Festîvala ku ji aliyê saziya Alman a bi navê Forum Der Kulturê ve hatî organîzekirin, îsal ji 15’ê Tîrmehê hetanî 21’ê Tîrmehê li navenda bajêr li qada Markt Platzê hate lidarxitin. Bi dehan sazî û dezgehen çandî yên biyanî tevlî festîvalê dibin. Her wiha her sazî û komeleya biyanî bi çanda xwe cîh digire û bernameyên nasandina çanda xwe pêskês dike. Di festîvala îsal de nêzîkî 50 komele û saziyên biyanî cih girtin û her roj bi deh hezaran kesî serdana festîvalê kir. Ji bilî standên xwarin û wexarinê bi dehan kom û hunermendên navdar ên biyanî jî cîh girtin.
Di vê festîvala ku li heremê gelekî girîng tê dîtin de Kurdên li derdora Stuttgartê dijîn jî li ser navê Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamyayê bi standa xwarin û wexarinê beşdar bûn û bi xwarinên xwe, bi bernameyên canda xwe bal kişandin. Xwarinê Kurdan bi taybetî xwarinên bi navê Tevlîhev û Ato ji aliyê kesên besdarî festîvalê bûyin ve eleqeyeke mezin dîtin.
ABDURRAHMAN KARATAS-STUTTGART