Ji bo 9. Meşa Amara a bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, amadekarî dest pê kirin. Lê dewleta Tirk careke din dixwaze bi qedexeyan meşê asteng bike. Wezareta Karê Hundir destûr neda meşê. Li hemberî biryarê TUHAD-FED´ê daxuyanî da û diyar kir ku wê meşa Amarayê lidarbixin.
Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 4´ê Nîsanê, ji sala 2004´an û vir ve tevî hemû astengiyan ber bi gundê Amara yê Ocalan meş tê lidarxistin û rojbûna wî tê pîrozkirin. Meşa Amara îsal wê bi slogana "Ji Ocalan re azadî" pêk were û bi deh hezaran kes di meşê de bigihêjin hev.

Ji bo meşê destûr nehat dayîn
Berî meş dest pê bike, Wezîrê Karê Hundir Naîm Şahîn giştînameyek weşand û diyar kir ku civîn û xwepêşandanên ku di navbera 31´ê Adarê û 8´ê Nîsanê de li Riha û Xelfetî werin lidarxistin qedexe kir û anî ziman ku wê destûrî nedin pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Bi vê yekê wê Meşa Amarayê cara 7´emîn were qedexekirin, lê tevî qedexeyan heta niha Meşa Amarayê tê lidarxistin. Tevî ku par jî meş hate qedexekirin, deh hezaran kesan li bajaroka Elîgorê lihev civiyan. Îsal jî çav li rê ye ku deh hezaran kesan şeva xwe li bajaroka Elîgora Pirsûsê derbas bike roja 4'ê Nîsanê ber bi gundê Amaraya Xelfetî bibin.

TUHAD-FED: Meşa Amara wê pêk were

Lê tevî biryara qedexekirinê amadekariya meşê dewam dike. Federasyona Alîkariya bi Malbatên Girtî û Mexkûman re  TUHAD-FED'ê diyar kir ku ewê meşa Amarayê lidarbixin. Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker der heqê meşê de agahî dan û got; "Li ser daxwaza gel li Elîgorê deh hezaran kes wê bicivin û ber bi gundê Amarayê ve bimeşin. Amadekarî ji aliyê federasyona me ve tên kirin. Lê BDP jî piştgiriyê dide meşa me. Meşa îsal dê cuda be. Di meşa me ya îsal wê daxwazên hevlên xwe yên li girtîgehan ketine greva birçîbûnê derkevin pêş. Dîsa di vê meşê de tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bê şermezarkirin û azadiya wî were xwestin."

Meş bi daxwaza azadiyê tê lidarxistin
Teker diyar kir ku wan starta xebatên xwe yên 'Meşa Amara'yê 2 hefte beriya niha dane û li gelek bajaran xebatên amadekariyê dewam dikin. Teker bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku li dijî tecrîdê û operasyonên siyasî û eskerî tê meşandin û got: "Federasyona me jî van daxwazên girtiyan rewa dibîne û piştgiriyê dide girtiyan. Em jî ji bo piştgiriyê bidin daxwaza hevalên xwe yên girtî, ji bo serbestberdana Birêz Abdullah Ocalan vê meşê lidar dixin. Me di xebatên ku ev bi rojan de dimeşînin de jî aşkera dît ku êdî ji derveyî azadiya Ocalan tişteke din nayê qebûlkirin. Em li ser vê bingehê xebatên xwe bi coşeke mezin dimeşînin."

'Bi qedexekirinê aloziyê pêş dixin'

Teker, biryara Wezîrê Karê Hundur Îdrîs Naîm Şahîn a qedeqeya meşê şermezar kir û ev weke hewldana provakasyonê bi nav kir û got: "Qedexeya meşê li dijî demokrasî û hiqûqê ye. Wezîrê Karê Hundir Şahîn dixwaze alozi û provakasyonan pêk bîne. Sala par weki şahî û qarnavalê derbas bû. Ji ber vê yekê dixwaze îsal her tiştî qedexe bike. Wezîr dixwaze mafê me yê demokratîk ji destê me bigire. Ger ku tişteki neyînî pêk bê Wezîr Şahîn û Serokwezîr Erdogan berpirsayar in."

Ji bo Meşa Amara bang
Teker destnîşan kir ku ewê bi ti awayî biryara qedexeyê nas nekin û di 4´ê Nîsanê de bi daxwaza azadiya Ocalan li Amarayê bin. Teker ji bo meşê bang kir û weha got: "Divê her kes rolê Brêz Ocalan ê aştî û yekîtiya gelan bizanibe. Divê her kes rola Brêz Ocalan a ji bo aştiyê bizanibe. Divê ji bo çareseriyê û muzakereyan şert û mercên Ocalan bên başkirin. Ji bo hikûmet gavan bavêje emê di Meşa Amarayê de azadiya Ocalan biqirin."

Ji ber qedexeyan 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Meşa Amarayê ji sala 2004an ve her sal ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, bi daxwaza azadiyê di 4´ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxistin. Meşên Amara heta niha rastî gelek qedexe û êrîşên dijwar yên dewleta Tirk hat, bi sedan kes birîndar bû, hatin girtin û li wesaîtan ceza hat birrîn. Di sala 2009´an de jî di meşê de ciwanên bi navê Mahsum Karaoglan û Mustafa Dağ di êrîşa esker û tîmên taybet yên meşê de jiyana xwe ji dest dan.

 DÎHA/RIHA 




’Qedexe ne rewa ye’
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk li hemberî qedexekirina Meşa Amarayê nerazîbûn nîşan da û got; "Qedexekirin li dijî hiqûqê ye û ne rewa ye. Mafê gel e ku daxwazên xwe bîne ziman. Em ê wê rojê li Amarayê bin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk li ser Meşa Amarayê ya ku ji aliyê TUHAD-FED'ê ve tê organîzekirin û 4'ê Nîsanê bê lidar xistin civîna çapemeniyê lidar xist. Tugluk got; "Em piştgiriyê didin meşa Amarayê.

'Em ê dîsa li wir bin'
Tugluk anî ziman ku qedexe nayên qebûlkirin û wiha axivî: "Qedexekirin ne hiqûqî û rewa ne. Ew mafê gel heye ku daxwazên xwe bîne ziman. Qedexekirin dîktorî ye. Em ê dîsa wê rojê li wê derê bin. Wê rojê emê tu aloziyan dernexîn. Biryara Wezareta Karên Hundir biryara hikûmetê ye. Em ji xwe ji pêvajoyeke aloz derbas dibin. Di vê pêvajoya ku em ber bi şikestinekê ve diçin de qedexekirin wê bandoreke neyenî bike."
Tugluk anî ziman ku li dijî înkar u tecride we meşê lidarbixin û got: ‘’ Ev qedexekirin xizmeta çareseriyê nakin. Qedexekirin tê wateya înkarkirina vê meseleyê. Em ê bi meşa Amarayê ji wan re bibêjin dev ji van polîtîkayên xwe berdin. Heke bi Îmralî û Qendîlê re diyalog nebe, çareseriya kurd jî nîn e."
Tugluk, destnîşan kir ku Rêberê Abdullah Ocalan pira aştiyê ya di navbera gelê kurd û tirk de ye û wiha got: "Civak êdî aştiyê û çareseriyê dixwaze. Lê stratejiya hikûmetê ya nû ji stratejiya ewlehiyê ne cudatir e.  Ji bo çareseriyê lihevhatin û diyalog lazim e. Dijberî wê çareserî pêk nayê. Divê hikûmet û Wezîr Şahîn polîtîkayên xwe li ber çavan derbas bikin. Ocalan ji bo çareseriyê aktorê sereke ye."