Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi rasthatina 100 saliya Peymana Sykes-Picot peyamek weşand û got, "Di sed saliya peymana Sykes-Picot de Kurd xwedî soz û îrade ne, xwedî hêz û şiyan in."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 100 saliya Peymana Sykes-Picot peyamek bi serenavê "Di sed saliya Peymana Sykes-Picot de erkên Kurd û Kurdistaniyan" weşand. Di peyamê de hat ragihandin ku qirna 20'an ji bo Kurd û Kurdistaniyan ne bi xêr bû û bi vî rengî dewam kir: "Ewil bi Peymana Sykes-Picot (1916), dûre Sevr (1920) û herî dawiyê jî bi Peymana Lozanê (1923) Kurdistan hate talan kirin, du parçeyî nema, kirine çar parçe û kolonîzasyoneke xedar li ser axa Kurdistanê hate tehkîm kirin.   

Peymana Sykes-Picot esasen dizayna serê sedsala bîstan ya Rojhilata Navîn e ji teref 'Cîhana Rojavayê' ve."

 

Zihniyet û hewildanên "Sykes-Picot"î betal kirin

Her weha KNK´ê bi bîr xist ku gelê Kurd di qirna 20´an de ne aktor bûn lê belê îro bi hêz û bi rêxistinî ne û weha pê de çû: "Kurd û Kurdistan di roja îro de aktor in û hem jî yên bingehîn in û temsîla azadî, aştî, wekhevî, demokrasî û pêşketinê dikin. Di veguherîna Iraqê de Kurd bûne xwedî rol û seng, û li encama vê yêkê jî di nav Iraqa Federal da fermiyen bûne xwedî statû. Niha jî di veguherîna Sûriyeyê da dîsa Kurd û hevqederên xwe yên Kurdistanî xwedî rol û giraniyê ne û 'de facto' bûyîne xwedî statû.

Kurdan bi derketina vê rewşa nû, avabûna statûyên başûr û rojavayê û her wisa xurtbûna têkoşîna azadiyê li rojhilat û bakur êdî zihniyet û hewildanên 'Sykes-Picot'î betal kirin, bêyî hikum hiştine. Di sed saliya vê peymana bêyom a Sykes-Picot de Kurd xwedî soz û îrade ne, xwedî hêz û şiyan in.


 Kêmasîya sedsalan: Tifaqeke navxweyî

Lê belê, yek kêmasî û qusûra Kurdan heye ku ew jî di van şertên nû yên gihiştî de, ji tifaqeke navxweyî ya ku tê xwestin û hêvî kirin, dûr in. Di rikeberiya li nav aktorên cîhanî û navçeyî û her wisa dewletên dagirker ên Kurdistanê de mixabin ku ev bêtifaqiya navxweyî bizava manewrayê ya Kurdan qels dike.

 

Bang li hêzên Kurdî

Di sed saliya Peymana Sykes-Picot de, ku ev zihniyet û pratîk îro bi têkoşîna dînamîkên navxweyî hatiye pûç kirin, KNK prosesa vehûnandina yekîtiya navxweyî erkeke neteweyî û niştimanî dibîne û daxwazê ji hemû hêz û kesayetên neteweyî û niştimanî dike ku rola xwe ya çêker bi aktîvî bileyizin. Kurd îro gihiştine wê hişyarî, hêz û şiyanê ku êdî emeliyatên birandinê yên li ser bedena xwe qebûl nekin û li qedera xwe û ruh û bedena xwe an ku welatê xwe xwedî derkevin.


Pêwîst e sînor bê rakirin 

Di navbera Iraq û Sûrî de sînor nemane. Di heman demê de di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê da jî sînor nemane. Li her du aliyan jî deshilata hêzên Kurdistanî heye. Kurd ne mecbûr in van tixûban biparêzin û di nava xwe de sînoran bihêlin. Pêwîst e sînorê navbera Başûr û Rojava bi awayekî fîîlî bê rakirin. Bi vî rengî du parçeyên Kurdistanê bibin yek. Di sedsaliya Peymana Sykes-Picot de, KNK di serî de bang li rêveberiyên Başûr û Rojava, li hemî hêz, rêxistin û Gelê Kurdistanê dike ku vê mijarê hildin rojeva xwe û statûkoya bi Peymana Sykes-Picot li Kurdistanê hatî avakirin, ji holê rakin. Pêwîst e, ev mijar weke mijareke sereke, di rojeva hemî dem û dezgehên Kurdistanî û Gelê Kurdistanê de be."