Kurd ji mirinê mezintir e - Rêşad SORGUL
Dewleta Tirk a înkarker û qirker di çavsorî û zêdegaviya xwe de bêhtir dirrinde dibe û ji sînorê xwe yên heyî derbas dike. Tenê di vê dema dawî de bi hejmareke zêde balafirên cengê êriş birin ser Mexmûr, Şengal û herêmên gerîla lê bi cih bûne. Li Başûrê Kurdistanê jî êrişî Şêladizê kir. Tevî rejîma Îranê jî li ser sînor hinek tevgerên dagirkeriyê hemwext pêk tîne. Herî dawî jî li Kobanê bi dronan êriş kir û sê jinên Kurd şehîd bûn. Jixwe rojane jî ciwan, jin û kesên Kurd weke berxên berkêrê bi awayekî asayî li ser sînoran û li ber sêdaran can didin. Beşekî Kurdan jî mîna masiyê dêmê di çirava asîmîlasyon û xizaniya pîlankirî de diperpitin. Xwediyê çanda herî qedîm û dewlemend e, lê nikare du gotinan bibêje; xwediyê dewlemendiya binerd û sererde lê ji nêza dimire. Di nava çerx û cercereyên taybet ên sedsala bêrehm de bi bendewarî û hêviyên pûç ên divê neyên kirin, dibe qurban.
Ez naxwazim we pêsîrtengî bikim. Naxwazim bêhnê li we biçikînim û pêxîra we bigihînim hev, bişidînim. Lê rewşa dawî ev e. Jixwe, sedsalek e ku ev rewş her bi vî rengî ye, û tenê xwe bi gelek awayan diceribîne. Malmîrateya bindestiyê jî mejiyê me dike mîna yê mirîşkê û em zû ji bîr dikin. Mîna berxê di dora xwe ya serjêkirinê de dimînin. Ez naxwazim heleman û bangeşeyan bikim. Lê ji bo rewşa giran îfade û pênaseyên baş fesilandî û edilandî lazim in. Jixwe, gazina min ji min ew e, em di vî karî de qels û lawaz in. Ji ber ku rewş giran û gotin sivik in.
Dewleta Tirk a înkarker û qirker, di van çend salên dawî de mîna li dinyayê bike qebqebû, derdikeve derveyî sînorên xwe, bi xeyalên Osmanî û emelên împeryal êriş dike. Bi van êrişên xwe hem dixwaze Kurdan bi temamî biqedîne; koka wan biqelîne û bi kêmanî nehêle bibin xwedî statu. Di heman demê de mîna karîkaturekî Emerîka be, dixwaze bi êrişên li derveyî sînorên xwe, ji çavkaniyên ekonomîk ên welatên qels sûdê wergire û pirsgirêkên xwe yên aboriyê çareser bike. Dewleta Tirk bi vê, xwe li rewşeke nû diqelibîne. Dema tengav dibe jî hewl dide di nava rewşê de hevsengiyan biafirîne. Me mînakên vê li erdên dagirkirî yên li Sûrî û Lîbyayê dîtin. Heman stratejiyê ji bo enerjiyên li Derya Spî û giravên Yewnanistanê jî diceribîne. Dîsa di hevsengiya navbera Rûsya û Emerîkayê de jî heman polîtîkayan dimeşîne. Dewleta Tirk ji bo meşandina vê hovîtiya xwe, giraniya xwe daye ser bipêşxistin û kirîna sîlehên modern ên qebîliyeta wan zêde. Wekî din ji bo şerê di erdê re çeteyan bi rêxistin dike û eskerên bi peran bi kar tîne. Ji bo meşandina van gurên qîl bi xwîn jî xeyala Osmanî dixe serê tolaz û togeyên li naverastê mayî. Li hundir jî di şexsê Qesra Erdogan de dewlet kiriye yekdest û faşîzma çavsorî bera her derê daye.
Li hemberî me dewleteke çete ya xwerêxistinkirî heye. Li ti rêzik û pîvanê guhdarî nake. Kurdan dikuje, malên wan xira dike û dişewitîne; hestiyên wan ji qebran derdixe û gorên wan xira dike; zeviyên wan ên dexlan û daristanan dişewitîne. Yanî çi tiştê were bîra we û heta yê nayê bîra we, dike. Bêguman li hemberî vê, Kurd carna heyirî dimînin; carna hêrsa wan difûre û li çiyan diqelibe; gerîlayên li çiyan çalakiyên destanwarî yên di dîrokê de nedîtî dikin. Lê diyar e ku ev hemû têrê nakin. Ev hov nasekine. Heye ku ji ber vê be, van rojên dawî li bajarên Tirkiyê hinek ciwanên Kurdan tîmên tolhildanê saz kirin û hinek çalakiyan dikin. Jixwe, fermandarê NPG’ê Murad Karayilan jî ji ciwanan re got, hûn qet nikaribin tiştekî bikin, hûn dikarin heste û çeqmeq bi kar bînin. Ev awa çalakî di dîrokê de hinekî çalakiyên qewmên li dijî împaratoriyan tîne bîra mirovan. Bi çalakiyên bi vî rengî yên demdirêj împaratoriyên zirmezin dihilhilandin û dawiya dawî ew hildiweşandin. Yan jî weke Kurdan di dîrokê de kirî, gelo divê xwe li ser peydakirina hinek teknîk û rêbazên nû biêşînin û bi vî awayî karibin vî hovê dirrinde bixin qefesê yan jî bêhnçikandî bikin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje, gotina birêz Karayilan a “serdemeke nû” ye, di cih de bibîne. Bêguman di vê serdemê de hevgirtina Kurdan, nexasim jî helwêsta xelkê me yê Başûrê Kurdistanê wê gelekî girîng be. Di vî warî de hevdîtinên li Rojavayê Kurdistanê girîng û encamgîr in. Lê divê ez bibêjim, Kurd dema van hemûyan dikin, divê bi hostatî bikin, ango bi awayekî bikin ku xwe eşkere nekin hedef. Li cîhanê dostê xwe pirr bikin û dijberên xwe kêm bikin. Çawa ku şair gotî, ez jî di dawiyê de dibêjim, Kurd ji mirinê mezintir in.