Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û tecrîda li ser Ocalan her ku diçe giran dibe. Heta niha bi dehan caran malbatê û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan, hê her tim bi heman hincetên "Keştî xerabe ye", "Muxalefeta hewayê heye" rastî astengiyan hatin. Herî dawî Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn diyar kir ku kengî Pêşnûmeya Tecrîdê di meclîsê re derbas bibe dê destûra hevditina parêzeran bê dayîn û bi vî rengî mikur hat ku astengî bi destê hikûmetê pêk tê. Di serdema hikûmeta AKP'ê de gelek caran parêzerên Rêberê PKK'ê hatin astengkirin û li ser Ocalan tecrîd hate meşandin. Li dijî tecrida li ser Ocalan gelê Kurd jî heta niha gelek kampanya pêk anîn û tecrîd bi çalakiyên cuda şermezar kirin. Gelê Kurd ji sala 1999'an heta niha 5 çalakiyên mezin pêk anîn. Herî dawî di pêşengiya DOKH'ê de di çarçoveya kampanya "Ji Ocalan re azadî, ji qirkirina siyasî re na" derdikevin qadan.

Tecrîd meha 6'an deye

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di meha 6'an de didome. Niha AKP dixwaze "Zagona Ocalan" di meclîsê re derbas bike û tecrîdê li gorî zagonan asayî bike. Hikûmetê di serî de got "Pêwist be dewlet dê bi ker kesî re hevdîtinê pêk bîne û bi Ocalan re heta demekê hevdîtin pêk anî. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd kampanya îmzeyan a "Ez Ocalan wekî vîna xwe ya siyasi qebûl dikim" da destpêkirin û ji bo Ocalan 3 milyon û nîve îmze komkirin. Nûner û siyasetmedarên Kurd jî diyar kirin ku Ocalan xeta sor a gelê Kurd e. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, got "Dewletê ji Ocalan PKK xwest. Lê ji ber ku Ocalan PKK neda tecrîd pêk anî" û bersiv da hikûmetê. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, jî li ser tecrîda li ser Ocalan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li aliyekî bi tecrîdê, li aliyê din bi operasyonên siyasî û leşkerî li hemberî hemû gelê Kurd konseptek giştî pêk tîne û got. "Bi tecrîdê dixwaze muxafeta Kurd xelas bike.


'Kurdan berê xwe dan Îmraliyê'
Li aliyekî tecrîda li ser Ocalan her ku diçe giran dibe, li aliyê din operasyonên li ser navê KCK'ê her ku diçe fireh dibin. Li aliyekî siyasetmedarên kurt tên girtin, li aliyê din diyaloga bi Ocalan re hate qutkirin û AKP bi vê yekê dixwaze li gorî xwe çareseriyekê ava bike.
Gelê Kurd heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd 9 û ji bo Azadiya Ocalan jî 5 kampanyayên mezin pêk anîn. Kampanya herî mezin a ji bo Ocalan îmze hatin komkirin bû. Gelê Kurd eleqeyek pir mezin nîşan dağn û 3 mîlyon 243 hezar kesan got "Em Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dikin" û daxwazname dan rayedarên dewletê. Di 10'ê kanûna 2001'an de kampanya Xwedîderketin û parastina Rêbertiya xwe, Di 1'ê sibat û adara 2004'an de Ji Rêbertiyê re Azadî, di Adara 2004'an de Tevgera Welatiyên Azad, Di tîrmeha 2005'an û gulana 2006'an de Ocalan vîna min a siyasî ye, Di adara 2007'an de Tenduristiya te tenduristiya me ye pêk anîn.

Starta yekem girtiyan dan
Kampanya ewil a ji bo Ocalan di 10'ê kanûna 2001'an de ji aliyê girtiyan ve bi navê "Xwedîderketin û Parastina Rêbertiyê" kampanya hate destpêkirin. Girtiyan bi girevên birçîbûnê çalakî pêk anîn. Vê kampanyayê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê dest pê kir û li gelek bajarên Tirkiyeyê bi girseyî daxuyanî hatin dayîn. Hemû sazî û dezgên sivîl ên Kurd ên Tirkiye û Ewropayê bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan.

Kampanya Tevgera Hemwelatiyên Azad

Kampanya din a ji bo "Azadiya Ocalan" jî ji ailyê tevgera ciwanên azad ve pêk hat. Endamên BAGEH'ê, di 2004'an de ji bo Azadiya Ocalan kampanya "Tevgera Hemwelatiyên Azad" pêk anî û bi sedhezaran îmze kom kirin û pêşkêşî meclîsê kirin. Di vê kampanyayê de Kurdan di daxwaznameyan de got "Vîna min a siyasî ye" û li Ocalan xwedî derketin. BAGEH'ê xwest Ocalan wekî Rêberê Gelê Kurd bê qebûlkirin. Dîsa hate xwestin ku dewlet hemû mafê gelê Kurd nas bike û biparêze.

'Kampanya Azadiya Rêbertiyê'

Kampanya "Ji Ocalan re Azadî" di 1'ê sibat û 1'e adara 2004'an de pêk hat. Li her bajarî komîte hatin avakirin û îxbarên wekî "Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e, Aştî ancak bi Ocalan pêk bê, Em Ocalan in, Ocalan gel e, Vîna min nayê girtin" û bi navên din li xwe îxbar kirin. Di 4'e nîsana 2004'an de rojbûna Ocalan hate pîrozkirin. Dîsa kampanya ji bo azadiya Ocalan ji mêrdîn, 3 hezar û 500, li Nisêbînê 3 hezar 600, li Êlihê 11 hezar 180, li Amedê 30 hezar 600, li Wanê 6 hezar û 500, li Agiriyê 951, li Edeneyê 8 hezar û 600, li Firansayê hezar û 500, li Sîlopiyê 6 hezar 85, li Colemêrgê 2 hezar li Bîsmîlê 11'ê hezar 541, li Farqînê, 7'ê hezar 867, li Kopê 10'ê 17 daxwazname hatin dayîn.


'Kampanya Ocalan vîna min a siyasî ye'
Di tîrmeha 2005'an û gulana 2006'an de kampanay "Ocalan vîna min a siyasî ye" ji aliyê Tevgera hemwelatiyên azad ve hate lidarxistin. Li tevahiyê Tirkiyeyê 3 mîlyon û 243 hezar îmze hatin komkirin. Li Tirkiyeyê 2 mîlyon û 40 hezar yên din jî li dervê welat hatin komkirin.

'Kampanya tenduristiya te tenduristiya min e'
Piştî hate gotin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye jahrkirin di 1'ê Adadara 2007'an de piştî civîna parêzeran a li Romayê kampanya "Tenduristiya te tenduristiya min e" hate lidarxistin. Li Tiryie û Ewropayê li her bajar û navçeyan çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û xwepêşandan pêk hatin. Herî dawî di 11'ê nîsana 2007'an de li Strasbourga Firansayê 18 kesn dest bi gireva birçîbûnê ya bêdorveger kirin û piştî çalakiyên mezin Ocalan peyama "Ez dê bijîm û di ber xwe bidim" 18 kesên ketin girevê di roja 39'an de dawî li çalakiya girevê anîn. Dîsa ji aliyê Parlementera Ewropayê Feleknas Uca û 7 Parlementerên din ve ji bo Ocalan ji aliyê heyetek tenduristê ya serbixwe bê kontrolkirin kampanya îmzeyan hate destpêkirin. Li ser vê yekê 103 hezar û 417 îmze hatin komkirin û di 11'ê gulana 2007'an de CPT heyetek serbixwe yandin Îmraliyê.

'Kampanya Brêz Ocalan'

Herî dawî ji ber enamên PKK'ê gotin Brêz Ocalan rastî cezayan hatin di 23'ê gulana 2009'an de saziyên Kurdan û nûnerên Kurdan kampanya "Brêz Ocalan dan dest pê kirin. Dîsa li gelek bajarên wekî Amed,. Wan, Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg, Agirî Mûş û gelek bajarên din bi hezaran Kurd kampanya "Ger gotina Brêz Ocalan sûc be ez jî heman sûcî dikim" û daxwaznameyên ixbarê dan dozgeriyan. Di nava 48 rojan de 36 hezar kesan daxwazname dan dozgeriyan. Di vê kampanyayê de 495 kes hatin binçavkirin û der barê hezağr û 350 kesan de lêpirsîn hate vekirin.  Niha jî çalakî ji aliyê DOKH'ê ve didome.


SERTAÇ KAYAR - DÎHA/AMED