Dîrektorê saziyê Mark Lattimer da xuyakirin ku di nava du salên bihurî de asta gef û xeteriyê li Sûdana Başûr, Komara Afrîka ya Navîn û Sûriyeyê bi awayekî balkêş zêde bûye û da zanîn ku şerê etnîkî û mezhebî yên li van welatan gefeke ciddî dixun. Lattimer diyar kir ku Tirkiye jî di nav de li gelek welatan asta gefa li dijî hindikayiyan zêde bûye. Di raporê de hat destnîşan kirin ku Artêşa Sûriyeya Azade li bakurê Sûriyeyê li pêşberî çeteyên Îslamî yên radîkal lawaz bûye û ji ber vê yekê Kurd bi gefeke ciddî re rû bi rû ne. Di raporê de hat ragihandin ku zêdeyî 50 hezar penaber neçar mane ji ber vê sedemê koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Di rapora saziyê de hat diyarkirin ku Kurdên li Îran, Iraq û Tirkiyeyê jî di bin gefê de ne û hat destnîşankirin ku di rêza gefa li dijî hindikayiyan de Tirkiye bi 6 rêzan bilind bûye û di rêza 30. de cih girtiye.
Rapor her wiha rewşa li Başûrê Sûdanê jî bi berfirehî nirxand û da zanîn ku di pevçûnên etnîkî yên mehên dawî de nêzî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî mîlyonek mirov jî ji cih û û warên xwe bûne. Ji bo Yemenê jî hat bibîr xist ku li herêmên El Qaîde lê serdest e, serhildan ketiye sala xwe ya heyştemîn û hat destnîşankirin ku komên Îslamî yên radîkal timî êrîşan dikin.
NEW YORK