Di semînera li semta Maersta ya li derveyî Stockholmê de, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol, Şaredarê Sîgtûnayê Gun Erîksson, Serokê Meclîsa Şaredariyê Lars Bryntesson, Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokratan Yilmaz Kerîmo û Weşanger Ragip Zarakolû, bi moderatoriya Feyyaz Kerîmo axivîn. Gun Erîksson di axaftina vekirinê ya semînerê de ragihand ku li Şaredariya Sîgtûnayê glek Asûrî-Suryaniyên ji Mêrdîn-Mîdyatê dijîn û tevkariyeke girîng li pêşketina aborî û çanda Sîgtûna dikin.
Kurd hatin bikaranîn
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da xuyakirin, ku biryarên di sala 1911'an de hatine wergirtin, di tevahiya dîroka Komarê de bicih hatine anîn û da zanîn, ku heman feraset îro jî dewam dike. Turk diyar kir ku hewldanên afirandina netewe dewletê ya xwe dispêre înkara hemû gelan di roja îro de jî dewam dikin û got, "Di salên 1914-1915'an de, dema dewletê ev biryarên xwe bicih anî, mixabin gelê Kurd jî li ser navê Îslamê bikar anî. "
Kurd ji bo hemû gelan têdikoşin
Turk di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê deriyê demeke nû vedibe û anî ziman ku gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê ji bo pêşerojeke azad bi dayîna berdêlên mezin li ber xwe didin. Hevşaredar Ahmet Turk ragihand Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a zêdeyî 30 sal in dewam dike, ne tenê têkoşîna azadiya Kurdan, têkoşîna azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e, têkoşîna xurtkirina biratî, aştî û dostaniya navbera gelan e. Turk diyar kir ku li Qamişlo, Şengal, Hesekê Suryanî û Ermenî bi xurtî tevlî Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd bûne û anî ziman ku sedsala 21'an firsendên girîng daye Kurdan û gelên Rojhilata Navîn. Turk destnîşan kir ku di vir de têkoşîn û berxwedana Kurdan a zêdeyî 30 sal in dewam dike gelekî girîng e. Turk herî dawî da zanîn ku bi îlankirina Kurdan weke terorîst re, demokrasî û aştî nayê Rojhilata Navîn û xwest her kes rewşê bi vî rengî bibîne.
Kurdan destê aştiyê dirêjî Suryaniyan kir
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol jî da xuyakirin ku qirkirina 1915'an a li hemberî Suryaniyan di salên piştî wê de jî dewam kir, lewma Suryanî neçar man xaka xwe biterikînin û li welatên cuda yên cîhanê belav bibin. Akyol da xuyakirin ku di hilbijartinên giştî yên 2010'an de Tevgera Azadiyê ya Kurdan destê lihevhatinê dirêjî Suryaniyan kiriye, destketiyên xwe bi wan re parve kiriye, Erol Dora weke parlamenter hilbijartiye û got, "Destpêkê bi awayekî matmayî me lê nihêrî. Bi hilbijartina min re ev hêvî xurttir bû. Em ji samimiyeta wan bawer dikin. Xaka me hat talankirin, parçe parçe hat kirin. Yekîtiya me ji nû ve dikare pêk were, em dikarin li xaka xwe vegerin." Akyol bibîr xist ku xizmên wan berê fedî dikirin ku bêjin Ermenî û Suryanî ne, lê niha bi serbilindî nasnameya xwe tînin ziman.
Rûbirûbûn pêk nehatiye
Ragip Zarakolû jî da xuyakirin ku rû bi rûbûnek bi tehcîr a 1914 û qirkirina 1915'an re hînê nehatiye kirin û anî ziman ku cîhadîzm a rûpeleke qirkirinê ya hatiye jibîrkirin e, îro ji nû ve ketiye rojevê. Zarakolû ragihad ku navekî din ê cîhadîzmê qirkirin e û diyar kir ku di sala 1914'an de li Tirkiyeyê biryareke fermî ya 'Cîhadê' hatiye stendin û destnîşan kir ku ev biryar biryara hevpar a mîlîtarîzma Elman û Tirk bû.
MÛRAT KÛSEYRÎ/ STOCKHOLM