Çalakiyên ku hêrsek mezin li hember hikumeta AKP'ê û Serokomar Erdogan heye her ku diçe li gelek cihan belav dibe. Çalakiyên ku bi bihîstina komkujiyê ve ji duh êvarê ve hatin destpêkirin li gelek navendan hê jî didome û çalaki her ku diçe li bajarên din belav dibin. 


Li seranserê Almanya çalakî

Bi bihîstina komkujiyê, welatiyên Kurdistanê yên li Almanyayê dijîn, li gelek bajaran daketin kolanan û bi çalakiyên cur bi cur lenet li komkujiyê anîn. Kurdistaniyên li bajarê Freîbûrgê dimînin, li ber Şaredariya Frankfûrtê li hev civiyan û çalakiya şermezarkirina pêk anîn. Li bajarê Frankfûrtê ya Almanyayê jî Kurdistanî û dostên wan li ber Konsolosxaneya Tirk hatin cem hev û komkujiya ji aliyê hêzên dewleta tirk ve pêk hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li ber avahiya konsolosxaneyê li hev civiyan her tim dirûşmên "TC'a kujer dê hesab bide, tolhildan, tolhildan" berzkirin. Çalakî bi qasî 6 saetan dewam kir.

Li bajarên Dûîsbûrg, Mannehîm, Essen, Oldenbûrg, Dortmûnd, Hannover, Koln û Saarbruckenê jî Kurdistanî li ber ber istasyona trenê kom bûn û çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Bi sedan Kurdistaniyên li îstasyona trenê ya navendî ya bajarê Dusseldorfê li hev kom bûn, heya ber avahiya televîzyona dewletê meşiyan. Welatiyên ku di bin dorpêça polîsan de meşiyan nerazîbûnek mezin nîşanî hewldana polîsan da. 

Li bajarê Heîlbronnê, komkujî li ber avahiya şaredariyê hat protestokirin. Komkujî li bajarê Bremenê jî bi girseyî hat protestokşrin. Girseya gel li HBF li hev kom bû û çalakiya çalakgerên piranî jin û ciwan in jî bi girtina nobetê berdewam dike. 

Bi sedan welatî bi heman armancî li bajarê Bonnê jî li ber Gara Trenê ya Bonnê hatin komkujiya ji aliyê AKP'ê ve hat kirin şermezar kirin.


Ji Kurdên Fransa raperîn

Piştî agahiya komkujiyê hat bihîstin li bajarên Fransayê jî çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin. Li paytexta Fransayê Parîsê, bi sedan kurd û dostên wan li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û heya qada Repûblîqûe meşiyan. Di çalakiya ku li hember komkujiyê hêrsek mezin derket holê de her tim dirûşmên li dijî AKP û Erdogan hatin berzkirin. Di çalakiyê de axaftvanan bang li Ewropayiyan kirin da ku li hember vê komkujiyê her cihî veguherînin cihê çalakiyê. Her wiha hat ragihandin ku çalakiyên protestoyî yên li Parîsê dê di nava rojê de jî bidomin. Kurdistanî dê di saet 12:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Parîsê li hev bicivin.

Li bajarên wek Nantesê û Nîceyê jî çalakiyên şermezarkrinê pêk hatin. Welatiyan ji bo bertek nîşandanê, balafirgeha Nantesê dagir kirin.

Li bajarê Bordeaûxê çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya Konsolosxaneya tirk pêk hat. Gelek welatî ketin hundirê avahiyê û nerazîbûnên xwe nişan dan. Ciwanên ketin hundirê avahiyê ala Tirk a li konsolosxaneya daliqandî daxistin û ala KCK'ê bi Konsolosxaneyê ve kirin. Di çalakiya de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin û her tim dirûşmên şermezarkirinê hatin berzkirin. 

Di demên pêş de dê li Marsîlyayê jî çalakiyeke şermezarkirinê pêk were. 


Swîsre, Awûsturya û Swêd

Li Swîsreyê jî gelek welatiyên kurd û dostên wan li bajarên Zurîch, Basel û Bernê çalakiyan li dar xistin. Girseya gel a li ber avahiya Parlamenta Federal a Bernê li hev civiya, bi dirûşman heya ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya Bernê meşiyan. Li Zurîch û Baselê jî bi sedan Kurdistanî li ber avahiyên parlamentên kantonan hatin cem hev û komkujî lenet kirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê jî welatiyan li gelek navendan bi çalakiyan komkujî şermezar kir. 

Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn tevî dostên xwe jî şev bi bihîstina komkujiyê li ber avahiya parlamentê li hev civiyan û terora li Bakurê Kurdistanê tê meşandin şermezar kirin. Çalakgeran rêya bingehîn a diçe avahiya parlamentê ji trafîkê re girtin û çalaki, heya danê sibêhê berdewam kir. 


Li Rûsyayê çalakiyên hemwext

Komkujiya li Cizîrê pêk hat li Rûsyayê jî bi pêşengiya ciwanan hat şermezarkirin. Li Moskowayê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî sivîlên li Bakurê Kurdistanê pêk hatin ciwanên Kurd û Rûs çalakiyeke hevpar organize kir. 

Di çalakiya li Kolana Tûrîstîk a Moskovayê pêk hat de pankartên şermezarkirinê ji aliyê ciwanan ve hatin vekirin û Parlamenterê Partiya Dadwer a Rûsyayê Dmîtry Zakharov jî beşdarî çalakiyê bû.


Li Osloyê dengê "Kujer Erdogan"

Li paytexta Norwêc Osloyê jî serê sibehehê çalaki hat li dar xistin. Girseyê di çalakiyê de dirûşmen "Kujer Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" berz kirin û di çalakiyê de hat diyarkirin ku dê berdewama çalakiyan were. 


Balafirgeha Toronto hat dagirkirin

Kurdistaniyên li bajarê Kanada Torontoyê dijîn, li balafirgehê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Bi sedan kes, ji bo balê bikişînin ser komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, li balafirgehê li hev civiyan, al û pankart vekirin. 



 NAVENDA NÛÇEYAN