Komela Piştgiriya Civaka ji bo Gelên li jêr Gefê Tehlûke li ser wan (Geselschaft fur bedrohte Volker-GfbV) yek ji wan rêxistinan e li Elmanyayê ku li navenda xebata wê milet, kom û hindikahiyên bi tehlûkeya man û nemanê re rûbirû ne, hene. Ev civaka -bi rengê komeleyeke insanî- ji mêj ve bi Kurdan û bi taybetî jî bi Êzîdiyan re elaqedar dibe. Piştî qirkrina Êzîdiyên Şengalê yek ji rêxistinê pêşî bû li raya giştî a Elmanyayê li guhdêriyê geriya. Damezrênerê GfbV û Sekreterê Giştî Tilmann Zulch û Professor  Gernot Wiesner jî ji aliyê civaka Êzîdî ve li Elmanyayê ve baş tên naskirin, lewma di encama hewldan û agahiyên wan de Êzîdî li Elmanyayê weke civakeke di warê dînî de rastî zilmê tîn li Tirkiyeyê hatin qebûlkirin. GfbV hejmara dawî ya weşana xwe ya bi navê Pogromê jî li ser Êzîdiyan weşand. Li ser kar û xebatên GfbV di biwara civaka Êzîdî û Kurd de em bi nûnerê wê yê Rojhilata Navîn Dr. Kemal Sîdo re peyivîn.


Weha diyare ne ji xwe re li hev hatiye ku hejmara dawî ya weşana we ya bi navê Gelên bi tehlûkeyê re rûbirû-Pogrom li ser civata Êzîdî ye!

Belê roja duşema bihurî 3’Tebaxê li vir, li avahiya komeleya me jî çalakiyeke bibîranînê hebûn. Gelek Êzîdî û şahidên qirkirinê jî li vir cihê xwe girtin yê ku pena xwe gihandin Elmanyayê jî hebûn, wan behsa qirkirinê kir. Em li Elmanyayê ji wan in ku hîna di destpêkê de ev tevkujiya bi destê DAIŞ´ê weke qirkirin bi navkirî. Me di cih de di civîneke çapemeniyê bi saziyên Elman û navneteweyî yên çapemeniyê re  li dar xistî, û me ev sûc weke qirkirin bi nav kir. Rêxistinên din hîna bi mehan pêş ev peyv bi kar anîn. Di hejmara kovara me ya nû de mijar Êzîdî ne bi navê „Êzîdî ji bo mana xwe li ber xwe didin/Yeziden kaempfen ums ueberleben“. Di kovarê de hema hema tevahiya komele û yekîtiyên Êzîdiyan ku em nas dikin xwe îfade dikin. Rewşa Êzîdiyan li Tirkiye, Iraq, Sûrî û Transqefqasyayê jî tê raberkirin û daxwaz jî tên îfadekirin. 


Beriya 3’yê Tebaxê jî weke rojnamevan me dibihîst ku Şengal û Êzîdî wê bibin armanca êrîşa DAIŞ´ê. Çima dewleta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Civaka Navneteweyî zêde xwe neêşand ji bo pêşiyê li vê bigire?

Rast e, Êzîdî timî bi zilmê re rûbirû bûn. Zexta bi destê Kurdên Misilman ji berê de jî di nava vê de ye. Tirsên Êzîdiyan cidî nehatin dîtin. Îro jî cudakeriyeke rojane heye li mintiqeyên Kurdên Misilman. Em timî balê dikişînin ser vê rewşê jî. Sala 2007´an jî du gundên Êzîdiyan bi êrîşên bombeyî bi temamî hatin texrîbkirin. Bi sedan Êzîdî hatin kuştin û bi hezaran birîndar bûn. Me timî hem ji hikûmeta navendî ya Iraqê û hem jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku Êzîdiyan baştir biparêzin. Lê îro kula me yeke din e. DAIŞ hîna li wir e. Tehlûkeyeke mezin e ji bo Kurdan li Iraq, Sûrî û Tirkiyeyê jî. Me di biwara tehlûkeya DAIŞ´ê de aktorên navneteweyî hişyar kirin, lê bi ya min ji ber tesîra Tirkiyeyê, wan DAIŞ cidî nedigirt, lewma nedixwestin Tirkiyeyê aciz bikin. Pir dereng piştî Şengalê û deşta Nînovayî rêveberiya DYA’yê ya Obama reaksiyon nîşan da. Alîkariya hewayî da pêşmergeyan li Iraqê û li Sûriyeyê da YPG’ê, ev dereng bû, lê dîsa jî baş bû. Niha tehlûkeyeke din heye, ew jî siyaseta Recep Tayip Erdogan e. Ew dibêje, ew beşek e ji hevgirtina li dijî DAIŞ´ê, lê di rastiyê de ew hêzên Kurdî yên li dijê DAIŞ´ê şer dikin qels dike. Ji ber vê jî em timî di çapemeniyê de dibêjin (herî dawî di min bangek weşand di Jerusalem Post de), nabe ku Obama destûrê bide Tirkiyeyê ku li dijî Kurdan şer bike, lewma Kurd hevgirên girîng in ku li dijî DAIŞ´ê li Iraq, Tirkiye û Sûriyê şer dikin.


Bi sedhezaran kes bûn mexdûr û qurbaniyên qirkirina li Şengalê. Ji bo rehabîlîtasyona mexdûran bi taybetî jî jinan xebatên we hene?

Herî dawî me bang li eyaleta Baden Wurtenbergê kir da ku mexdûrên jin ji bo rehabîlîtasyonê bihewîne. Di nava komîsyona van jinan hildibijêrê de dost û hevalên komeleya me jî hene hem li Elmanya û hem jî li Başûrê Kurdistanê. Me bang li eyaleta Saksonya Jêrîn jî kir, eyaletê niha biryar da ku jinên trawmatîzebûyî bihewîne. Lê divê li Başûrê Kurdistanê jî li wargehên penaberan jî alîkarî were kirin. Alîkariya tê kirin kêm e. Alîkariya însanî divê du qatan were zêdekirin. Em malavahiya Kantona Cizîrî dikin ku gelek penaber hewandin. Em malavahiya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê dikin  û herweha şaredariyên Bakurê Kurdistanê jî dikin ji ber ku penaber hewandin. Banga me li hikûmeta federal a Elman ew e ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku alîkarî bi hêsanîtir bigihêjin penaberan, da ku sînorên ber bi Efrîn, Kobanê û Cizîrê ve vebin. Banga me ya girîng ew e ku hikûmeta Tirk şerê bi Kurdan re bi dawî bike û pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike. Bangeke me jî li Kurdan, bi hev re kar bikin, dema hûn ne yek bin DAIŞ xurt dibe.


Civakeke mezin a Kurd li Elmanyayê heye û di nava wan de hêza herî xurt a rêxistinkirî PKK ye. PKK li Elmanya ji 1993´yan ve qedexe ye, gelo ev qedexe şerê li dijî DAIŞ´ê lawaz nake?

Em dizanin ku berê bûyerên şidetê yên PKK´ê li Elmanyayê hebûn. Niha di raya giştî de sempatiyek heye beramberî Kurdan, divê ev sempatî nekeve tehlûkeyê. Jixwe PKK ji bo bûyerên şidetê lêbihurîna xwe xwest. Em dixwazin hem PKK û hem jî rêxistinên din ên Kurd mafê xwe yê xwepêşandanê û nîşandana nerazîbûnê tenê bi rêyên aştiyane bi kar bînin. Damezrênerê GfbV Tilmann Zulch ji ber vê yekê bi nameyekê bang li hikûmeta federal a Elman daxwazkir da ku qedexekirina PKK’ê betal bike. Lê belê PKK jî divê li Elmanya û Ewrûpa şidetê bikarneînê, baweriyê bixwe bide anîn.


Kurdên li Ewropa û Almanyayê bi berpirsiyariyeke çawa re rû bi rû ne?  

Banga min li tevahiya Kurdan e, nexasim yîn li Elmanyayê, sempatiya peyde bûyî ji dest nedin. Aştiyane bin. Doza çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û welatên din bikin. Bi tevahiya hêzên demokratîk ên li Elmanyayê re bixebitin. Em jî em ê di vî karî de piştgiriya Kurdan bikin.  


LUQMAN GULDIVE/FRANKFURT