Di civatê de siyaseta Kurd dê di serî de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, komkujiya Roboskê û operasyonên di bin navê "KCK'ê" de pêktên helwesta xwe diyar bike.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dê di 28-29'ê çileyê de civata xwe ya Lijneya Giştî ya Asayî li dar bixe. Delegeyên ji aliyê gel ve hatin hilbijartin, parlementer, şaredar, endamên Meclîsa Şaredariyan û Meclîsa Giştî, keya, partiyên siyasî, komên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî, komên olî, nîjadî û mezhep, akademîsyen, rewşenbîr û rûspiyên civakê tevlî civata KCD'ê dibin. KCD 6 mehan carek civata xwe ya Lijneya Giştî li dar dixe. KCD dê di 28-29'ê çileyê de 6'emîn Civata xwe ya Lijneya Giştî li dar bixe.

Dê rewş were nirxandin
Di civatê de siyaseta Kurd li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, komkujiya Roboskê, operasyonên di bi navê "KCK'ê" de pêktên û geşedanên awarte yên sîyasî bên nîqaş kirin de dê li pirsa "Kurd dê çi bikin?" bersivînin. Siyaseta Kurd dê li dijî geşedanan helwesta xwe diyar bikin. Piştî nîqaşên 2 rojan dê di dawiya civatê de bi daxuyaniyekê helwesta li dijî geşedana bê aşkerakirin.

Piştî îlana Xweseriya Demokratîk KCD rastî operasyonên di bi navê "KCK'ê" de pêktên hat û di nav de endamên Meclîsa Daîmî û Lijneya Kordînasyonê jî hene 23 endamên wê hatin girtin û gelek xebatkarên wê yên meclîsên tax, bajar û navçeyan hatin girtin. KCD dê di civatê de cih endamên hatin girtin dagire.

DÎHA/AMED