Di merasimê de alîkarê Serokomarê Îranê di Karûbarên Kêmîneyên Etnîkî û Olî Elî Yûnisî, waliyê Sine, rayedarên zanîngehê û gellek rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd beşdar bûn. Berpirsê Navenda Kurdolojiyê ya Zanîngeha Kurdistanê, Omîd Qadirzade di merasimê de axaftinek kir û got, Kurd li Îranê her dem alîgirê diyalog û lihevhatinê bûne ji ber wê jî em hêvîdar in mîna gelên din ên Îranî, girîngiyê bidin Kurdan jî.
Elî Yûnisî jî diyar kir ku Kurd bi kultura xwe tên naskirin lê li pêşiya geşekirina wê kulturê gellek astengiyên aborî, civakî û siyasî hene û divê bên rakirin. Yûnisî anî ziman ku heta nivîskarên mîna Ehmed Qazî û Ehmed Şerîfî di asta Îranê de neyên behskirin û naskirin, Kurd dê her mezlûm bimînin.
Nivîskarê Kurd Ehmed Qazî roja 7'ê vê mehê û nivîskarê Kurd Ehmed Şerîfî jî roja 10'ê vê mehê wefat kiribûn.
SINE