Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku vê hefteyê hevserokên pêkhateyên KCDK-E digirin, çar roj li pey xwe hiştin. Beşdarên doh li meydana çalakiyê israra dilê xwe berz kir:“Heta azadiya Ocalan em li vir in“
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê ev 6 sal in bê navber tê girtin, di hefteya 314’an de ji aliyê endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dersim Alalî, Yûssif Alzîn, Ehmed Behrî û Abed Al Rahîm ve dewr hate girtin.
PYD’iyan destnîşan kir ku heta azadiya Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin. Pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) jî bi wesîleya sala 6’an ji pêr ve li qada çalakiyê ne.
Hevserokên pêkhateyên KCDK-E daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku wê hefteyekê tevlî çalakiyê bibin. Her wiha nûnerên gele Suryanî û ji Başûrê Kurdistanê jî wekîlên YNK û Tevgera Goran tevlî çalakiyê bûne.
Çalakgeran doh semînerek organîze kirin û hilbijartinên 24’ê Hezîranê nirxandin.
Kurdistaniyên ji bajarên Freiburg, Kehl, Offenburg û Stuttgart ên Elmanyayê ji destekdayînê xwe gihandin cihê çalakiyê.
Tevlîbûneke xurt
Pêkhateyên KCDK-E’yê, Yekitiya Sûryaniyên Ewrûpayê (ESU), Partiya Sosyalîst a ji nû ve Damazirînê (SKYP), YNK û Tevgera Goran destek da çalakiyê, gelek nûnerên saziyên Kurd jî li cihê nobetê hazir bûn.
Roja sisêyan a çalakiyên parlamentere berê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu û beşdarên meşa “Ji Ocalan re azadî” hatin cihê nobetê. Ji parlamentoya Başûrê Kurdistanê, wekîlê YNK’ê Salar Muhammed û wekîlê Goran Şêrko Emîn jî li çalakiyê hazir bûn.
Heta azadiya Ocalan têkoşîn
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal li ser çalakiyê axivî û bi bîr xist ku çalakiya ji bo azadiya Ocalan ev 6 sal in didome. Her wiha diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê Kurd bi hişmendiya ku wê bê Ocalan jiyan nebe azadiya Ocalan dixwazin û got: “Niha, bi vê çarçoweyê nûnerên saziyên Kurd çalakiyê dikin.“
Kartal malavayî li wan kesan kir ku ev 6 sal in tevlî çalakiyan dibin û got: “Heta ku azadiya Ocalan pêk were têbikoşîn.“
Werin tevlî bibin
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî malavayî li kesê destek didin çalakiyê kir û anî zimên ku Kurd azadiya Ocalan dixwazin, heta ku Ocalan azad bibe ev çalakî wê bidome. Koç diyar kir ku Ocalan azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû baweriyan e.
Dostekî Kurdan ku di çalakiyê de hazir bû, bal kişand ser projeya civaka demokratîk a Ocalan û giringiya çalakiya li ber Konseya Ewrûpayê dest nîşan kir. Çalakvanê Elman bang li hemû gelan kir ku tevlî çalakiya ji bo azadiya Ocalan bibin û bi dirûşma, ‘’Bê Ocalan jiyan nabe’’ axaftina xwe qedand.
Yek ji çalakgerê Meşa Azadiyê jî bang li Konseya Ewrûpayê, CPT’yê kir ku bi karê xwe rabin û got heta azadiya Ocalan wê çalakiyên wan bidomin.
Îro daxuyanî tê dayîn
Endamên Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Hemo Emîn (Goran) û Salar Mûhamed (YNK) jî ku destekê didin çalakgeran, li Konseya Ewrûpayê hin hevdîtin kirin û bal kişandin ser rewşa Ocalan.
Îro saet 11’an jî wê ji bo Ocalan civîneke çapemeniyê bê lidarxistin û hin parlamenterên Ewrûpî yên dostên Kurdan jî wê tevlî bibin.
STRASBOURG