Kurdên li Ingilistanê 1. kongreya xwe ya damezrandina Meclîsa Kurdistaniyên Ingilistanê li dar xist. 

Pêr êvarê 1. Kongreya Damezrandina Meclîsa Kurdên Ingilistanê bi armanca xwebirêvebirina li ser bingehê paradîgmaya Abdullah Ocalan, li bajarê Nottinghamê pêk hat.

Di kongreyê de Kurdên ji bêşên cuda yên Kurdistanê amade bûn û têkildarî rewşa niha ya Kurdan û asta xwerêxistinkirina wan minaqeşe hatin kirin.

Piştî axaftinan rapora par a çalakvanên Ingilistanê hate xwendin. Beşdaran jî têkildarî xebatên dîplomasî, ciwan û xwe rêxistinkirinê fikir, pêşniyaz û rexneyên xwe anî ziman.

Kurdistaniyan di kongreya xwe ya 1. de komîsyonên xwe yên Jin, Darayî, Disîplîn, Heq û Edalet û dîplamasî û yên din diyar kirin. Kongreyê her wisa hevserokên kongreyê yên ji bo salekê jî diyar kirin. Her wiha endamên komîsyonan û hevserokên nû soz dan ku  li ser bingehê felsefaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kar û xebatên xwe bidin meşandin. Wan her wiha got, ew ê erka xwe bi şêweya herî baş li ser esasê berjewendiyên giştî yên gelê Kurd pêk bînin. 


 ROJNEWS / NOTTINGHA