Paneberên Kurd Kamuran, Fakher û Shajan Abdollahzadehfard û Behzad Mirkhanpour, diyar kirin ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê dijîn li tu welatên din najîn. Kamuran Abdollahzadehfard, anî ziman ku wan li Îranê ji ber nasnameya xwe ya sîyasî zext û zulim dîtin, lê li Tirkiyeyê hemû mafên wan tê binpêkirin.
Ji ber ku statuya Kurdan û nasnameya Kurdan nayê qebûlkirin, Kurd li her derê rastî binpêkirina mafan tên. Kurdên ku li Îranê ji ber nasnameya siyasî rastî zextan hatin û koçî Tirkiyeyê kirin, li vir jî rastî binpêkirinên mezin tên. 4 Kurdên ji Îranê koçî Tirkiyeyê kirin, ji ber mafê wan ê mirovan nayê parastin li ber UNHCR ya di bin Neteweyên Yekbûyî de hatiye avakirin çalakî pêk anîn.

'Li Îranê siyaset pir talûkeye'
Penaberên Kurd ên birayên hev Kamuran, Fakher û Shajan Abdollahzadehfard û Behzad Mirkhanpour, serpêhatiyên xwe û pirsgirêkên xwe ji ajansa DÎHA'yê re vegotin. Kamuran Abdollahzadehfard, anî ziman ku ew Kurdên Îranê ne û li bajarê Urmiyeyê dijîn. Abdollahzadehfardi, anî ziman ku 5 bira ne û bavê wan mela ye û wiha got: "Bavê min çalak siyaset dikir. Me 17 sal berê winda kir. Dayik û bavê min ji ber karê siyasetê dikir ji aliyê rejîma Îranê ve wekî terorîst hatin îlankirin. Ji ber dayik û bavê xwe me jî dest bi siyasetê kir. Min ji lîseyê de dest bi siyasetê kir."
Abdollahzadehfard, anî ziman ku li Îranê cihgirtina nava siyasetê û partiyên siyasî pir talûkeye û kesên siyasetê dike divê mirinê bidin ber çavên xwe. Abdollahzadehfard, destnîşan kir ku li girtîgehên Îranê bi hezaran girtiyên siyasî hene û wiha got: "Mirov ji ber fikra xwe ya siyasî tên girtin û rastî cezayan tên. Me ji ber zextên dewletê û fikra xwe ya siyasî koç kir. Ji bo em xwe rizgar bikin em hatin Tirkiyeyê û me serî li UNCHR’ê da."

‘Karê me nayê meşandin'
Abdollahzadehfard, destnîşan kir ku ew di sala 2006'an de hatin Tirkiyeyê û rayedaran wê demê ji wan re got ji bo hûn Kurdin dibe ku karê we asteng bibe. Abdollahzadehfard, anî ziman ku wî beşa mamostetiyê xelas kir û wiha got: "Ji bo ku min karê siyasetê kir ez ji mamostetiyê hatin avêtin. Birayê min Fakher rastî gefan hat. Di 2010'an de ji ber zextan ligel hevsera xwe hate Tirkiyeyê. Pişt re xwişka min Shajan Abdollahzadehfard hate Tirkiyeyê. Em 3 xwişk û bira li Tirkiyeyê gihiştin hev.

‘Li Tirkiyeyê mafê me tune'
Abdollahzadehfard, destnişan kir ku ew ji bo çareseriyê hatin Tirkiyeyê, lê piştî ku hatin Tirkiyeyê jî mafê wan ê penaberiyê nehat parastin û ji ber vê yekê li ber dest bi çalakiyê kirine. Abdollahzadehfard, dazanîn ku wî di 2009'an de erêkirina UNCHR’ê stent û serlêdanên wan ên Kanada, Hollanda û Fransa nehat qebûl kirin. Abdollahzadehfard, bilêv kir ku Hollanda ji ber nasnamya wî ya Kurd ew qebûl nekir û ji ber dirûtiya UNHCR'ê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine.
Behzad Mirkhanpour jî anî ziman ku ew ji Urmiye hate Tirkiyeyê û wiha got: "Ez di sala 2003'an de ji ber pirsgirêkên siyasî hatim Tirkiyeyê. Nêzî 10 salin ez li vir im. Lê kes bi me eleqeder nabe. Em li vir ji tu mafê xwe sûdê nagirin. Em ji UNHCR'ê re dibêjin me bişînin, lê ew jî dibêje em we naşînin dewleta sêyemîn. 

DÎHA/ENQERE