Ji ber ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgirî dide operasyonên siyasî û leşkerî yên ku Tirkiye li hemberî kurdan dide meşandin, Kurd dê cara yekemîn li hemberî DYA’yê dest bi xwepêşandanên girseyî bikin. Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) bang li hemû kurdên li welatên Ewropayê dijîn ku li ber sefaretxaneyên DYA’yê li welatên Ewropayê çalakiyên girseyî li dar bixtin.
Kampanyaya ji aliyê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) û 10 federasyonên ku 170 komeleyên wan hene, îro tê destpêkirin û dê heta 31’ê çileyê berdewam bikin.
Saziyên Kurdan di daxuyaniya dayî de DYE’yê bi hevkariya komkujiya li hemberî kurdan têne meşandin sucdar kirin û bi vê boneyê dê li ber balyozxaneyên DYA’yê xwepêşandanên girseyî li dar bixin. Ligel protestoyên girseyî, dê çalaliyên şexsî bêne lidarxistin û dê name ji bo rêveberî û Kongreya DYA’yê re jî bêne şandin.
Hate zanîn ku amadekariya çalakiyên cuda jî tê kirin, bang li sazî û rêxistinên kurdan ên li Herêma Kurdistanê , îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê tê kirin ku jib o protestokirina polîtîkayên DYA’yê yên li hemberî kurdan dest bi kampanyaya bikin.

DYA agahiyên sîxurî dide
Di daxuyaniya ji aliyê 170 komle û 10 fedarasyonên kurdan ve hate dayîn de hate bibîrxistin ku di 28’ê kanûna sala 2011 de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê di encama bobmebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de 35 kurd hatin qetilkirin û her wiha li devera Kortek a Qendîl a Herêma Kurdistanê dîsa di encama bombebaran balafirên şer ên artêşa Tirk de 4 jê zarok 7 welatiyên kurd hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn û bi hezaran kes neçar man koç ber bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev komkujî di encama agahiyên sîxûrî yê yên Balafirên Bê Mirov ên DYA’yê dane Tirkiyeyê de pêk hatine.
Di dxuyaniyê de wiha hate gotin, “Bi mehan e, hilbijartiyên gelê kurd, parlementer, şaredar, siyasetmedar, nunerên sazî û rêxistinên sivîl, endamên wan, parêzer, rojnamger, rewşembîr û hunermend bi giştî nêzî 4 hezar kuedên sivîl hatine girtin. Dîsa, zêdetirê 5 mehane ku gelê Kurd tu agahî ji Abdullah Ocalan ê ku di encama komploya navnetewî ya ku DYA’yê piştgiriyek xurt daye de, hate girtin, wernagire.”

Hêzên navnetewî aliyê pirsgirêk û çareseriyê ne
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku semdeê vê zilim û terorê ji karekter û pêkhateya hikûmeta Tirk a yekperest, înkarker, destpotîk û dîkdator tê, lê di dîrokê de û bi taybet jî îro pirsgirêk akurd pirsgirêkeke navnetewî ye. Saziyên kurd gotin; “hêzên navnetewî alîgirê pirsgirêk û çareseriya wê ne. Ev rastî herî zêde ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku herî zêde têkiliyên wê di her warî de bi Tirkiyeyê re xurt, derbas dibe.”

Di tevkujiya Roboskî de  berpirsiyariya DYA'yê
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêkanîn û polîtîkayên di serdema Bush de li hemberî kurdan hatine destpêkirin, di dema Barrack Obama de jî berdewam dikin û ev yek ji bo kurdan rê li ber gelek trajediyên mezin vedike. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku DYA bi van polîtîkayên xwe ne ne tenê cesaretê dide polîtîkayên qikirin, înarkirin û bişaftinê yên dewleta tirk ên li hemberî kurdan û wih hate gotin; “Weke gelek caran rayedarên DYA’yê jî bi xwe îtîraf kirin, agahiyên sîxûrî û teknîkî didin dewleta tirk ev yek di komkujiya Roboskiyê de jî hate dîtin. Balafirên şer ên f-16 û Balafirên bê Mirov ên Hewayî (predator) ên ku herî dawî bû sedema qetilkirina 35 kurdan, delîla herî zelal a vê yekê ne.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê kurd li hemberî rejîmên destpotîk ên Îran, Tirkiye û Sûriyeyê tekoşîneke rewa ya rizgariya netewî-civakî dide û ji ber wê jî dibe hedefa van hersê dewletan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Rejîma DYA bi taybet li Rojhilata Navîn xwe weke hewariyê azadî û demokrasiyê dibîne, bi çaveke dijminane li tekoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan ku bûye çavkaniya hişyarbûna gelan a rewa ya li Rojhilata Navîn, dimeyzîne, bi vî awayî dibe hevparê komkujiya li hemberî gelê kurd. Tu hincetên wijdanî û mantiqî yên vê yekê tune ne. Ji ber wê jî em neçar in ku pirsa ‘gelo sînorê demokrasî û mafê mirovan a ku ew her tim bi kar tîne heta ber deriyê berjewendiyên wan e? bipirsin.”

Bi çalakiyên girseyî DYA dê were protesto kirin

Kampanyaya ji aliyê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) û 10 federasyonên ku 170 komeleyên wan hene, îro tê destpêkirin û dê heta 31’ê çileyê berdewam bikin. Saziyên Kurdan di daxuyaniya dayî de DYE’yê bi hevkariya komkujiya li hemberî kurdan têne meşandin sucdar kirin û bi vê boneyê dê li ber balyozxaneyên DYA’yê xwepêşandanên girseyî li dar bixin. Ligel protestoyên girseyî, dê çalaliyên şexsî bêne lidarxistin û dê name ji bo rêveberî û Kongreya DYA’yê re jî bêne şandin.

Banga tevlîbûna çalakiyan 
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Ji bo helmeta me encam bigire, pêşî Rêveberiya Herêma Kurdistanê, em bang li hemû sazî, partî, komele, sazî û desgehên ragihandin-çapemeniyê, siyasetmedar, rewşebîr û hunermedên kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku bi awayeke herî xurt pêşengiya vê kampanyayê bikin. Em di wê baweriyê ne ku dê endam û kesayetên welatparêz ên bi rûmet ên gelê me yê fedekar, li hemberî hemû qedexe, zext û komkujiyan, bi biryardariya parastina nirxên neteweyî û bidestxistina azadiyê dabikevin qadan û bi awayeke herî xurt beşdarî kampanyayê bibin. Her wiha, li hemberî van sucên mirovî û komkujiyên li hemberî gelê kurd bang li hemû parêzvanên aşitî, demokrasî, mafê mirovan, saziyên neteweyî û navneteweyî, sazî, partî, çapemenî-ragihandin ên di asta neteweyî û navneteweyî de û hemû derdorên ku piştgiriyê didin gelê kurd ê mazlum û dijberên zilma li ser gelan dikin ku bi awayeke xurt beşdarî kampanyayê bibin û bibin xwedî helwesteke xurt.’’

Saziyên daxuyanî dane

Konfedarasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) , Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM); Federasyonên Komeleyên Kurd ên li Franseyê (FEYKA-KURDISTAN); Federasyona Komeleyên Kurd ên li Îngilîstanê (FED-BÎR); Federasyona Komeleyên Kurd ên li Awisturyayê (FEY-KOM); Federasyona Komeleyên Kurd ên li Swîsreyê (FEKAR-KURDISTAN); Federasyona Komleyên Kurd ên li Belçîkayê (FEK-BEL) ; Federasyona Komeleyên Kurd ên li Holandayê (FED-KOM) ; Konseya Kurdan a li Swêdê (KURDISTKA RADET) ; Federasyona Komeleyên Kurd ên li Denmarkê (FEY-KURD); Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Welatên Balkanê (FEK-BAL)

ANF/BRUKSEL