Lê vê yekê ne tenê Kosova û Katalonya xist nava heyecanê, Kurd jî niha di nava heyecanê de ne. FIFA wê ji bo serlêdana Kosova ya ji bo lîstîna di maçên navneteweyî de, biryar bide. Ev biryar ji bo başûrê Kurdistanê jî girîng e.
Kurd jî li benda vê biryarê ne. Lê tê diyarkirin ku Kosova di vî warî de piştgiriyeke pir xurt ji cihanê werdigire. Tê diyarkirin ku ger Başûrê Kurdistanê jî serî li FIFA’yê bide, wê hukûmeta navendî ya Iraqê û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina vê yekê hewl bidin. FIFA di meha Gulanê de dabû diyarkirin ku ew di aliyê prensîp de piştgiriya van serlêdanan dikin. Tê payîn ku biryara dawî di roja pênçşem an jî înê de bên dayîn.
Armanc endamtî ye
Lê tiştek ji rewşa Kosovayê girîngtir heye. Ger biryara derbarê serlêdana Katalonyaya ku heta niha serxwebûna xwe ranegihandiye, bê dayîn, tê payîn ku Federasyona Fûtbolê ya başûrê Kurdistanê pêşî serî li Federasyona Fûtbolê ya Iraqê û paşê serî li FIFA’yê bide.
Rêveberê Teknîkê yê Tîma Neteweyî ya başûrê Kurdistanê Abdullah Mehmûd Muhîddîn jî di daxuyaniya da de û got ku yek ji armancên wan ên sereke ew e ku bibin endamê FIFA’yê û bi bîr xist ku FIFA ji bo her kesê ye.
Ji bo başûrê Kurdistanê heta niha ne di vê astê de nûnertiya wê heye û ne jî piştgirên wê hene. Niha lîstîkvanên Kurd di tîma neteweyî ya Iraqê de dileyîzin. Tîma başûrê Kurdistanê di Hezîrana borî de beşdarî Kûpaya VIVA ya Cihanê bû û bi tîmên ji Tamîl, Seheraya Rojava û Darfûrê hatin re pêşbazî kir. Tîma Başûrê Kurdistanêdi Kûpaya VIVA ya Cihanê de bibû şampiyon. Heta niha jî gelek fûtbolvanên jêhatî yên Kurd di tîmên di kûlubên girîng ên welatên Ewropayê de dileyizin.
ANF/CENEWRE