
Di salvegera 4’emîn a qetilkirina şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de, deh hezar Kurdistanî li Parîsê meşiyan.
Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê, hatibûn qetilkirin. Bi rasthatina salvegera vê êrîşa hovane de Kurdan nîaşn da ku ew ê heta birina serî ya edaletê bela xwe ji hikûmeta Franseyê bernedin.
Kurdên ku bi pêşengtiya TJK-E’yê dawiya hefteyê daketin kolanên Parîsê, ber bi Meydana Republiqueyê ve meşiyan ku lê mîtînga protestokirinê li dar xistin. Kurdan danê sibehê li Gare Du Nordê kom bûn û di meşê de jî timî dirûşmên mîna; “Bêdengiya we ji hevkariya we ye” bang li rêveberên Fransayê kir ku erka xwe pêk bînin. Di meşê de li gel malbatên her sê jinên şoreşger ên Kurd, nûnerên Civaka Sivîl ên Fransayê, rêveberên partiyên Komînîst û Sosyalîst, saziyên Kurd û gelek kes beşdar bûn.
Di meşê de dowîzên li ser wan nivîsandî; “Dibe ku kujer mir, lê doz wê dewam bike”, “Fransa tu çi dikî?”, “Bêdengiya we ji hevkariya we ye” hatin hilgirtin.
PARÎS