Piştî hilbijartinên li Tirkiyê, pêşketinên li Rojava jî dilê Kurdan şa kir. Hêzên Kurdî (YPG/YPJ) bi hezên din ên herêmî (Burkan el Firat) bajarokê Girê Spî ji destê DAÎŞ’ê rizgar kirin. Girê Spî ji bo DAÎŞ’ê şûneke pirr stratejîk bû, ku alîkarî û piştgiriya ji derve piranî ji vê derî re pêk dihat; him çekdarên ji bo tevlîbûna vê rêxistinê ji welatên din dihatin û him jî lojîstîk ji vir re dihate derbaskirin.

Lê piştî rizgarkirina Girê Spî, deng û qîrîna rayedarên Tirk, bi taybetî jî ya Serokomarê Tirk R.T.Erdogan ji ya DAÎŞ’ê wêdetir hate bihîstin. Yên ku heta îro alîkarî û piştgiriya wan hovan dikirin, wekî tiştek ji destê wan hatiye standin, qîre qîr kirin. Yên ku dema DAÎŞ’e serê bi sedan însanan jê dikir, dengê xwe dernedixistin, piştî serketina hêzên Kurdî behsa valakirina gundên Tirkmen û Ereban kirin!..

Hê jî di feraseta serdestên Tirk de şûneke Kurdê azad û serbilind tune ye. Hê jî siberojeke azad û aram layiqî Kurdan nabînin. Ev bertekên wan nîşan dide, ku dewleta Tirk hê jî di polîtîkayên tunekirina Kurdan de bi israr e. 

Ji destpêkê heta niha tevahiya polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî yên li Iraq, Îran û Sûriyê bi armanca bêstatûhiştina Kurdan bi rê ve dibin. Ji xwe tê zanîn, dewlet û hikûmeta Tirk sala çûyî hewil da bû ku Kobanê bikeve destê DAÎŞ’ê û Erebên ku hatine Tirkiyê li wê derê bicih bikin û erdên Kurdan ji hev qût bikin ku Kurd bahsa statûyekî li Sûriyê nekin. Û herwiha dixwestin; destê Kurdan di têkoşîna li Bakur û parçeyên din de bêhêz bibe û destketiyên wan bên lawazkirin...

Lê heqî riya xwe dibîne û Kurd her serdikevin; li Rojava, Bakur û Başûr, li her parçeyên Kurdistanê û li qadê navneteweyî bi hêz in û têkoşîna wan tê silavkirin.

Dewletên ku bi feraseta dijminatiyê kor bûne û xewna tunebûna Kurdan dibînin, hêz û bandora xwe wenda dikin, bindikevin. Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî AKP’ê jî wek nûnerê dewleta Tirk a dijkurd, êdî wenda dikin û her diçe bêîtîbar û bêrêz dibin.

Niha li Tirkiyê behsa hikûmetekî koalîsyonê tê kirin. Ji daxuyaniyan mirov wer fam dike ku rayedarên dewletê û nûnerên partiyên kilasîk ên dewletparêz hê jî tu ders ji encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê û pêşketinên li Rojava û li tevahiya Rojhilata Navîn dernexistine. Hê jî meseleyê bi demogajiyên rojane hiltînin dest û ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn, bi taybetî jî çaraseriya pirsgirêka Kurdî, tu plan û bernameyan dananîn holê, berovajî vê yekê, ji guftûgoyên meseleyên bingehîn direvin.

Wekî ku rayedarên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) tînin zimên; li Tirkiyê eger niqaşên li ser koalîsyona hikûmetê nû, bêyî pêvajoya çareseriyê û bêyî hesapkirina pêşketinên li Rojava û Başûr bên kirin, nagihîje tu armancekê. Yanî, hikûmetên ku di bernameya xwe de hebûn û mafên Kurdan hesap nekin û ji bo amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya ku mafên Kurdan jî bihundirîne serê xwe neêşînin, nikanin tu dermanî ji pirsgirêkên li Tirkiyê re peyda bikin. Berovajî aramiyê, wê bibin sebebê kaos û aloziyên ku tu kes nikane ji nav derbikeve.

Him di hilbijartina li Tirkiyê serketina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û him jî serketina li Girê Spî, wê bandorê li ser têkîliyên Kurdan ên navxweyî jî bike. Wer tê payîn; ku hemû partiyên Kurdan gorî van pêşketinan wê him helwestên xwe yên li hember polîtîkayên dewletên serdest û him jî helwestên bi hevdu re wê ber çavan re derbas bikin. Kîjan hêza Kurdî van pêşketinan şaş bixwîne û berjewendiyên xwe yên komî deyne pêşiya berjewendiyên netewî, ew ê mîna serdestên zordest wenda bikin.

Tu şansê partiyên Kurdî tune ye ku ji çareseriyê, yekîtiya neteweyî û pêşxistina vîna neteweyî birevin. Heqî riya xwe dibîne û wê herdem bibîne jî. Yanî; kî ji serketina HDP’ê û serketina Girê Spî dilşad bûye; ew ê her dilşad bibin. Lê kî jê berketiye, ew êdî nikanin pişta xwe rast bikin û li ser pê bisekinin!..