Organîzatorên ku her sal gelekî dikin mêvan, îsal ji gelê Kurd re mêvandarî kirin. Bi alîkariya Komelay Dostaniya Kurd û Broton û Komeleya Çanda Kurd a Amara, bi pêşandan û çalakiyên cihêreng, çanda gelê Kurd hat naskirin.

Di çalakiyê de berxwedana Parqa Gezî hat silavkirin û koma govendê ya Komeleya Çanda Kurd a Amara, komên muzîkê yên ji ciwanên Kurd û Brotonî pêk tên derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Her weha ji çanda Kurd, şeva hinê ji aliyê hin ciwanan ve hat nîşandan. Nan û xwarinên herêmî yên Kurdan, ji aliyê jinên Kurd ve ji mêvanên beşdar re hatin pêşkêşkirin.
Di çalakiyê de her weha di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sedan îmze li dezgehê hatin berhevkirin. Çalakî li pêwendiyeke mezin a çapemeniya herêmî rast hat û heta derengiya êvarê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" dewam kir. 

ANF/RENNES