Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nûsra bi piştgiriya hêzên derve û hundir êrîşî gelê Kurd dike, bi awayekî hovane û li dijî urf û qanûnên şer ên navnetewî wêranî, kuştin, komkujî û talanê pêk tînin.


Temenê rejîmê dirêj dikin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kiryarên li dijî Kurdan di nava bêdengiyê de tên kirin û gelek hêzên Artêşa Azad cihê xwe di êrîşan de digirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev hêz dixwazin rê li ber şerekî di navber Kurd û ereban de vekin û ev tişt hatin gotin: “Ev şer dê bibe sedema belavbûna hêzên şoreşger û dirêjkirina temenê rêjîma Beas.’’ Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Kurd her dem bi hevdîtin û aştiyê re ye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di parastina gel a rewa de ye û ti carî êrîşî ti kesî ne kiriye.

ANHAQAMIŞLO