Li Fransayê doh roja 9´an a dengdanê ji bo hilbijartinên 24´ê Hêzîranê li pey hat hiştin. Pêncşema bihurî li Parîsê 3829 hilbijêr çûn ser sindoqan. Li Fransayê hilbijêrên ku di gastronomiyê de kar dikin, piştî nîvrojê bi dawîbûna saeta servîsê re berê xwe didin ser sindoqan, herçî di sektora avahîsaziyan de kar dike, ew jî piştî kar êvara berê xwe dide ser sindoqan. Heta niha ji bilî pirsgirêkên ku hilbijrên AKP´ê li ser sindoqan derdixin, ti pirsgirêkê xwe nedaye der.
Telebeyên Erdogan pirsgirêkan derdixin
Li ser sindoqan ji bilî wezîfedarên partiyan, memûrên konsolosxaneyan û wezîfedarên li Parîsê mamostetiyê li ser navê Tirkiyeyê dikin jî hene. Ev wezîfedarên hanê, ti elaqeya wan bi ti partiyan re nîne. Lê ji bo AKP´yiyan, herçî servekirî be, yan HDP´yî yan jî CHP´yî ye. Ji ber vê yekê jî ji heqê xwe dihesibînin ku sixêf û dijûnan bikin wan.
Hilbijêrek ku pûsûlaya dengdanê nîşanî kesê li cem xwe dike û dibêje, tê mohra xwe li vir bixî û pê jî AKP nîşan dide, rastî destwerdana wezîfedara sindoqê tê. Ev kesê hanê, dibêje, tu nikarî dest werdî min û minaqeşe dike li ser sindoqê.
Tenê HDP li jinan xwedî derdikeve
Piştre li qabînê dengê xwe dide û dema derdikeve, berê xwe dide wezîfedarê û dibêje, "Ma qe**ikek wê aqil bide min" û dide nav dijûnan.
Lê belê wezîfedarên li ser sindoqê beramberî rewşê bêdeng dimînin, tenê mişahidên sindoqan ên HDP´yî xwedî li wezîfedara rastî heqaretan tê derdikevin û ji bo ku bûyereke din a bi vî rengî rûnede, bi rayedarên konsolosxaneyê re hevdîtin kirin û dibîjin, ew ê tevahiya derfetên xwe bi kar bînin ji bo ku bûyereke din bi vî rengî rû nede.
Bîlançoya pêncşemê
Pêncşema bihurî li Fransayê 9 hezar 150 deng hatin bikaranîn û belavbûna wan li bajaran jî wiha ye:
Parîs: 3829
Strasbourg: 2385
Lyon: 1472
Bordeaux: 413
Nantes: 620
Marsilya: 431