Serokdewletê Sûriyeyê Eşar el Esad piştî bûyerên dijwar ên ku ji meha adarê ve li Sûriyeyê diqewimin û di encamê de bi hezaran kes hatine kuştin, di dawiya meha gulanê de efûya giştî ji bo girtiyên siyasî yên derxist. Di nava vana de girtiyên siyasî yên ji doza PYD’ê jî hebûn. Ew jî li ber efûyê diketin.
Lê her çendî Esad efûya giştî îlan kir, heta tenê di girtîgeha Helebê de 39 girtiyên Kurd ên li ber efûyê ketin, lê nehatine berdan hene.
Li Girtîgeha Navendî ya Helebê 39 girtiyên Kurd yên ji doza PYD'ê girtî ne, hin ji wana bi zagonê taybet ceza li wana hatiye birîn. Hin ji wana di navbera 5 sal heyanî 20 salan de ceza xwarine û hîna 4 girtiyên Kurd der barê wan de tu agahî nîne .
ANF’ê karî xwe gihand xizim û malbarên girtiyan. Hejmara girtiyên Kurd ên di girtîgeha Navendî ya Mislimiye ya Helebê de têne ragirtin 39 in. Hêjayê gotinê ye ku piraniya wan piştî ji sala 2009 û şûnde, ango piştî têkiliyên xurt ên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatine girtin.
Gelek ji wanan di navbera salên 2008-2011 de hatine girtin û heta niha ceza lê nehatine birîn û nehatine darizanin. Navên girtiyên nehatine darizanin ev in: Rêzan Hisên Bekir di 24.01.2011 de, Esed Mehemed Silêman di 10.02.2009 de, Xelîl Umer Xelîl di 29.12.2010 de, Bengîn Alî Şahîn 29.2.2011 de, Xebat Reşîd Mustafa di 21.03.2010 de, Givara Ferîdûn Îbrahîm di 02.02.2011 de, Mehmed Şemyo Sibhî di 14.09.2010 de, Mehmûd Hesen Hemdoş di 03.12.2008 de, Kamîran Horîk Qasim di 03.11.2008 de, Abdulmecîd Eloş Hemîdin di 17.08.2011 de, Wehîd Umer Xelîl di 30.11.2008 de, Mehmed Muslim Mehemd di 29.07.2009 de hatiye girtin.
Girtiyên ku cezayê wan hatine birîn û ev demeke di girtîgehê de ne jî wiha ne:
Azad Mehmed Osman 10 sal, Sefkan Reşîd Xilo 10 sal, Mehmed Ednan Abdullah 7 sal, Şikrî Xalid Umer 12 sal û nîv ceza, Ebdulhemîd Hemîd Mustafa 20 sal, Mehmed Alî Bozan 12 sal, Hesen Xalîd Qido 5 sal, Hogir Mustafa Hebeş 10 sal, Mehmed Ehmed Kîlo 7 sal, Menan Ehmed Sîdo 6 sal, Cîger Mehemd Ekram 10 sal, Ferhad Mehmed Mehemed 10 sal, Îzet Îbrahîm Sîdo 10 sal, Ciwan Ehmed Mehemed 6 sal, Înayet Ebduleziz Xanê 8 sal, Mehemed Ehmed Hebîb 5 sal, Mustafa Mehmed Şêxo 5 sal girtiye, Hisên Mehmed Cefer 20 sal, Ferîd Mehmed Umer 20 sal, Kemîran Xelîl 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Di nava girtiyan de 4 girtiyên, 4 girtiyên ku hîna tu agahî di derbarê wan de nîne hene ji wan jî: Şîyar Horîk Mehmo, Ehmed Hisên hisên, Orhan Alî Mus û İkaş Mustafa Xalid.
Tirkiye û Sûriyeyê girtiyê Kurd wenda kirin
Der barê îkaş Xalid de hin agahiyên balkêş hene. Îkaş Xalid ji Qûpê yê Efrînê gundê ye. Di 22 nîsanê sala 2008 de dema dixwest, di ser Tirkiyê re derbasî Ewrupa bibe, li Tirkiyê tê girtin û radestî Sûriyeyê tê kirin. Lê heyanî niha rêyedarên Sûriyeyê înkar dikin ku kesekî bi vî navî li cem wan girtiye.
Debarê girtiya jin de agahî tune
Di nava girtiyên Kurd de, girtiyê bi navê Nîdal Ehmed Yusuf e ku bi cezayê muebedê hatiye darzandin û girtiyê bi navê Mehmed Semîr Umer ku hîna cezayê wî nehatiye diyarkirin. Balkêş e di nava 39 girtiyan de, tenê girtiya jin bi navê Merheym Hebeş Sabrî heye. Lê der barê Hebeş de tu agahiyên zelal neketine destê me.
Li hemberî girtiyê Kurd cûdakarî
Li gor agahiyên ku ji xizmên girtiyan hatine wergirtin, di girtîgeha Mislimiyê ya Helebê de rastî siyaseta cûdakar tên û rewşa wan a tenduristiyên ne baş e. Her çendî biryara efûyeke giştî ji bû girtiyan, ji aliyê Serokê Sûriyeyê deketiye jî, lê hîna girtîgehên Sûriyeyê dagirtî ne ji girtiyên siyasî yên Kurd.
Piraniya van girtiyên Kurd ên siyasî ji ber xebatên xwe yên siyasî yên ji doza Kurdan hatine girtin. Gelek ji wana hîna jî nehatine darizandin. Hêjayê gotinê ye ku piraniya wan girtiyan bûne qûrbanên têkiliyên siyasî û aborî yên demên borî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de.
ANF/HELEB