Li seranserê Ewrûpayê bi pêşengiya ciwanan li dijî darbeya Erdogan çalakiyên protestoyî dewam dikin. Li Hannover, Mannheim, Frankfurt, Viyana û Parîsê çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan li dijî zilma dewleta Tirk hebûn.
Hannover
Ciwanên Azad li bajarê Elmanyayê Hannoverê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiyan û êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyeke protestoyî lidar xist. Qederê 100 ciwanî pêr êvarê Balefirgeha Hannoverê dagir kir. Çalakiyê 2 saetan dirêj kir. Peyama ciwanan hevkariya AKP´ê û DAIŞ´û bû û xwestindawî li tecrîdkirina Ocalan were anîn. Li vir polîs li şûna çalakiyê biparêze, êrîşkar parastin.
Frankfurt
YXK û Ciwanên Azad, polîtîkayên şer ên dewleta Tirk li hember gelê Kurd dimeşîne li Frankfurtê bi çalakiyeke spontane protesto kirin. Polîtîkayên şer ên AKP´ê li ber Konsolosxaneya Tirk hatin şermezarkirin. Xebatkarekî konsolosxaneyê êrîş bire ser Ciwanên çalakger. Di dema çalakiyê de jineke ciwan dema bi tebeşîrê dirûşm li erde dinivîsand hat dahfdan. Polîsên ku dest wernedan rewşê, êrîşkar parastin.
Mannheim
Li bajarê Elmanya Mannheimê, komkujiya li Pirsûsê, êrîşa balafirên şer ên Tirk li hemberî qadên gerîla û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin protestokirin. Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) çalakî organîze kir. Di çalakiyê de polîtîkayên şer ên dewleta Tirk hatin protestokirin. Endamên SKB, Jinên Nû û Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyeke hevpar dan.
Ji bo şehîdên Pirsûsê 31 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Jinan di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" gotin.
Viyana
Bi pêşengiya Ciwanên Azad li paytexta Awûsturya Viyanayê, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla hatin protestokirin. Bi qasî 2 hezar kesên li ber avahiya Opera Viyanayê civiyan, meşeke protestoyê li daar xistin. Meş li Stephansplatzê bi dawî bû. Nûnerên hin saziyên destek dan meşê li vir axivîn û bal kişandin ser komkujiya li Pirsûsê, qetilkirina xwezaya Kurdistanê ya ji ber êrîş û bombekirina qadên gerîla.
Berdevkê Ciwanên Azad li Awûsturya Şahîn Dep di axaftina xwe de got, "Hedefa bingehîn a operasyonên dewlet û artêşa Tirk şerê li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd û destekdarên wê ne." Dep bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir da ku xwe bi rêxistin bikin.
Parîs
Bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û protestokrina komkujiya li Pirsûsê, li Parîsê çalakiyek hat lidarxistin. Li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd li Franseyî CDK-F û ACTIT´ê pêr êvarê li ber Sefaretxaneya Tirk, bi beşdariya Tevgera Jinên Kurd, Ciwanên Azad Parîs, FEDA, Federasyona Êzidiyan a Fransayê, Kurdistanî û dostên wan mîtîng lidar xist.
Li ser bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Pirsûsê daxuyaniya hevpar a CDK-F û ACTIT'ê bi zimanên Fransî û Tirkî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk a faşîst, di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de li dijî Kurdan, hemû rêxistinên şoreşger, çep û sosyalîst dest bi polîtîkayeke şer a berfireh kiriye. Lewma divê li dijî dewleta Tirk a faşîst û zîhniyeta AKP'ê têkoşîna hevpar bê xurtkirin."
NAVENDA NÛÇEYAN