêz bibin’ radiwestin û dixwazin nêzîkbûna xwe li gor vê diyar bikin. Têkiliyên me jî bi wan re çedibin. Li Ewropa mê gelek konferans û civîn em çedikin û em wan mîjaran tînin ziman û dixwezin bala rayagiştî ya Ewropayê bikişînin bandorê li wan bikin û wan jî bikin aliyekî çareseriya pirsgirêkê.
ERDEM ÎNAL / FRANKFURT