
Di konferansê de li gel Muslim, parlamenterên BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, serokê yekitiya saziyên kurd ya navnetewî Samoyev Mîrabî, serokê Otonomiya Çanda Navnetewî ya Kurd a Moskovê Ferhat Patiyev, nûnerên PYD’ê yê Fransayê Dr. Xalid Îso û endamê KNK’ê û nûnerên kurdan yên Tambov Şamoyev Cemal Catoevîç tevli bûn.
´Rojava berdêl da´
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim destpêkê mafê axaftinê girt û da zanîn ku di serî de DYA û gelek hêz di mijara teavlibûna kurdan ya Konferansa Cenevre2 de xesasiyeta Ereban tînin ziman, lê xesasiyeta kurdan jî heye û divê her kes vê li ber çavan bigire. Muslim da zanîn ku qezenc û bûyerên li Rojava bi hêz û daxwaza gel û her wiha bi fedekirin canê ewladê gelê kurd hatiye bidestxistin.
Muslim wiha got: “di pêvajoya niha de gel xwe bi xwe rêve dibe û rêxistin dike. Ereb, ermenî, û gelên din di tevli vê pêvajoya rêxistinbûnê bûne.
´Tirkiye li dij e´
Nûnerên Fransayê yê PYD’ê Dr. Xalid Îsa jî da zanîn ku tevlibûna kurdan ya Cenevre 2’ê şerte û got: “Ger kurd tevli vê konferansê nebin ev konferans tu wateya wê nîne. Helwesta Tirkiyê ya li dijî şoreşa Rojava jî neyîniye û ji bo ku encamên civînê bê qebûlkirin, yekane şens eve ku divê kurd serbixwe bên temsîl kirin.
´Li Tirkiyê înkar didome´
Parlamenterê BDP’ê Hasîp Kaplan jî di konferansê de axivî û balkişand ser bêhiqûqiya li dijî kurdên li Tirkiyeyê û wiha got: “Çend roj berê di girtekan de ya li Meclisa Tirk de îfadeya Kurdistan hatibû derbaskirin û li ser vê alozî derxistin. Li Parlamentoya Rûsyayê beyî ku pirsgirêk derkevin diaxivin. Ger em vê li Tirkiyeyê biaxivin, Tirkiye di girtekan de wek ‘zimanê ku nayê zanîn’ derbas dikin.” Cemal Çatoyevîç ku bi delegasyona Tambov tevli konferansê bû jî di axaftina xwe de cih da serdana xwe ya Rojava. Çatoyevîç tecrubeyên rêxistinbûn û xwebirêvebirina kurdan vegot.
´Cîhan wê Ocalan qebûl bike´
Parlamenterê Rûs Mîtrafanov jî ku civîn pêşkêş dikir, axivî û balkişand ser wefata Lîderê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela. Mîtrafanov diyar kir ku Mandela demeke dirêj wek terorîst hatiye îlankirin û got dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî weke Mandele rojekê ji aliyê hemû cîhanê ve bê qebûlkirin û cihê ku heq dike bibîne.
MOSKOV