Li çar parçeyên Kurdistanê, berxwedana azadiyê çêbû.

Şêx Uneydullah têk çû. Ev dîroka têkçûna statuya Kurdan e.

Ligel Şêx Ubeydullah, gelek lîderên Kurdan, axayên eşîran hatin surgun kirin: Ji herêma Mêrdîn û Midyadê ligel sed kesî, Şikrî Axayê Dêreverî, Axayê Delmemika Simayilê Werdê, Ji serokên Federasyona Heveriya Simayilê Ferho û Saroxanê Simayilê Serhan, sirgunê Kibrisê kirin.

Kurd, ji nû de dîrokê dinivîsin.

Îro, di bin Serokatiya Abdullah Ocalan de, li çar parçeyên Kurdistanê berxwedanê dest pê kiriye. Kurd êdî ne tenê fîgurên dîrokî ne, lehengên ji nû de dizaynkirina jiyana gelan in. Surgun jî, kuştin jî heye, lê Kurd nirxên mirovaniyê diparêzin. Abdullah Ocalan jî,”ahalî Îslamiye, Xiristaniye, Êlewiyane, Êzîdiyane û bîlumum gelên li Kurdistanê yekirin” û berxwedanê dike. Encam Şoreşa Rojava ye, parastina Başûrê Kurdistanê ye û misogeriya statuya Bakurê Kurdistanê ye.

Kurd dîrokê dinivîsin.       

Lêgerina jiyana wekhev, azadî û bextewariyê jî dewam dike. Edaleta civakî hatibe xespkirin û hiquq ketibe xizmeta zaliman jî, hêvî li asoyên çiyarêzan ronahiyê belav dike.

Kurd dîrokê dinivîsin. 
Neynika dîrokê hate şikandin, sir û razên di fulyona pişta neynikê de jî zelal bûne. Li welatekî, eger demokrasî nebe, yan jî wek Tirkiyê bi derbeyên di nava derbeyan de, bi “qeyum”, nîq û telaqreşiyan dagirtina zîndanan hebe, bi gotina nivîskarê “Demokrasiya Bi Hêz” Benjamîn Barber, siyaseta di wateya xwedîkirina dewaran de, heye. Zubuk-nameya Azîz Nesîn!..

Belkî piştî şoreşa mezin ya endustrî, yekemîn car e ku komên xelkê ji xewa şêrîn radibin. 

Şoreşa mezin ya endustrî cîhan guhert, lê çînê karkeran bextewar nekir; sefalet dewam dike. Berî du rojan civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê çêbû. Di tevahiya rûniştinan de, behsa tîran, diktator û desthilatdariyên ku sucên mirovaniyê dikin, hate vegotin. 

Ev jî dide xuya kirin ku, şoreşa endustrî, şoreşa “aqil’ê adîl” nekiriye. Otorîteya exlaqî, bi “pro-netewparêzî” hatiye kuştin. Mîstîfacatorên ku herka çemê dîrokê asteng dikin serdest in. Di sedsala bîstûyekê de jî, “Cenabî Atûfetlü REIS- Erdogan”, dema talan û dagirkeriyê dewam dike. 

Sosyologên cîhanê çiqasî bêjin, “hêz” ne dadwereke adîl e jî, tîran, diktator û desthilatdariyên otorîter, di civîna Neteweyên Yekbûyî de, bi şabaşan têne pêşwazî kirin. Despotîzm çêlîkê dirave-peran e û mirov jî a sosyal dike..

Hemberî ku di tevahiya rûniştinên Neteweyên Yekbûyî de, Serokkomarê Tirk, wek tîran, despot, diktator, otorîter hate bi navkirin jî, kesî ne got hoşttt!... Serokê Komîsyona Lêkolînan a Navneteweyî Paulo Sêrgio Pînheîro, rapora li ser Suriyê pêşkeşî civata giştî kir. Di raporê de, têkiliya DAIŞ û Tirkiyê, ya El Nusra, Ehrar El Şam û Sultan Murad hate ziman. Pînheîro got, bi desteka Tirkiyê li dijî Kurdên Taxa Şêx Meqsud çekên kimyewî hatine bikaranîn. 

Pînheiro got: QSD çeteyên DAIŞê  rawestandin û gav bi gav paşxistin. Hêza QSD YPG û YPJ ê ye. Dema em li dagirkeriya Artêşa Tirk ya Cerablus û derdora wê dinêrin, eşkere bû ku Erdogan, Bînalî Yildirim û Hulusî Akar bi hawara DAIŞ ê çûne, çete ji fetisandinê rizgar kirin. Bombardumana balafirên şer yên Tirkiyê jî, avaniyên vala ne, çol e. Li hemberî ewqas hêz û xwedî giravî rojê çend gundan rizgar dikin, lê yek çete jî nayê kuştin.  Êdî cîhan zane, yên gundan rizgar dikin û yên berê gund dagirkiribûn yek in. Ji ber ku Cerablus û gund bêyî fişek biteqe têne rizgarkirin. 

Kurd dîrokê dinivîsin. 
Ji nû de nivîsandina dîrokê, xerab kirina efsûna Sykes-Pîcot e. Rengên li ser nexşeyan hatine guhertin. Ev rastî di axaftina Obama ya civata giştî ya NY de jî xuya dike.

Divê werê zanîn: Kesî jî ti lutufkarî ji Kurdan re nekiriye.  Lûtûfkariya wan, mixabin bi komploya navneteweyî, bêbextî û xencera her du aliyê wê tûj e...Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam nîrê giran Sykes-Pîcot bû.

Kurdan kûlabeyênnîr şikandin. Ez dibêjim:1984 an teqîna Big Bang e... MED TV (1995), teqîna Big Bang  bû...Serketina Zapê  Bing Bang bû...Şoreşa Rojava Bing-Bang bû...Mutabaqata Dolmabahçe Bing-Bang bû...

Erdogan çiqasî biqîre, Mutabaqata Dolmabahçe red jî bike; bêje pêvejoya çareseriyê nîne jî, hasil giha Mûsil. Erdogan, ji aliyekî ve serketina Pirûswarî, ku windahiyên mezin dide, lê bi derew û ragihandinên asparagas wek serketinê nîşan dide. Ev serketina Pirovarî ye..Ev jî li hemberî tez-bîrdozê têkçûn e. Erdogan û desthilatdariya AKP ê, di her halûkarî de li hemberî tez-bîrdoza Ocalan, bê tez û bîrdoz in, têkçûnê dijîn...  

Tecrîdê xêr nekir. Mehmet Ocalan, ji Imralî mesajeke dîrokî anî. Ocalan car din ragihand ku ew xwedî tez û biryara çareseriyê ye. Antî-teza Erdogan û AKP ê, nîne. Haaa antîteza Erdogan û AKP ê, rakirina destnedana parlamenteran, qeyum û êşkenceya li birîndarên gerila ye. Derbeya di nava derbeyê de û bê exlakî ye. 

Kurd dîrokê dinivîsin. 
Êdî, tirko-îslamîc qebûl nakin, perso- îslamîk qebûl nakin, erebo-îslamîk jî qebûl nakin. 

Kurd, gelên-demokratîk qebûl dikin. Ev teza sedsalê ye. Sêva sor jî kurmî bûye. 

Vê gotinê min magazînal nebînin, destîniya faşîzmê ev e, ji destîniya xwe nikare birevê. 

Kurd dîrokê dinîvsin, ezber jî xerab bûne. 

Welatparêzî êdî deyn e, wek M. Karayilan dibêje, fermana dîrokî ye.