Yek ji serekîtirîn sedemên vê jî piştgîrînekirina karmendên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet bajarên Bîcar û Sine ku bi navendên ber ~er resen ên Kurdî li cîhan û Îranê tên nas kirin.    

Çîniyan ji vê meselê sûd wergirtine û bi çûna xwe ya Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Bîcar û Sine, hejmareke zêde ya berên naskirî yên wan her du bajaran bi pere standine û şandine welatê Çînê. Çînê hemû pêdivî xistine xizmeta wan ber û xaliyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, da hejmareke jin û zilamên Çînî fêrî xalî û berên Kurdî bikin. Niha li welatê Çînê kolanek ji bo berên Bîcarî bi navê Bicariyan hatiye vekirin. Di demeke pir kurt de bi sedan hevwelatiyên Çînî fêrî wê hunerê bûne û niha bazarên xalî û berên Kurdî li cîhanê, ji aliyê welatê Çînê û behremendên wî welatî ve hatiye dagîr kirin. Çînî xalî û berên Kurdî bi navê xwe dişînin bazarên cîhanî û qazanceke zêde bi wê rêyê bi dest xistine. Berpirsekî kulturî yê bajarê Bîcar di vê derbarê de got: "Hatina welatê Çînê bo nav bazara mafûr û siyaseta piştivanînekirina berên resen yên Kurd, bûye sedem ku astê şandina xalî û berên Bîcarê bo welatên din kêm bibe."
Serokê Rêxistina Ferşên Bîcar Hemîd Qazî jî wiha axifî: "Şandina berên Bîcarê ji bo derve geleki kêm bûye. Çîn xalî û berên Bîcarê di nav kargehên xwe de bi nave mafûrên Bîcarê dide bazarên cîhanê. Çînê bazara xaliyan girtiye destê xwe û baştirîn mafûrçinên Bîcarê niha li welatê Çînê mafûran çêdikin."

Li cîhanê dihatin naskirin

Serdemekê mafûrên Bîcarê çav û çiraya koşkên paşayên Îran û cîhanê bûn û ji seranserê cîhanê serdana Rojhilatê Kurdistanê dikirin, da berên resen ên Kurdî wek diyariyekê bo welatên xwe bibin. Ber û xalî wek tabloyek bûn ji bo pêşandana hunerên wek nîgar, reng-rengrezî, ristin, çinînê û ji wê girîngtir pênaseyek ji bo hunera resen a Kurdî di nav muzexane û koşkên cîhanê de bûn.  Hunermendên wek Mûsa Mesûdî, Esxer Elamuradî û Elî Esxerê Lek û Qudretula Gîçlû navdartirîn mamosteyên rêstina beran ên  Îranê bûn ku baştirîn xalî û berên Bîcarê çedikirin. Her yek ji wan mamosteyan di çinîn û neqişandina xaliyan de xwedî şêwaza taybet bûn û zêdeyî 50 salan e nexşên wan ji aliyê kesên din ve li ser mafûran tên dubare kirin.

Dramaya hostayên navdar

Ew hunermendên dest rengîn di nasandina ber û xaliyên Kurdî û nexşên xaliyê Bîcarê bi cîhanê roleke girîng dîtin, heta niha jî neqşa dar û gulê, masiyê efşar, nêçîrgeh, devê ejdeha, gul fereng, mistewfî, şa ebasî, masî derhem û masî mîrek wek bedewtirîn neqşên ser berên Kurdî li zanîngehên Îran û cîhanê tên xwendin.
Wan mamosteyan hemû temenê xwe di vê rêyê de bexşî, lê piştgîrînekirina hikûmetê û rêz negirtin a li hunera xalî û berên Kurdî bû sedem hejmareke wan hostayan terka welat bikin û bi bihayekî pir erzan hunera xwe firotine Çîniyan.



EZÎZ MURADÎ/BASNEWS /SINE