Li bajarê Swîsre Baselê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Swîsreyê, nêzî 3 hezar kes hatin cem hev û komkujiya çeteyên El Qaîde yên bi piştgiriya Tirkiyeyê, bi meşekê lanet kirin. Girseya gel a li Claramattpark'ê hat cem hev ber bi Theaterplatzê ve meşiya.Tevgera Jinê ya Swîsre, Tevgera Ciwanan a Swîsre, FEKAR, PYD, ÎGÎF, ATÎK, Partîzan, PDD, DSB, KKP jî piştgirî dan meşê.

Li Almanya meş û mitîng
MAGDEBÛRG: Li bajarê Magdebûrgê yê Almanyayê komkujiya li Rojava bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de li gel alên PYD û TEV-DEM'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêveberê PYD'ê Îsa Huso ya beriya demeke kin di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, hat hilgirtin.
FREİBÛRGÊ: Li bajarê Freibûrgê yê Almanya jî bi sedan Kurdistanî, li dijî komkujiya li Rojava meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Meş li pêwendiyeke mezin a almanan jî rast hat û di çarçoveya kampanya azadî ji Ocalan re îmze hatin berhevkirin.
DUISBURG: Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk a ji gelek sazî û dezgehên li Almanyayê pêk tê, li bajarê Duisburgê meşeke girseyî organîze kir û komkujiya çeteyên El Qaîde yên bi piştgiriya Tirkiyeyê, şermezar kir.
BERLÎN: Bajarê Berlîna Elmanyayê şahidî ji xwepêşandaneke herî mezin a gelê Kurd re kir. Bi hezaran Kurd û dostên wan bi meş û mîtînga ku li dar xistin Şoreşa Rojava silav kirin û komên çete yên girêdayî El Qaîde bi tundî şermezar kirin.  

Kurdên li Toronto di çalakiyê de bûn

TORONTO: Li bajarê Torontoyê yê Kanada jî komkujiya Rojava hat şermezarkirin. Di xwepêşandana li ber Konsolosa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Torontoye de, ji çar parçeyê Kurdistanê Kurd beşdar bûn. Di çalakiyê de bi zimanên Îngilîzî, Kurdî û Tirkî dirûşme hatin berzkirin û hat xwestin ku êdî dawî li piştgiriya çeteyên El Qaîdeyê bê anîn û dawî li komkujiya zarokên Kurd bê anîn.

Li Bûlgarîstan şermezar kirin  

SOFYA: Li paytexta Sofyayê ya Bûlgarîstan, komkujiya li Rojava li ber parlamentê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de ligel Kurdan ereb jî amade bûn û bang raya giştî ya navnetewî kirin ku êdî van komkujiyan bibîne.

Li Fransayê çalakî  
MARSÎLYA: Komkujiya çeteyan li bajarê Marsîlya ya Fransa jî bi meşekê hat şermezarkirin. Meşa ji aliyê Komeleya Kurd a Mezopotamyayê ve hat organîzekirin, bi beşdariya sedan Kurdistaniyan pêk hat. Çalakgerên ji bajarên başûrê Fransayê beşdarî çalakiyê bûn li Qada Canabiere li hev kom bû û heta Qada Vieux-Port meşiyan. Di tevahiya meşê de belavokên li ser rewşa dawî ya li Rojava û komkujiyan, hatin belavkirin.
Kurdistaniyan bi pankart û dowîzên bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî, çeteyên mîna El Nûsra şermezar kirin. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bimire Tirkiye", "El Nûsra ji Rojava û ji Sûriyê bicehime" hatin qêrîn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û welatiyên di komkujiya li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, hatin hilgirtin.
TOULOUSÊ: Bi heman armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava, Kurdistaniyên li bajarê Toulousê ya Fransa dijîn li Qada Capitolê hatin cem hev. Ligel nûnerên Meclîsa Gel a Demokratîk a Toulousê, Komeleya Çandê ya Franco-Kurde ya Toulousê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toulousê, Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Antî Kapîtalîst, zêdeyî 300 kesî amade bûn. Beriya meşê, li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Toulousê axaftinek hat kirin û komkujiya çeteyên El Qaîdeyê yên li Rojava li dijî jin û zarokên Kurd dikin, bi tundî hat şermezarkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN