
Konfederasyona sazî û komeleyên Kurd ên li Ewrûpayê (KON-KURD) a ji 9 federasyon û 162 komeleyan pêk tê, bi bîr xist ku li ser erdnîgariya Kurdan li hemberî hebûna Kurdan operasyonên leşkerî û siyasî tên meşandin û ligel van operasyonan, di çarçoveya terora dewletê de tecrîda li ser Ocalan tê şidandin. KON-KURD’ê ragihand ku AKP’ê bi tecrîda li Îmraliyê careke din helwesta xwe ya ji bo şer û aşitiyê aşkere kir û banga beşdarbûna çalakiyan li Kurdistanê û dostên wan kir.
KON-KURD’ê bang li hemû sazî û federasyonên girêdayî xwe, hemû saziyên netewî yên Kurdan û bi bîr xist ku ji bo Kurdan weke hinceta şer û aşitiyê yen û destnîşan kir ku divê li hemberî vê yekê bi awayeke herî çalak bikevin nava tevgerê. Her wiha KON-KURD’ê bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku li her qadên ku lê ne nerazîbûnên xwe nîşan bikin û bi vê armancê di 9-10’ê rezberê de li Strasbourgê bin. KON-KURD’ê bang li Kurdan kir ku bi awayeke girseyî li ber Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Konseya Ewrûpayê kom bibin.
Banga mudaxeleya lezgîn
KON-KURD’ê banga hestyariyê li hemû demokrat û aşitîxwazên Tirkiyeyî jî kir û xwest ku pêşî CPT û Konsey Ewrûpa, Yekitiya Ewrûpa, Rêxistina Efû ya Navnetewî, saziyên din ên navnetewî û hêzên weke Rûsya kir ku mudaxeleyê vê rewşê bikin û ji bo pirsa Kurd bi riyên aşitiyane çareser bibe hewldanê bikin.
BRUSKEL
Jinên şirnexî bi meşê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) bi meşeke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî ku zêde bûne şermezar kir.
Endamên DOKH’ê ji bo ku astengkirina hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re û operasyonên leşkerî ku di demên dawî de zê de bûne bi meşeke şermezar kirin. Bi bedan jinên ku li ber avahiya Rêxisitna BDP’ê ya Şirnexê hatin ba hev pankarta „Bila oparsyon bên rawestandin mazakere bên destpêkirin“ „Nêzîkatiya li Serokatiyê nêzîkatiya gelê Kurd e“ vekirin û heta Cadeya Cumhuriyetê ve meşiyan. Jinan di meşê de dowîzên „Tenduristiya te tenduristiya me ye“ „Bila tecrîd bi dawî bibe“ û dirûşma „Bê Serok jiyan nabe“ berz kirin. Li ser navê jinan endama Dayikên Aştiyê Bedriye Ertak daxuyanî da û xwest tecrîda li ser Ocalan û operasyonên leşkerî bi dawî bibin. Ertak wiha got: „Rawestandina vî şerî di destên jinan de ye. Em dixwazin her kes ji bo rawestandina vî şerî bikeve nava hawldanan. Em dixwazin êdê aştî bê. Em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin û tu caran em ê qebûl jî nekin.“ Ertak destnîşan kir ku bêyî Ocalan aştî pêk nayê û bang li cerdevanan jî kir û xwest dernekevin operasyonan. Piştî daxuyaniyê girse belav bû.
ŞIRNEX