Meş ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin û li gel Kurdistaniyan pêkhateyên Yekitiya Hêzê ya Demokratîk û komên çep ên Almanyayê jî beşdar bûn. Meş bi dirûşma "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ qetil dike" hat lidarxistin û alên YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan‫.‬ Bajarekî din ku êrişên li dijî Kobanê hat protestokirin Stuttgart bû. Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Stuttgart û derdorê dijîn, ji bo şerê li Rojava şermezar bikin meş û mîtîngek girseyî li darxistin. Meş û mîtinga girseyî ya ku bi pêsengiya Navenda Civaka Kurd a Stuttgartê û Platforma Yekitiya Demokratik a Stuttgartê hatî organizekirin, bi tevlîbûna nêziki 500 Kurdistaniyan pêk hat. Kurdistaniyan li navênda bajêr, li ber Îstasiyona Trenê mezin a bajêr civiyan û li vir li ser navê girseyê axaftin hate kirin u di axaftinê de, ambargo û dorpêçkirina çeteyan li ser Kantona Kobanê hate sermezar kirin û Berxwedana Kobanê hate silav kirin. Kurdistaniyan piştre, bi ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Meş li qada Markt Platzê bi mîtîngekê dewan kir. Li vir axaftin hatin kirin û derbarê êrişên li dijî Kobanê de belavok hatin belavkirin. Çalakiyên li Almanyayê li Hamburg, Nurnberg û Hannoverê û paytexta Fransa Parîsê jî pêk hatin.


Ji FCÎK´ê kampanya

Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (FCÎK) li bajarê Hagen a Elmanya ye û li tevayî Ewropayê bi dehan mizgeft û bi dehhezaran endam di bin banê wê de de. FCÎK ji bo kantona Kobanê ya di bin êrîşên çeteyên DAIŞ de ye kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Serokê FCÎK’ê Mele Muhîttîn Kurtay têkildarî kampanyayê agahî dan ANF’ê got, "Ji bo Kurdan roja şeref û namûsê ye. Divê her kes li van nirxan xwedî derkeve.” Mele Kurtay anî ziman ku divê her Kurd tevlî kampanyaya bi navê, "Tu jî piştgiriyekê bide Kobanê”dane destpêkirin bibin. Mele Kurtay axaftina xwe wiha domand, "Gelê me yê rêzdar, îro Kurdistan û Kobanê xwîn digirî. Dijminên me yên xwînxwar û zalim ji bo gelê Kurd ji dîrokê tune bikin çi pêwîst e dikin. Em fitre û xêrên xwe ji Kobanê re bişînin.” Mele Kurtay, destnîşan kir ku kesên dixwazin alîkariyê bidin dikarin serî li navenda FCÎK û mizgeftên girêdayî wê bidin.

Ji Rûsyayê jî piştgirî

Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowê dijîn di rojiya Remezanê de ku bûye wek kevneşopiyekê her sal li Mala Kurdan di xwarina fitarê de têm cem hev. Xwarina ku ji hêla Mala Kurda ve tê organîzekirin û amadekirin li gel gelek Kurdistaniyan îsal Cîgira Wezîrê Karên Deve yê Kantona Cizîrê Emîne Osî û nûnerê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê yê qada Rûsyayê Orhan Aso jî amade bûn. Di xwarinê de li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û bi taybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ku di vê meha pîroz de bûye hedefa çeteyên DAIŞ’ê hat rawestîn. Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê Emîne Osî ji Kurdistaniyên amade re axaftinek kir. Osî di axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê bêyî ku alîkarî ji tu hêzên derve werbigire bi alîkarî û fedariya gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê azadiya xwe bidest xistiye û got: “Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ji despêka şoreşa Rojava heya niha bi fedekarî û lehengiyeke mezin berxwedanek hêjaye gotinê raber kiriye. Lê îro rewşa ku Rojava bi taybet jî êrîşên li ser Kobanê mirov nikare bi gelê Rojava tenê girê bide. Ji ber ku îro li Kobanê komên çete yê bi navê DAIŞ dixwazin azadiya gelê me ji destê wan bigere.”

NAVENDA NÛÇEYAN




Li Marsîlya meş

Êrîşên li dijî Kantona Kobanê, li bajarê Fransa Marsîlyayê jî hat protestokirin. Meşa ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk li Marsîlyayê ve hat organîzekirin ji Meydana Canebiere heta Meydana Vieux Port'ê dewam kir. Kurdistanî bi pankarta bi nivîsa "Rojava Kurdistan e, Kurdistan Rojava ye, rê ji El Qaîde re nîne" vekirin. Li Meydaan Vieux Portê li ser navê Mizgefta Kurd a Marsîlyayê û Navenda Çanda Kurd a Demokratîk axaftin hatin kirin û êrîşên li dijî Kobanê bi zimanekî tund hatin şermezarkirin. Hat diyarkirin ku cihê van komkujiyên bi navê Îslamê tên kirin di ol de nîne û DAIŞ jî piyonek di destê dijminê Kurdan de ye. Hat destnîşankirin ku Kurdên li Marsîlyayê wê ji bo Kobanê dest bi kampanya alîkarî maddî û manewî bikin. 

MARSîLYA




Ji KCD-E banga Kobanê

Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê KCD-E ji bo kampanya alîkariya maddî ya ji aliyê saziyên Kurdistanî ve hatiye destpêkirin banga beşdariyê li Kurdan kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di serî de Navendên Civaka Kurd a Demokratîk, em bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dikin ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin‫."‬ Di daxuyaniya bi sernivîsa berxwedana gelê Kobanê berxwedana rûmet û namûsê ya gelê Kurd e de wiha hat gotin, "Em êrişên xwînkar ên (DAIŞ)ê yên li Kobanê û derdora wê li dijî gelê me yê sivîl tê kirin şermezar dikin û dixwazin destnîşan bikin ku em li cem gelê xwe yê li dijî van êrîşan bi biryardarî radiweste û şerê parastina herî bi heybet a dîrokê dimeşîne, cih digirin‫.‬
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li dijî çeteyên qetlîemkar em berxwedana bi rûmet a gelê Rojava ku bi lehengî û li ser bingeha parastina rewa, ji bo azadî û yekitiya demokratîk a neteweyan û gelan nîşan dide silav dikin û tînin ziman ku pêwîstiya vê berxwedana mezin bi destek û piştgiriyê heye. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dijî, dost, demokrat, rewşenbîr û her kesê ji xwe re dibêje "ez mirov im" dikim, ku destekê bidin zarokên Kurd ên li Kobanê ji ber nexweşî û bêdermaniyê jiyana xwe ji dest didin. "

ANF/DUSSELDORF