Tommy Murphy: Heta Ocalan azad nebe, gelê Kurd azad nabe. Heta gelê Kurd azad nebe em azad nabin. Şoreşa Rojava berhema Ocalan e. Têkoşîna sendîkal divê misêwa ji bo azadiya Ocalan kampanyayê bi rê ve bibe.
Konfederasyona Sendîkayan a Meliktiya Yekbûyî (TUC) ku 56 sendîka tê de cihê xwe digirin, kongreya xwe ya 150´emîn li dar dixe. Di Kongreyê de biryarên destekkirina azadiya Ocalan, kampanyaya bi vê armancê û biryara piştgiriya bi têkoşîna gelê Kurd re bi yekdengî hat dayîn. Kongre wê heta 12´ê Îlonê dewam bike. KCK´ê jî bi peyama ji kongreyê re şand, bi bîr xist ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan wê tevgera karker û kedkaran li tevahiya dinyayê xurt bike.
Kongreya Konfederasyona Sendîkayan a Meliktiya Yekbûyî (TUC) ya 15´emîn li bajarê Ingilîstanê Manchesterê bi rê ve çû û banga xurtkirina kampanyaya ji bo azadiya Ocalan jî di kongreyê de hat kirin. Herçî pêşnûmaya biryarên destekkirina Kampanya Azadî ji Ocalan re ye, Yekîtiya Mamosteyên Skoçyayê ew pêşniyazî kongreyê kir.
Di vê pêşnûmayê de hat xwestin ku Tirkiye tavilê dawî li şerê li dijî Kurdan bîne, hevdîtinên ji bo aştiyê yên bi PKK´ê re dest pê bikin û ji bo ku di pêvajoya aştiyê de bi dewra xwe rabe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê serbestkirin.
Ji Yekîtiya Mamosteyên Skoçyayê Caroline Yates, ji Sendîkaya Rojnamevanên Brîtanyayê Steve Bird, ji Sendîkaya Akademîsyenan Joanna de Groot û ji sendîkaya Unite the Union, Tommy Murphy axaftinên destekkirina pêşnûmayê kirin.
Endamê Komîteya Navendî ya Rêveberiya sendîkaya herî mezin a Brîtanya û Skoçyayê Unite the Unionê, Tommy Murphy got, “Dewleta Tirk divê tavilê dawî li zextên xwe yên li dijî gelê Kurd bîne. Dewleta Tirk divê ji bo aştiyê bi nûnerê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd PKK´ê re ji nû ve dest bi hevdîtinan bike.”
Mandelayê Rojhilata Navîn
Di dewama axaftina xwe de Murphy got, “Heta Ocalan azad nebe, gelê Kurd azad nabe. Heta gelê Kurd azad nebe em azad nabin.” Murphy bi bîr xist ku Ocalan bi neheqî ev 20 sal in di zindanê de ye û ew weke Mandelayê Rojhilata Navîn bi nav kir. Wî bi bîr xist ku Şoreşa Rojava berhema Ocalan e û got, têkoşîna sendîkal divê misêwa ji bo azadiya Ocalan kampanyayê bi rê ve bibe.
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a li Ingilîstanê Ercan Akbal û Rizgar Wan jî peyivîn û wan got, ji bo wan gelekî girîng e ku sendîka xwedî li kampanyaya azadî ji Ocalan re derkevin.
Di dawiya minaqeşeyan de pêşnûma bi yekdengî hat qebûlkirin.
Hûn destekê didin têkoşîna azadiyê
Hevserokatiya KCK´ê peyameke nivîskî ji kongreyê re şand. Hevserokatiya KCK´ê got, “Rêber Apo, ne tenê aştiya gelê Kurd dixwaze, ew di heman demê de lîderek e ku dixwaze şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Ji ber vê yekê em pirr baş dizanin ku hewla we ya li ser mijarê ne bi tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo aştiya tevahiya cihanê ye û em vê gelekî bi qîmet dinirxînin. Rêber Abdullah Ocalan ne bi tenê lîdereke ku azadiya gelê Kurd dike, ew lîderek e ku di heman demê de alîgirê wekhevî, sîstemeke komunal û bi gotinên zelaltir alîgirê sosyalîzmê ye. Lewma jî ew Rêberek e ku hevrê û dostê tevahiya kedkarên dinyayê ye. Ji ber vê yekê jî azadiya wî wê di heman demê de bibe destekeke mezin ji bo çîna karker û kedkaran a dinyayê jî.”
KCK´ê bi bîr xist ku TUC´yê beriya niha jî destek dabû azadiya Mandela jî û got, ev hewla tevî 6 milyon endaman a TUC wê xwe di sendîkayên din de jî bide der û ev jî encama dostaniya bi gelê Kurd re ye. KCK´ê di dawiya peyama xwe de kongre pîroz kir û daxwazên xwe yîn ji bo serketina têkoşîna ji bo dinyayeke adiltir, wekhevtir jî gihandin beşdarên kongreyê.
MANCHESTER