
Hatine Pêşmergeyên bi çekên giran bandoreke çawa li hevsengiya hêzan a li Kobanê kir?
Pêşketineke derengmayî ye. Heta niha hevalên me li gorî derfetên xwe şer dikirin. Lê belê derbasbûna çekan ji bo me avantajek mezin derxist holê. Me destpêkê xwestin hêzên xwe yên leşkerî û çekên xwe yên ji kantonên din bişînin. Lê belê Tirkiyeyê bi ti awayî destûra vê neda.Piştre jî li bendê bû ku em ê hatina Pêşmerge û Artêşa Azad red bikin, derbasbûna van hêzan qebûl kir. Me jî got, 'ger hûn qebûl bikin, bila bên'. Vê yekê jî planên wan pûç kir. Ji xwe hatina wan ji neçarî qebûl kirin. Li qada navneteweyî, hevkariya wan a bi DAIŞ'ê re wê zelaltir xuya bikira Ji ber vê yekê, di wê baweriyê de bûn ku em ê qebûl nekin û destûr dan. Bi vî rengî wê xwe paqij nîşan bida. Dema Pêşmerge li ser sînor disekinan, li aliyê din jî DAIŞ bêtir sor dikir.
Cîhana Ereb çawa nêzî hatina Pêşmergeyan bû?
Bi taybetî Erebên li nava Sûriyeyê, ji hatina pêşmergeyan aciz in. Artêşa Azad bi xwe jê aciz e. Weke hêzeke ku ji derve hatiye dinirxîne. Ji xwe gelek ji wan jî destekê didin DAIŞ'ê. Helwesta wan diyar e.
Hatina Pêşmergeyan ji bo Kobanê di rêya yekîtiya Kurdan de tê çi wateyê?
Beriya niha li Rebîa, Til Koçer, Şengal û gelek deverên din YPG û Pêşmergeyan bi hev re li dijî DAIŞ'ê şerekî hevpar meşandin. Lê belê hatina Pêşmergeyan ji bo Kobanê di dîrokê de gaveke nû ye. Girîng e. Em dixwazin ev hewldan veguhere fermandariyeke hevpar a yekîneyên parastinê yên Kurdan. Em dixwazin YPG, HPG û hêzên Pêşmerge bibin xwedî konseyeke hevpar a leşkerî. Li gel vê yekê, ji aliyê siyasî ve jî divê kongreya neteweyî bê lidarxistin. Konjontur vê ferz dike. Şert û merc vê yekê li ser Kurdan ferz dikin. Y
Di 1'ê Mijdarê de li gelemperiya cîhanê bi sed hezaran kes herikîn kolanan. PYD vê yekê çawa dinirxîne?
Ya ku îro ev atmosfer afirand, berxwedana li Kobanê ye. Li wir mirovahî û nirxên mirovahiyê tên parastin. Ne tenê yên Kurdan nirxên tevahiya mirovahiyê tên parastin. Ji ber vê yekê xwedîderketina li Kobanê ne tenê wezîfeya me Kurdan e. Ji Latîn Amerîka heta Aysyayê mirov ji bo Kobanê herikîn kolanan, em wan pîroz dikin, girîng dibînin.
Li Rojhilata Navîn çi li benda Kurdan e?
Kurd êdî li Rojhilata Navîn aktorek e. Aktorekî gelekî girîng. Divê her kes vê bibîne. Heta niha hemû hêzan bi rêya Tirkiye, Iraq û Îranê rê nîşanî Kurdan didan. Lê niha, şert û merc bi temamî guherîn. Kurd siyaseta xwe bi xwe dikin. Qalibên berê hatine hilweşandin. Lê belê rê û rêbaza siyaseta nû hînê bi temamî nehatiye rûniştandin. Ji ber vê yekê jî girîng e di navbera Kurdan de yek deng û yekîtiyeke neteweyî hebe.
Di rewşeke ku li dijî DAIŞ'ê koalîsyoneke navneteweyî hatiye avakirin de, Tirkiye hînê hesabê çi dike?
Tirkiye DAIŞ'ê li hemberî Kurdan bikar tîne. Ev li Başûr û Rojava bi vî rengî ye. Bifikirin, naxwe çima DAIŞ îro êrîşî Kobanê bike; çi dixwaze? Çi karê xwe li wir heye? Êrîşî Kobanê û Başûrê Kurdistanê dike. Divê mirov li sedemên vê yekê bipirsin. Eger gelekî dixwaze waye rejîm (Sûriye) li wir e, bila biçin êrîş bikin. Ev hemû rê li ber pirsan vedikin. Tirkiyeyê hemû planên xwe ji bo tinekirina Kurdan ava kiriye. Demekê Hîzbûllah kirin belayê serê Kurdan. Niha jî DAIŞ'ê bikar tînin. Sibê jî wê tiştekî cuda derxîne. Ev tirs ji ber çi ye, ev fobî. Ev nexweşiyek e.
Li Kobanê û Şengalê penaber li gelek kampan di nav şert û mercên Ji bo van penaberan bangek we li civaka navneteweyî heye?
Li Kobanê niha zêdeyî nîvê bajêr xera bûye. Bi sed hezaran mirov neçar man bajêr biterikînin û niha penaber in. Gelekî zehmet e ku em ji binê vê rabin. Pêwîstî bi alîkariya hêzên navneteweyî heye. Destûrê nade derbasbûna alîkariyên însanî. Ji bo jinûve avakirina Kobanê divê em komîteyan ava bikin.
ALÎ GULER/ANF/BRUKSEL