Nîqaşên li ser mudaxalekirina ser Sûriyeyê de her ku diçe zêde dibe. Piştî nirxandina serokwezîrê Amerîkayê Barack Obama ve tê diyarkirin ku di nava hefteyekî de dê mudaxale li dijî Sûriyeyê pêk bê, lê belê di serî de Tirkiye û hin welatên din êrîşê hewayî ya li dijî Sûriyeyê têrî nabînin. Der barê mudaxalekirina Sûriyeyê û îxtimalekî mudaxaleyê de helwesta gelê Kurd ên li Rojava de Endamê Rêveberiya Lîjneya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl nêrînên xwe anî ziman.

Der barê îxtîmala mudaxaleya leşkerî ya Amerîkayê û hin welatên din de Xelîl axivî û wiha got: “Ev nêzî du sale ku li Sûriyeyê pêvajoyeke destpêkiriye. Lê belê rejîma Baas bi taybetî jî rejîma Esed li ser gel de pir dijwar çû. Ji ber vê sedemê bi sedhezaran mirov hatin kuştin. Şer hat asteke wiha ku li Sûriyeyê bajarekî ku nehat xirabkirin nema. Ev pirsgirêkê divê mirov tenê bi bikaranîna kimyasalê ve tenê negire dest. Lewre ji xwe sûcê bikaranîna çekên kimyewî tê zanîn, sûceke li dijî mirovahiyê bikaranîn e. Kî bikar anî be divê di dozgeriyên navneteweyî de bê darizandin. Her çiqas heyetê rapora xwe aşkera nekiribejî dîsa hemû tişt rejîmê didin nîşandan. Lê belê li hemberî polîtikayên şer rêbazên din jî hene. Ger derfet hebe û hevdîtinên dîplomatîk û herî taybet jî civîna Cenevre 2 bihatina lidarxistin dê baş bibûna.  

Xwe nêzî çareseriyê nakin
 Der barê hatina asta şer a li Sûriyeyê de polîtîkayên welatên din de Xelîl axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya yekemîn ew e ku hêj rêbazeke alternatîf bo Sûriyeyê nehatiye dîtin. Ya duyemîn jî di navbera Amerîka û Rûsyayê de hesabên cuda hene, lê belê ji ber van hesabên gelê Sûriyeyê tên qurbankirin. Em li dijî mudaxaleya Sûriyeyê ne. Em dixwazin ku bi rêbaza siyasî pirsgirêk bên çareserkirin. Lê belê ne rejîm û ne jî muxalefet xwe nêzî çareseriya siyasî nake.” Xelîl der barê bikaranîna çekên kimyewî de jî axivî û wiha pêde çû: “Li gorî ku me bihîstiye di destê rejîmê de çekên kimyewî hene. Muxalefetê jî di daxuyaniyên ku berê dabû de diyar kiribû ku ew çend cihê ku li wir çekên kimyewî hene desteser kirine. Ger ev tişt rast bin di destê muxalefetê de jî çekên kimyewî hene. Di bikarnîna çekê kimyewî de nêzî du hezar mirov jiyana xwe jidestdan, ev li sûceke dijmirovahiyê ye.”

Mudaxele û herêma Kurdan  

Di dema îxtîmalekî mudaxaleya Sûriyeyê de jî Xelîl helwesta gelê Kurd û TEV-DEM’ê wiha  bilêv kir: “Me ji gelek hêzan re jî ragihandiye ku dema mudaxale bikin, bila mudaxaleya navendên leşkerî bikin. Divê cihên ku li wir sivîl dijîn neyên hedef girtin. Ger wisa bê kirin dê herêmên ku Kurd li wir dijîn nebin hedef. Li herêmên ku Kurd li wir dibînin baregehên rejîmê tuneye. Tenê li balafirgeha Qamişlo heye. Ji bilî wî hemû cih ji aliyê Kurdan ve hatine rizgarkirin. Ger ev hêz bixwazin rejîmê lewaz bixînin divê baregeha wan a mezin li kur be li wir bixin. Ger plan wiha bên kirin dê herêma Kurdan nebin hedefa êrîşan.”

DÎHA/HEWLÊR