Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 24. li meydana Deutzer Wetfê ya bajarê Elmanyayê Kolnê bi tevlîbûna bi deh hezaran kesî pêk hat.
Çalakiya ku yekemîna wê sala 1992´yan li bajarê  Elmanyayê Bochumê hat lidarxistin, îsal li Kolnê hat kirin. Festîvala ku ya pêşî sala 1992’an li Bochûma Elmanyayê destpê kirî, ji hingê ve bi awayekî perîyodîk her sal, meha Îlonê li bajarekî cihê yê Elmanyayê pêk tê. Festîval heta niha, ji ber qedexekirina PKK’ê ya li Elmanya tenê sala 1995’an pêk nehat.
Festîvala ku berê ji hêla YEK-KOM’ê ve dihate organîzekirin, ji 2014’an ve ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanya (NAV-DEM) ve tê organîzekirin. Îsal jî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 24. bi dirûşma, “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” û “Bi Giyanê Berxwedana Xweseriyê ber bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ve” pêk hat.


Weke cejnekê

Meydana festîvalê Deutzer Wetf, li ber çemê Rheinê bû û bi xêra hewaya xweş, weke cejnekê derbas bû. Di çarçoveya festîvalê de gelek kon hatin vedan ji bo danasîna çanda Kurd bi nifşê nû. Jin û ciwanan bi xeml û rengê xwe yên neteweyî meydana festîvalê xemilandin.


‘Em ji bo azadiya Ocalan têkoşin’

Festîvalê bi sirûdên Koma Berxwedan destpê kir. Paşê Hevserokên NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur û Bahattîn Dogan festîval diyarî wan kesan û malbatên wan kirin ku di berxwedana xweseriyê de jiyana xwe ji dest dane.
Li ser dikê nûnerên gelek partiyên siyasî, sazî û dezgehan, nivîskar, rewşenbîr, şexsiyetên siyasî jî peyamên xwe dan. Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî di festîvalê de peyivîn.


Muslim: Tirkiye jî weke DAIŞ’ê wê têk biçe

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di Festîvalê de got, “Beriya bi 4 salan dîsa di festîvaleke wiha de me gotibû, ‘Em civakeke şerker in, me ji pêşiyên xwe tecrûbe girtine û em şagirtêm Rêber Apo ne’. Îro Kurd li Rojava, bi Sûryanî û Ereban re dixwazin sîstemekê ava bike. Dixwaze sîstemeke demokratîk û azdîxwaz a federal ava bike. Ev sîstem di heman demê de çareseriya Rojhilata Navîn e jî. Ji bo vê jî li dijî vê şer dikin. Bila her kes bibîne û bibihîse gelê Kurd hatiye qonaxeke girîng û pêşengtiyê ji têkoşîna demokrasiyê re dike. Bi DAIŞ’ê û paşmêrên wan re şer dike. Çawa ku DAIŞ têk çû, hemû wê têk biçin. AKP çi dike? Paşmêrtiyê ji DAIŞ’ê re dike. Hûn ê jî weke DAIŞ’ê têk biçin.”


Bayik: Divê bi ti awayî em ranewestin

Hevserokê Konseya Rêveberiya a KCK’ê Cemîl Bayîk, peyemeke bi dîmen ji bo festîvalê şand û got, “Xwedîderketina li Rêber Apo, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye. Di heman demê de xwedîderketina li paşerojê ye. Yê li Rêber Apo xwedî dernekeve, wê nikaribe lixwe jî xwedî derkeve. Ji bo zelalkirina rewşa Rêber Apo hin çalakî pêk tên. Bê goman ev çalakî baş in lê têrê nakin ku deriyê Îmraliyê were vekirin. Ji ber vê çendê lazime çalakiyên mezintir pêk werin.
Mafê gelê me û şervanên me yê rewa ye ku ji bo wergirtina agahiyan ji Rêberê Apo, çalakiyan li dar bixin. Lewma divê gelê me û hêzên demokratîk, heta ji Rêber Apo agahî werin girtin çalakiyên xwe dewam bikin.


Demîrtaş: Divê gelê Kurd li ser piyan be

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş jî di festîvalê de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “rewş krîtîk e, vê gavê meseleya krîtîk Imralî ye. Heya ku agahiyek jê were wergirtin her Kurdê xwedan rûmet wê li qadan be. Ji bo vê jî di serî de gelê me yê Ewrûpa heya ku ji Rêber Apo agahiyek were standin divê li ser piyan be. Li dijî wê hişmendiyê ku dixwazin Kurdan tune bikin, di bin zextê de bihêlin, em ê demokrasî û azadiyê biparêzin.”


KOLN