Di dema çalakiyeke Aspen Security de ku serokê Hêzên Taybet ên Emerîkayê General Raymond Thomas li Washingtonê bersiva pirsên rojnamevan û beşdaran da, rojnamevanê Washington Postê, David Ignatius, pirsa, gelo Emerîka wê piştî DAIŞ´ê li Sûroyê bimîne yan na kir. Piştî vê pirsê generalê Emerîkî berisva hanê da, “Heta ku DAIŞ li wir e, SDF hêza sereke ye, manovrayên li cihê cih jî dikin. Ev gelekî li xêra me ye jî. Û ew jêhatîbûna xwe xurt dikin di warê biîstîqrarkirina beşeke ji Sûriyê. Em di çarçoveya pêşîgirtina li tehlûkeya terorê li wir in. Kurd bi kêra xwe tên li vir, we jî dît. Hîna bi pirsgirêkên mezin ên mayî re rûbirû ne û Tirk vê her roj bi bîr a me dixin.”
Generalê Emerîkî li ser çavdêriyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê wekî din got, “Ew tiştekî bêmînak dikin, li gorî hêzên din ku di 15 salên bihurî de me bi wan re kar kir. Ew bi awayê xwe bi rê ve dibin. Ew birêveberiya nûnerî dabîn dikin, bêqisûr nîne, meyla wan ber sosyalîzmê ve ye, belê sosyalîzma ku jin di warê siyasê de hatine xurttirkirin. Jin hem çalak şer dikin û hem jî çalak di tevahiya birêveberiyê de rêberiyê dikin. Tiştekî taybet e. Min û McGurk jî em li ser bi dirêjahî peyivîn, ka gelo em dikarin wê bi xweşî qebûl bikin, ka gelo ew ê karibe bibe parçeyek ji avakirina siberoja Sûriyeyê.”
Bi her halî wî îdîa kir ku heger têkiliyên wan bi rabihuriyê re û PKK´ê re dewam bikin, ev ê ji bo têkiliyên DYE´yê bi wan re bibe pirsgirêk. General Raymond Thomas wekî din îdîa kir ku wî ji Kurdan re li Kobanê dema tevî Bret McGurk re çûbû ji bo hevdîtinan gotiye, divê ew xwe ji Ocalan qut bikin. Li ser vê gotina wî, berdevkê eşkerekirina belgeyên veşartî yên hikûmetan Wikileaksê Julian Paul Assange li ser Twitterê şîroveya, “Ocalan kî ye ku eskeriya Emerîkî ji Kurdan dibêje, nabe ku ew xwe pê bigirin? Ew Mandelayê Kurdan e. Bêhtir îhtîmal e ku Emerîka dev ji George Washington berde” nivîsî.
NAWENDA NÛÇEYAN